KCK: Rêber Apo, Rojhilata Navîn ji nû ve rakir ser pêyan

KCK: Rojbûna Rêber Apo, bûye rojbûna gelên Rojhilata Navîn ya ji xweliya xwe ji nû ve jiydayik bûye.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê têkildarî 4’ê Nîsanê daxuyanî da û wiha got; “Rêber Apo Rojhilata Navîn ji nû ve rakir ser pêyan û kir navenda jiyana azad û demokratîk.”

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;

“4’ê Nîsan rojbûna Rêbertiya me li gelê me, gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê pîroz be. Rêber Apo di hemû jiyana xwe de ji bo mirovahî û gelan kedeke mezin da û di dîrokê de cihê xwe di nava mirovên bi nirx de girt. Di têkoşîna xwe ya jiyanê de ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navin û mirovahiyê nirxên mezin avakir û xizmet kir. Em çi bikin em nikarin deynê Rêbertî bidin, di xeta Rêbertî de em ê têkoşînê geştir bikin û em soz didin Rêbertî , Kurdistan û Rojhilata Navin a ku bêriya wê kirî ava bikin.

Rêber Apo hemû demê jiyana xwe ji bo gelê xwe azad bike û jiyana demokratîk ava bike, ji bo azadiya jinê û jiyana demokratîk têkoşiya. Tenê çirkeyekê ji bo xwe jiyan nekir. Ji bo gelê xwe nefes digirt û dida. Ji bo gel wqê çawe bijî û mirovahî çwe were jiyîn bu mînak û modelek.

Rêber Apo ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd derket rê, ev têkoşîn wiha kir ku bû têkoşîna hemû azadiya gelên cîhanê û Rojhilata Navîn, ev têkoşîn bû xet û rastiya Rêbertî. Rêber Apo rastiya têkoşîna azadiya gelê Kurdistan û gelên herêmê ji hev qut nekir û bû rastiya hemû gelên Rojhilata Navîn. Eger Kurd û hêzên demokratîk û şoreşger ên Rojhilata Navîn li ser vê xetê têbikoşin bi teqez wê jiyana demokratîk û azad pêk were.

Rojbûna Rêber Apo, bûye rojbûna gelên Rojhilata Navîn ya ji xweliya xwe ji nû ve jiydayik bûye.. Rêber Apo Rojhilata Navîn ji nû ve rakir ser pêyan û kir navenda jiyana azad û demokratîk.Di şexsê Rêber Apo de Rojhilata Navîn ji nû ve ji dayik bû.

Rêber Apo hemû jiyan û têkoşîna xwe li ser vî bingehî pêşxist. Îro bi xeta teorîk û îdeolojîk hê bêhtir tê famkirin û rastiyek ya Rêbertî ku were pratîkirin heye. Di serî de jin û ciwan, hemû Kurd û gelên Rojhilata Navîn Rêbertiyê hê bêhtir têbighin û hêza wî ya têgihiştinê derbasî piratîkê bikin. Eger ev pêk were di şexsê gelê Kurd û gelên herêmê wê li Rojhilata Navîn ji bo hemû mirovahî, azadî, demorkatî re bibe çavkaniya sosyalîzma demokratîk.

Rêber Apo bi hêza teorîk û îdeolojîk a pêşxistî û bi têkoşîna xwe destpotên kevin û yên nû yên dîrokê hilweşand. Bi têkoşîna tê dayîn re dîroka jiyana azad û demokratîk a gelan tê nivîsin.”