KCK: Newroz li dijî zaliman roja geşkirina têkoşînê ye

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkilî Newrozê daxuyanî da û got, ''Fedayiyên gelê Kurd weke agirê ku Kawayê Hesinkar li qesra Deheqê Zalim pêxistî, agirê azadiyê geş kirine.''

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke niviskî da û cejna Newrozê pîroz kir.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê got,''Gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pêşwazî li Newrozeke dî jî dikin. Di serî de Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bêrîvan, Ronahî, hemû şehîdên Newrozê ku giyanê Newrozê heta bi îro anîn bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em Newroza Rêber Apo pîroz dikin ku gelê Kurd kirî gelê Newrozê û hemû nirxên netewî, civakî û çandî yê di Newrozê de derxistî holê. Em Newroza gelê serhildan û gelê Newrozê ya gelê Kurd, ya gerîlayên ku li çiya û deştan şer dikin, ya hemû şervanên azadiyê yên li zindanan pîroz dikin. Em bawer dikin ku Newroza 2021'an bi pêngava 'Dem dem azadiyê ye' re wê bibe yek, desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hilweşîne û di azadkirina gelê Kurd û Rêber Apo de bi roleke mezin rabe, bi vê bingehê em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku ber bi qadên Newrozê ve biherikin'' û ev tişt diyar kirin: ''Van rojên dawî li ser tendiristiya Rêber Apo agahiyên neçê hatine bihîstin. Ji vî alî ve jî divê Newroza 2021'an bibe Newroza şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo û pêngava 'dem dema azadiyê' were geşkirin. Ev Newroz divê bibe Newrozeke wiha ku dilsoziya bi Rêber Apo bi asta bilind were nîşandan û bibe Newrozeke ku wê kesek nikaribe dest bide Rêber Apo.

'ÎRO ZÊDETIR HEWCEYÎ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR A GELAN HEYE'

Îro li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tam rewşa beriya niha bi 2633 salan tê jiyîn. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ne ku tenê zilmê li gelê Kurd dike, polîtîkayeke wiha dike ku siberoja hemû gelên Rojhilata Navîn reş dike. Rê û rêbazên ku bi kar tîne,ji zilma Deheqê zalim a li ser gelen kirî, zêdetir e. Tam weke beriya niha bi 2633 salan, hewceyî bi wan gelan heye ku bi pêşengiya Kawa serî hildane. Sala 2021'an tam jî weke beriya niha bi 2633 salan divê bibe sala rabûna ser piyan û hilweşandina desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku Dehaqên niha ne. Pîrozbahiya Newroza 2021'an li her deverê divê bi vê hedefê were pêkanîn.

Newroz hem roja parastin û xurtkirina hebûna gelê Kurd û nirxên Netewî ye û hem jî li ser hîmê xwîşk û biratiya gelan roja geşkirina têkoşînê ya li dijî zaliman e. Di roja berdest de ji her demê zêdetir hewceyî pê heye ku  gel bi hev re têkoşînê geş bikin. Gelê Kurd li ser hîmê pêkanîna yekîtiya xwe bi gelên cîran re dema ku li dijî zaliman bi hev re têbikoşe hem wê hebûna xwe ya netewî mîsoger bike û hem jî gelê Rojhilata Navîn azad bike. Ji ber ku îro îro têkoşîna dijî desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hem têkoşîna hebûna netewî ye û hem jî têkoşîna azadbûna gelên Rojhilata Navîn e.

Gelê Kurd ev 30 sal in bi serhildanên ku Newrozan kirî bûye hêza pêşeng a azadiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn. Nexasim têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nirxên xweşiktiya li nirxên Newrozê yên bi hezaran salan zêde kirine, gelê Kurd ku gelê Newrozê ye, bûye roj û qibleya ku mirovahî ji bo azadiyê berê xwe dayê.

'HER QADA NEWROZÊ DIVÊ BIBE QADA KU TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ LÊ GEŞ BÛYÎ'

8'ê Adarê jinên Kurd nîşan dan ku jinên Kurd hêza herî çalak a têkoşîna azadiya jinê ya cîhanê ye, vê jî nîşan daye ku Newroza 2021'an bi giyanê azadiya jinê bi rengekî xurtir wê were pîrozkirin, daniye holê ku dwiya mêtingerên qirker û hemû zaliman nêzîk e. Jin û ciwanên Kurd divê daxwaza li azadiyê û kelecaniya xwe ya 8'ê Adarê bigihînin Newrozê, her qada Newrozê dive bibe qada ku têkoşîna azadî û demokrasî lê geş bûyî.

Pîrozbahiyên Newrozê yên bi dehan salan, tecrûbe û bêrîkirinên şehîdan ku di van serhildanan de şehîd bûne, Newroz kirine ew demên ku gelê Kurd têkoşîna jiyana azadî û demokrasiyê  bi asta herî bilind rê ve birî. Hêza jiyana azad û demokratîk a di giyanê Newrozê de bi wê hêzê ye ku dikare her cure zilmê hilweşîne. Ji ber vê zalim û hêzên qirker di her Newrozê de ditirsin. Di Newroza 2021'an de bi vî giyanî li her deverê bi hêzeke mezin divê mirov xwe berde meydanan û tişta ku zalim jê ditirsin mirov bîne serê wan.

Fedayiyên gelê Kurd, weke agirê ku Kawayê Hesinkar li qesra Dehaqê Zalim pêxistî, agirê Newrozê pêxixstine. Agirê ku Kawayên Hemdem li Garê pêxistin, li deştan, çiyayan, gundan, li taxan û li her deverê divê were geşkirin û sala 2021'an bike sala azadiyê.

Êdî dema wê hatiye ku bi Rêbertiya Azad re û bi welatê azad re were jiyîn.