KCK: PDK û Parastin ji aqûbeta Azîme Arsûn berpirsyar e

KCK'ê têkildarî Azîme Arsûn a nexweşa giran daxuyanî da ku li balafirgeha Hewlêrê hate destgîrkirin û got, "PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar e." KCK'ê bang kir, ku radestî dewleta Tirk neyê kirin.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Em didemeke dîrokî ya girîng de ne ku faşîzma Erdogan li ber têkçûnê ye. Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst ku sûcê qirkirinê li dijî gelê me kiriye, bi dijminên Kurdan û nokerên xwe hemûyan, heta kêliya dawî êrîş dike. Berxwedana Rêber Apo, gelê me û gerîlayên azadiyê, rejîma faşîst aniey ber hilweşînê.

Di nava konjonktureke bi vî rengî de endama têkoşîna azadiyê ya gelê me hevala me Azîme Arsûn a nexweşa giran, li balafirgeha Hewlêrê hate destgîrkirin. Hevala me Azîme ku ji bo dermankirinê hewl dide biçe derveyî welat, li balafirgeha Hewlêrê hate rawestandin û hate destgîrkirin. Di demeke kurt de ji aliyê PDK-Parastinê ve hate revandin û ew birin cihekî nayê zanîn. Agahî têne belavkirin ku tê gotin hevala me hatiye destgîrkirin, ji aliyê Parastinê ve hatiye revandin û radestî MÎT a dewleta Tirk hatiye kirin. Di vê mijarê de agahiyeke piştrastgirî li gel me nîne. Lê belê agahiya piştrastkirî û misoger ew e ku hevrêya me Azîme ji aliyê Parastinê ve bêyî ku qeydeke wê bê çêkirin, hatiye revandin. Lewma rîsk heye ku hevala me ya bi nexweşiya giran a dil radestî dewleta Tirk bê kirin.

Şermeke gelekî mezin e ku PDK jineke Kurd a şoreşger bi vê rêbazê direvîne û ji bo têkiliyên qirêj ên bi dewleta Tirk re hewl dide bi kar bîne. PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar e.

Li ser vê bingehê em bang li raya giştî ya Kurdistanê û rêxistinên jinan hemûyan dikin ku ji bo hînbûna aqûbeta hevala me Azîme Arsûn bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin ku radestî dewleta Tirk bê kirin, ku ev yek wê bibe piştgiriyeke PDK'ê ya ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdogan ê faşîst."