KCK: Heta ku hevdîtina rûbirû bi Rêber Apo re pêk were divê çalakî werin geşkirin

KCK: Gelê me, hemû dostên me û hêzên demokratîk divê rabin ser pêyan, derbarê tendirustiya Rêber Apo divê têkevin nav têkoşîna agahiyên teqez. Divê teqez parêzer û malbata wî rûbirû hevdîtinê bi Rêber Apo re pêk bînin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê îddîayên li ser tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Derbarê tendirustî û jiyana Rêber hin îddîa hatine kirin, ev îddîyan jî dispêrin parlementerekî MHP’ê yê li Tirkiyeyê. Ji ber vê jî parêzeran bi lez ji bo hevdîtina bi Rêber Apo daxwaza serlêdanê irin, gelê me jî li her derê daketine qadan, ji bo derbarê tendirustiya Rêber Apo agahiyan werbigirin xwestine parêzer û malbata wî biçin serdana wî. Ev nûçeyên li ser Rêber Apo cîddî ne û teqez divê were zelalkirin. Nêzikbûneke neyînî ya derbarê tendirustî û jiyana rêberekî gel, tê wateya qirkirina li ser wî gelî. Ev biryara qirkirina gel bi xwe ye. Li hemberî her rewşa neyînî wê gelê me û Tevgera Azadiyê wê karibe bi her awayî bersivê bide vî şerî.

DEWLETA TIRK, CPT Û KONSEYA EWROPAYÊ BERPIRSYARÊN TENDIRISTÎ Û JIYANA RÊBER APO NE

Dewleta Tirk bi xwe berpirsyarê tendirustî û jiyana Rêber Apo ye. Saziyên navneteweyî yên ji bo girtiyan jî berpirsyar in. CPT û Konseya Ewropayê wê berpirsyarê her rewşa neyînî ya li ser tendirustî û jiyana Rêbertiya me be. Rêber Apo gotibû her rewşa neyînî ya li ser tendirustî û jiyana min divê siyasî were dîtin, dewleta Tirk û saziyên têkildar hişyar kiribû. Bal kişandibû ser vî tiştî ku divê gelê me jî van hêzan berpirsyar bibîne.

DIVÊ MALBAT Û PARÊZERÊN WÎ HEVDÎTINA RÛBIRÛ BI RÊBER APO RE BIKIN

Divê ev nûçe cîddî werin nirxandin. Di nav dewlet û hêzên siyasî de gelek alî hene ku dijminatiya Rêber Apo dikin. Rayedarên dewletê bi xwe bi salan berê gotibûn ew nikare ji wir sax derkeve û diyar kiribûn ku helwest û feraseta wan a li hemberî Rêber Apo çawa ye. Berpirsariyeke dîrokî ye ku divê hevdîtin bi Rêber Apo pêk were û rewşa wî ya tendirustî û ewlehiyê were aelalkirin. Gelê me, hemû dostên me û hêzên demokratîk divê serî hildin û têkevin têkoşîna agahiyên zelal ên derbarê tendirustiya Rêber Apo. Dema ku mesele Rêber Apo tu daxuyanî ne ya bawerkirinê ye. Divê teqez malbat û parêzerên Rêber Apo hevdîtina rûbirû pê re bikin.

Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Ev jî îspat dike ku li hemberî Rêber Apo dijminatiyeke çawa dikin. Ev tecrîd di heman demê de tê wateya êrîşa li ser tendirustiya Rêber Apo. Li Îmraliyê ne hiqûq, ne mafên mirovan û ne jî helwesta divê nîşanî girtiyan were kirin, tuneye. Tekane rê maye ku divê ev tişt biqede. Ev jî azadiya Rêber Apo ye.

AGIRÊ NEWROZÊ YÊ SALA 2021’AN DIVÊ BI PÊNGAVA AZADKIRINA RÊBERTIYÊ WERE GEŞKIRIN

Nûçeyên derbarê Îmraliyê nîşan daye ku pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di wextê de hatiye destpêkirin. Divê ji îro were destpêkirin û agirê Newroza 2021’an wekî pêngava azadkirina Rêbertiyê were geşkirin. Gelê me yê ku li her derê Newrozê pîroz dike, divê Newrozê bikin têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo. Jixwe azadiya Rêber Apo ya gelê me bûye yek. Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadkirina Rêber Apo û ya Kurdistanê divê bibe hedefa pêşîn. Heke qadên Newrozê bibin qadên têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo ew ê pêşiya hemû rewşên neyînî yên li ser Rêber Apo were girtin.

Gelê me yê li Ewropa û Rojava ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo derhal rabûye ser piyan. Gelê me yê li Bakur jî divê pîrozbahiyên Newrozê bi pêngava azadkirina Rêbertî re bike yek û li her derê dakeve qadan. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê ye, divê li dijî êrişên li ser tenduristî û jiyana Rêber Apo rabe ser piyan, bi dirûşma Rêbertiyê Azad, Kurdistana Azad li her cihî Newrozê pêşwazî bike.

Gelê me heta ku têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo agahiyeke eşkere û zelal wernegirt, divê çalakiyên xwe yên di vî warî de bênavber dewam bike.

EM HIŞYARIYÊ DIDIN DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê

Desthilatdariya AKP-MHP'ê di asta destpêkê de ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo berpirsyar e, lewma em hişyariyê didin vê desthilatdariyê. Her nêzîkatiyeke neyînî ya li hemberî Rêber Apo wê bibe sedem ku rê û rêbazên têkoşîna me bigihêje asteke cuda. Tê zanîn ku dema mijar ewlekarî, tenduristî û jiyana Rêbertî be, gelê me jî, tevgera me jî çawa hesas in. Ji ber vê yekê bêyî ku saetek jî dereng bibe, rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo divê bi rengekî ku gelê Kurd pê bawer bike, bê zelalkirin."