Keleha Caberê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin

Di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de Keleha Caber a dîrokî ji çeteyên DAIŞ'ê hat papijkirin. Di vî şerî de 22 çete hatin kuştin.

Şervanên Odeya Çalakiyê, Keleha Caberê ya dîrokî, ku mîna giravekê di nava Çemê Firatê de ye û bi qasî 3 kîlometreyan dûrî gundê Caber a Rojhilat û Caber a Rojava ye, di encama şerekî dijwar de danê vê sibehê ji çeteyan rizgar kirin.

Di vî şerî de 22 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Her wiha 2 BKC, 2 çenteyên tijî fîşekên BKC, Çekek B7 û 4 roketên wê, 2 çekên kalaşnîkov, 3 bombeyên destan, wesayîtek, dozerek û 3 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.

Şervanên Odeya Çalakiyê li kelehê dest bi lêgerîn û paqijiyê kirin.

Di vê navberê de şervanên Odeya Çalakiyê ji bo rizgarkirinê berê xwe dan gundê Suwediyê ya Rojava. Li pêşiya vî gundî di navbera şervanên Odeya Çalakiyê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.