KCK: Hesabê Helebçeyê jî, yê komkujiyên din jî wê bê pirsîn!

KCK'ê Komkujiya Helebçeyê şermezar kir û got, "Helwesta herî rast a xwedîderketina li Helebçeyê rabûna li ber dewleta Tirk e ku îro jî çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelê Kurd wê hesabê Helebçeyê jî, yên komkujiyên din jî bipirse."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek weşand. KCK'ê got, "Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, em komkujiya ku rejîma Iraq-Baasê 16'ê Adara 1988'an li Helebçeyê bi gazên kîmyewî kir şermezar dikin, mirovên me yên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin. Gelê Kurd wê komkujiya Helebçeyê ti carî ji bîr neke û hesabê komkujiyê bipirse."

KCK'ê diyar kir, Komkujiya Helebçeyê ku yek ji komkujiyên herî giran û bêrehm ê li dijî mirovahiyê ye, parçeryek ji êrişên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd e û wiha dewam kir, "Piştî ku Kurdistan hate parçekirin, hêzên mêtinger li dijî hebûna gelê Kurd dest bi êrişê kirin. Hêzên mêtinger ji bo tunekirina hebûna Kurdan, li dijî Kurdan komkujî kirin. Komkujiya Helebçeyê bi vê armancê hate kirin. Rejîma Iraq-Baasê li Helebçeyê gazên kîmyewî bi kar anî û bi hezaran Kurd qetil kir. Ev komkujiya ku li dijî gelê Kurd bi hestên zalimane û nemerdane hate kirin, wê ji aliyê Kurdan ve neyê jibîrkirin.

'BERPIRSYARÊN RASTEQÎN ÊN KOMKUJIYA HELEBÇEYÊ, HÊZÊN MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST E'

Komkujiya Helebçeyê li pêş çavên tevahiya cîhanê hate kirin. Lê belê kes li ber ranebû. Eger cîhanê nerazîbûn nîşan dabûya, li ber rabûya hingî rejîma Iraq-Baasê nekarîbû komkujiyeke bi vî rengî bike. Saddam zanî bû ku cîhan wê bêdeng bimîne, lewma komkujiyeke bi vî rengî kir. Ji xwe yên ku çekên kîmyewî dan rêveberiya Saddam, hêzên modernîteya kapîtalîst e. Hêzên modernîteya kapîtalîst çek dan Saddam û ew ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, dan şerkirin. Çekên kîmyewî jî bi vê armancê ji aliyê hêzên hegemonîk kapîtalîst ve ji rejîma Iraq-Baasê re hatin dayin û rêveberiya Saddam jî li dijî Kurdan li Helebçeyê bi van çekan komkujiyeke mezin kir. Hêzên modernîteya kapîtalîst hevkarên sûcê komkujiya li Helebçeyê ne. Ji ber ku hem çekên kîmyewî dan rejîma Iraq-Baasê hem jî dema li Helebçeyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn dengê xwe dernexistin. Lewma berpirsyarên rasteqîn ên Komkujiya Helebçeyê hêzên modernîteya kapîtalîst e. Yên ku Kurdistan parçe kirin jî hêzên modernîteya kapîtalîst bûn. Hêzên modernîteya kapîtalîst ev yek ji bo berjewendiyên xwe kirin. Lewma ne tenê Komkujiya Helebçeyê berpirsyar û hevkarên hemû sûc û komkujiyên li dijî Kurdan hatin kirin ew hêz in.

Di encama vê nêzîkatiya hêzên modernîteya kapîtalîst de, dewletên mêtinger û dagirker jî gelê Kurd di asteke welê de dîtin ku bi her awayî dikarin operasyon û komkujiyan li dijî gelê Kurd bikin. Bi vî rengî nêzî gelê Kurd bûn. Operasyon, komkujî neman ku mêtingeran li dijî gelê Kurd nekirin. Ti dewleteke cîhanê li ber vê yekê ranebû, dengê xwe nekir. Hêzên modernîteya kapîtalîst heman nêzîkatiyê niha jî nîşan dide. Bi her awayî piştgiriya çekan didin dewleta Tirk. Hêzên modernîteya kapîtalîst çek û teknîka herî pêşketî didin dewleta Tirk a mêtinger û baş zanin ku dewleta Tirk wê van çekan li dijî Kurdan bi kar bîne. Bi vî rengî hevkariyê ji qirkirin û komkujiya li dijî Kurdan re dikin. Di nava çekên radestî dewleta Tirk têne kirin de çekên kîmyewî jî hene. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li dijî hêzên azadiyê û gelê me van çekên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta Tirk di serî de li Werxelê, Zendûra, Mam Reşo û Girê Sor li dijî gerîla ev çekên kîmyewî bi kar anî. Lê belê mîna ku di komkujiya Helebçeyê de hate dîtin îro jî hêzên modernîteya kapîtalîst li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng dimînin. Halbûkî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye. Bikaranîn li aliyekî, hiştina li gel xwe ya çekên kîmyewî qedexe ye. Lê belê dema ku mijar dibe Kurd ti qanûn bi cih nayê anîn.

Helwesta herî rast a xwedîderketina li Helebçeyê rabûna li ber dewleta Tirk e ku çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelê Kurd wê hesabê Helebçeyê jî yê komkujiyên din jî teqez bipirse. Hesabpirsîna dîrokî neqediya ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi serxistina têkoşîna azadiyê wê hesabê herî mezin ji komkujeran bipirse.

EM KOMKUJIYA BEYAZITÊ JÎ ŞERMEZAR DIKIN

Em komkujiya ku li Beyazit a Stenbolê di 16'ê Adara 1978'an de li dijî ciwanên sosyalîst şoreşger hate kirin û heft şoreşger lê hatin qetilkirin, şermezar dikin. Hesabê êriş û komkujiyên ku dewleta Tirk li gelan, sosyalîst, hêzên demokratîk şoreşger kiriye, wê teqez bê pirsîn. Bi xurtkirina têkoşîna hevpar û yekîtiya gelan û hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê wê ev yek pêk were. Bi navê tevgera azadiyê ya Kurd em di wê baweriyê de ne ku li dijî faşîzmê wê her kes yekîtiya xwe xurtir bikin û li dijî kmokujiyan hesabê dîrokî bipirisin."