KCK: Serdana Pêşmergeyan a li Qendîlê bersiva li dagirkeriya Tirk e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser hewldana Pêşmergeyên berê, ku hefteya bihurî Qendîl ziyaret kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser hewldana Pêşmergeyên berê, ku hefteya bihurî Qendîl ziyaret kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku serdana Pêşmergeyên ji bo azadiya Kurdistanê şer kirine li Qendîlê û daxuyaniya wan a ji bo piştgiriya gerîla, ji bo wan û tevahiya gelê Kurd bûye moraleke mezin.
KCK'ê ji ber serdana Qendîlê spasiya Pêşmergeyan kir û diyar kir, ew ê hest, hesret û welatparêziya mezin a wan, di têkoşîna azadiyê de bidomînin. Hevserokatiyê destnîşan kir, ku gerîla wê bi xurtkirina Têkoşîna Azadiyê bersivê bidin van hestên wan.
HATINA PÊŞMERGEYAN JI BO QENDÎLÊ HELWESTEK LI DIJÎ MÊTÎNGERIYA TIRK E
Hevserokatiyê da zanîn, Pêşmergeyan bi welatparêziyeke mezin, weke helwesta gelê Başûrê Kurdistanê li ber hebûna hêza leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê rabûn û destnîşan kir, ku ev helwest ji bo gel û tevgera wan gelekî watedar e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, rabûna li ber dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê, xwedîderketina li şehîd û keda Pêşmergeyan e û hat gotin, "Hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê tê wateya binpêkirina gora şehîdan. Serdana Pêşmergeyan ji bo Qendîlê û daxuyaniya wan ku gotin ew amade ne tevî gerîla şer bikin, biryara wê yekê ye ku wê destûr neyê dayîn ev axa xwîna şehîdan lê rijiya ye, nekeve bin lingê dagirkeran. Ji ber ku Pêşmerge xwedî li şehîdan derketiye, em spasiya wan dikin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, daxuyaniya Pêşmergeyan a ku gotin, ew ê mil bi mil li gel gerîla şer bikin, ji bo wan tê wateya helwesta gelê Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Vîna rastî ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê ew in. Di sala 2008'an de jî gelê Bamernê, gelê Amediyê, gelê Deraluk û Şeladizê derketin pêşiya tankan û berxwedaneke welatparêzî ya dîrokî nîşan dan. Hatin Pêşmergeyan ji bo Qendîlê nîşaneya we yekê ye, ku mîna sala 2008'an wê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê li ber hewldana dagirkeriyê ya Tirk rabe. Gelê Başûrê Kurdistanê wê nehêle ev axa bi berdêlên mezin li ser daye bê binpêkirin. Gerîla jî wê nîşanî tevahiya cîhanê bide, ku tevî gel nehêle Başûrê Kurdistanê were binpêkirin. Hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê, piştî têkçûna Zapê wê bibe têkçûneke din a mezin. Divê Pêşmerge jî, gelê Başûrê Kurdistanê jî zanibin, heta ku ew bi me re be wê ti hêzeke dagirker newêribe Başûrê Kurdistanê dagir bike."
DAXWAZA JI BO KONGREYA NETEWEYÎ, TELÎMAT E
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, daxwaza Pêşmergeyan a ji bo pêkhatina kongreya neteweyî, ku hesreta bi dehan salan a gelê Kurd e, bûye telîmatek ji bo wan û wiha hat gotin, "Herî zêde Pêşmerge û gerîla bi girîngiya yekîtiya neteweyî dizanin. Haya Pêşmerge û gerîlayan ji wê heye, ku dema yekîtiya neteweyî bû, kî êrîşî Kurdistanê bike wê bi ser nekevin û werin têkbirin. Dema ku Pêşmerge û gerîla bi hev re tevbigerin, ti hêz nikare bi wan. Ji ber vê yekê, di van rojan de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû ava dibin, banga yekîtiya neteweyî ya Pêşmergeyan gelekî girîng e. Pêwîste her hêza siyasî vê banga siyasî bibîne."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku Pêşmergeyan gelekî ji birakujiyê kişandine, lewma gotina wan a 'em birakujiyê naxwazin' nîşandana mijareke gelekî hesas a gel e.
KCK'ê da zanîn, Pêşmerge naxwaze careke din ji ber vê yekê êşê bikişîne û got, "Ji ber ku ew hem êşa yên dimirin, hem jî yên tên kuştin dikişînin. Ji bo Pêşmergeyan Birakujî tê wateya birîneke nayê pêçandin. Ji ber vê yekê banga wan a ji bo nebûna şerê birakujiyê, ji bo me gelekî girîng e. Bersiva ji bo vê daxwaza wan, ji bo me fermanek e. Em di wê baweriyê de ne ku birakujî êdî nabe û di nava rûpelên dîrokê de hatiye veşartin.
Bi van hest û baweriyan em Pêşmergeyên hatine Qendîlê bi rêzdarî silav dikin û soz didin ku ji bo bicihanîna hesreta wan û daxwazên wan ragihandine, em ê bi berpirsyariya xwe rabin."