KCK: Wê gelê Cizîrê Mehmet û Asyayan ji bîr neke

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê Mehmet Tûnc û rêhevalên wî bi bîr anîn.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê Mehmet Tûnc û rêhevalên wî bi bîr anîn ên ku du sal berê li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin.

Daxuyaniya KCK’ê wisa ye:

“Du sal berê Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç û bi dehan birîndar ji aliyê hêzên dagirker ên AKP’ê ve hatin qetilkirin. Mêtingeriyê nikaribû vîna gel û berxwedêran bişkîne û berê xwe da şewitandina Cizîrê. Li Cizîrê jin, ciwan, zarok hatin qetilkirin û Cizîr hate şewitandin û rûxandin. Lê li hemberî vî tiştî hêzên mêtinger li ber îradeya gelê Kurd û berxwedêran têk çûye. Nûnerê gel Mehmet Tûnç wekî Kemal, Hayrî, Akîf û Alî yên di Zindana Amedê de gotibû ‘Ew ê mêtinkarî li hemberî berxwedana me têk biçe.’

EW Ê TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BI SER BIKEVE

Vîna Mehmet Tûnç û ya hemû şehîdan ev e ku, ew ê têkoşîna azadiyê teqez bi ser bikeve. Wan heta nefesa xwe ya dawîn li hemberî mêtingeriyê li ber xwe dane. Wan pîvanên azweriya azadiyê gelekî bilind kirine.

Heke îro gelê Efrînê dibêje ‘Em ê bajar û axa xwe terk nekin, yan serketin yan serketin’ Mehmet Tûncan û berxwedêrên fedaî yên xwerêveberiyê ev îrade û hêz dane wan. Pîvanên welatparêzî û azadiyê yên ku Mehmet Tûncan asta wê bilind kirine, îro li Efrînê li hemberî mêtingeran li ber xwe dide. Gelê Kurd li ser xeta azadî û demokrasiyê ya Rêber Apo li hemberî mêtingeriyê li ber xwe dide. Ev berxwedan heta azadbûna Kurdistanê ew ê bidome.

GELÊ CIZÎRÊ EW Ê MEHMET TÛNÇ Û ASYA YUKSELAN JI BÎR NEKE

Gelê Cizîrê ew ê Mehmet Tûnç û Asya Yukselan ji bîr neke. Cizîr ew ê ji niha û şûn de jî xwedî li zarokên xwe derkeve û rûmeta gelê Kurd wê di asta herî bilind de biparêzin. Mehmet Tûnç ne bi tenê ji bo Cizîrê, ji bo hemû welatparêziya Kurdistanê bûye pîvaneke sereke.

Divê Mehmet Tûnç û hemû şehîdên xwerêveberiyê bizanibin ku ew ê gelê me alaya azadiyê her dem bilind bike û ew ê vê alaya azadiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi cih bike.

Em sozê didin Mehmet Tûnç û hemû berxwederên xwerêveberiyê em ê bi wan serbilind bin û em ê têkoşîna wan geştir bikin.”