‘Keça min di rêya Rêber Apo de meşiya, ez bi wê serbilind im’

Bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê endama YPS-JIN’ê Antîka Acar (Zeya Cirav) bûn. Di merasîmê de dayik Fatma Acar axivî û wiha got: “Keça min şervana azadiyê bû, şehîda azadiyê ye. Di rêya Rêber Apo de meşiya. Ez bi keça xwe serbilind im.”

Endama YPS-JIN'ê Antîka Acar a li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest da, piştî cenaze ji aliyê malbatê ve hat wergirtin li navçeya Bazîdê hate definkirin. Di merasîma cenazeyê de dayika Acar, Fatma Acar axivî û ev tişt got: “Keça min şervana azadiyê bû, şehîda azadiyê ye. Di rêya Rêber Apo de meşiya. Ez bi keça xwe serbilind im.”

Di 24'ê Gulanê li ser rêya navçeyên Silopiyayê û Cizîr a Şirnexê de, di navbera şervanên YPS-JIN û çeteyên Qesrê de şer derketibû, di şer de endama YPS-JIN'ê Antîka Acar (Zerya Cirav) jiyana xwe ji dest dabû. Cenzeyê Acar bi merasîmeke li navçeya Bazîd a Agiriyê hate definkirin. Li navçeya ku derabeyên dikanan hatin girtin, navçe ji hêla leşkerên Tirk ve hat dorpêçkirin. Cenazeyê Acar li ser rêya Wan û Ebexê hat pêşwazîkirin û li vir birin gundê Karabûlûtê. Di merasîma cenaze de parlamenterên HDP'ê, rêveberên HDP, DBP û TUHAYD-DER'ê jî di nav de bi sedan kes beşdar bûn. Di merasîma cenaze de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "PKK Tolhildan" û "Şehîd Namirin" hatin qîrkirin.

'KEÇA MIN ŞERVANA AZADIYÊ BÛ'

Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, dayika Acar, Fatma Acar axivî û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li destkeftiyên ku hatin afirandin derkevin û wiha axivî: “Keça min şervana azadiyê bû, şehîda azadiyê ye. Di rêya Rêber Apo de meşiya. Ez bi keça xwe serbilind im. Di têkoşîna azadiya Kurdan de min du zarokên xwe şehîd dane."