KCK: Gerîla bû mîmarê jiyana nû ya li Kurdistanê tê avakirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Pêngava 15'ê Tebaxê weke stratejiyeke gerîla pêş ket. Gerîla pêşengtî ji helwesteke dîrokî ya wisa re kir, berpirsyariyeke dîrokî stendiye û bûye mîmarê jiyana nû ya li Kurdistanê.

Hevserokatiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser çalakiyên di demên dawîn de yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin û got “Em çalakiyên serkeftî yên li Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê pîroz dikin, di şexsê fermandar û şervanên ku van çalakiyan dikin, hemû hevalên ku li her derê li ber xwe didin û têdikoşin, silav dikin.”

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate gotin “Em ketin 39’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku di dîroka me ya têkoşînê de û ji bo gelê Kurdistanê bûye qonaxeke nû. Em vê pêngava dîrokî ya mezin di serî de li afirînerê wê Rêber Apo, li fermandarê mezin ê pêngavê hevrê Egîd, li hemû gelê Kurdistanê, li hemû hevrêyên partiyê, li berxwedêrên zindanan, li gelên Rojhilata Navîn, li gelên bindest ên dinyayê, li jinan û li hemû kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re pîroz dikin. Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesan dikin ku di warê fikrî û çalakbûnê de keda wan heye ku ev helwesta dîrokî pêk hatiye. Em hemûyan bi rêz û hurmet silav dikin.

GERÎLA BI BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ RABÛ

Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gerîla xwedî wate û girîngiyeke pir taybet e. Pêngava 15’ê Tebaxê weke stratejiyeke gerîla pêş ket. Gerîla pêşengtî ji helwesteke dîrokî ya wisa re kir, berpirsyariyeke dîrokî stendiye û bûye mîmarê jiyana nû ya li Kurdistanê. Bêguman ev pêşengtî bi qehremanî, fedekarî û bi berdêlên mezin pêk hatiye. Em Pêngava 15’ê Tebaxê ya gerîlayên ku berdêlên mezin dane, vê berpirsyariya dîrokî stendine û îro jî bi vê berpirsyariyê tevdigerin pîroz dikin, vê berxwedana wan a dîrokî silav dikin û hurmeta xwe pêşkêş dikin. Em di şexsê fermandarê mezin ê gerîla heval Egîd de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em careke din soza serkeftin û serfiraziyê ya ku me daye şehîdan dubare dikin.

GELÊ KURD XWE JI XWELIYA XWE AFIRAND

Pêngava 15’ê Tebaxê berhema kûrbûn, hişmendî û vîna dîrokî ye. Mudaxeleyeke şoreşger a li dîrokê ye. Bi vê mudaxeleyê re seyra dîrokê guheriye û li Kurdistanê pêşiya geşedaneke dîrokî vebûye. Ev tê wateya ku gelê Kurd bîreke neteweyî û civakî stendiye, ruhek wergirtiye û dîsa hebûna pêk aniye. Dema ku mêtingeriya qirker li ser gelê Kurd tunebûn ferz dikir, bi Pêngava 15’ê Tebaxê re mudaxeleyeke şoreşgerî li dîroka ku serserkî diket erdê re hatiye kirin û gelê Kurd xwe ji xweliya xwe afirandiye.

Gelekî girîng e ku gelê Kurd Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku tê wateya hebûnê û têkoşîna li dijî qirkirin baş fêm dike û jê serwext bibe. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurdistanê ti girîngiya xwe winda nekiriye, berevajî wê li gorî demên berê bêtir girîngî bi dest xistiye ku ev pêvajoya dîrokî baş were fêmkirin û bi kûrahî were domandin.

PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ DÎROK GUHERAND

Mêtîngerî û qirkirina Kurdan a li Kurdistanê ji mînakên xwe yên dîrokî cudatir e. Ev ferq xwe dispêre du beşan, ya yekem dewleta Tirk xwedî karektera dijminahiya Kurdan e. Weke ku tê zanîn piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji bo berjewendiyên hêzên modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn Kurdistan di nava çar netewe-dewletan de hat parvekirin. Ev netew-dewletên ku li Kurdistanê serdestiya xwe ava kirine, bi qutkirina gelê Kurd ji hişmendiya netewî, civakî û dîrokî, pêvajoya îmhayê dane destpêkirin. Hêza sereke ya ku ev zîhniyeta mêtinger a qirker pêş xist û domand dewleta Tirk bû. Dijminatiya Kurdan a dewleta Tirk ewqas kûr e ku hebûna xwe di tinekirina gelê Kurd de dibîne û ji bo vê jî tiştek ku nekiribe nemaye. Komkujî û dîroka sed salî ya dewleta Tirk ev rastî îspat kiriye. Ya duyemîn jî desteka dewletên serdest a ji bo polîtîkayên qirkirina Kurdan e. Wek tê zanîn di navbera dewleta Tirk û dewletên serdest ên wê serdemê de Peymana Lozanê ya ku qirkirina Kurdan pêşbîn dike hate îmzekirin. Tevî ku karakterê dewleta Tirk a dij-kurd û faşîst ji aliyê hêzên desthilatdar ên wê serdemê bi taybetî Îngilîstan û Fransayê ve dihat zanîn jî, bi dewleta Tirk re Peymana Lozanê hat îmzekirin û bi vî rengî Kurdistan hate parçekirin û qirkirina gelê Kurd ji aliyê van hêzan ve hate erêkirin. Ne tenê erêkirin e, her wiha hêzên modernîteya kapîtalîst bênavber piştgirî dan polîtîkayên qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk. Dewleta Tirk bi desteka hêzên derve, bi taybetî DYE, dewletên Ewropa û NATO’yê, polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan berdewam kir. Pergala ku li Rojhilata Navîn hatiye avakirin jî li ser esasê qirkirina Kurdan hatiye pêşxistin. Vana hemûyan jiholêrakirina qirkirina Kurdan, gelekî zehmet kiriye. Guhertina vê tê wateya guhertina dîrokê. Ji ber vê yekê Pêngava 15’ê Tebaxê xwedî wateyek wiha ye.

Derketina PKK'ê ya li ser dika dîrokê ji bo şikandina qirkirina li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin gaveke gelekî girîng e. Rêber Apo ev pêvajoya dîrokî bi rast analîzkirina karakterê dewleta Tirk û bingehên qirkirina Kurd, bingehên wê yên hundir û derve da destpêkirin. Li aliyê din dewleta Tirk bi darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an re, armanca wê ew bû ku vê pêvajoya dîrokî ya ku nû dest pê kiribû rawestîne. Lê belê tevgera azadiyê ya Kurd berxwedan û têkoşîn ji du eniyan derxist asteke bilindtir, nehişt ku ev pêvajo bisekine û ji bo bi ser bikeve herikîna dîrokê guhert. Yek ji van jî têkoşîna ku di zindanan de pêş ket û bi berxwedana 14’ê Tîrmehê re gihişt lûtkeyê. Bi berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê re zincîrên teslîmiyet û xiyanetê hatin şikandin û siyaseta dijmin a ji bo tasfiyekirina Şoreşa Kurdistanê bi zindanan pûç bû. Ya duyemîn jî Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Gerîla Pêngava 15’ê Tebaxê pêk anî û berxwedana zindana 14’ê Tîrmehê derxist asteke bilind û bi destpêkirina pêvajoya têkoşînê ya bênavber dîroka gelê Kurd guhert. Hemû geşedanên paşerojê yên li Kurdistanê encamên vê pêngava dîrokî bûn.

HERÎ ZÊDE XAYÎNAN HEWL DAN KU PÊŞÎ LI PÊŞKETINA DÎROKÎ BIGIRIN

Ji dema ku Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir û heta îro ji gelek aliyan ve nirxandin tên kirin û hewl tê dayîn ku encamên pêngavê werin fêmkirin. Ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd tê wateya hebûnê, cihê axaftin, nîqaş û hewldana fêmkirina wate û encamên wê ye. Yek ji van encaman jî ev e ku li Kurdistanê xeta welatparêziyê û xeta xiyanetê ya hevkar derdikeve holê. Xeta hevkarî û xiyanetê li Kurdistanê weke parçeyek ji qirkirina Kurdan pêş ket. Dijminên Kurdan her tim li ser hin çîn û malbatên ku ji bo berjewendiya madî û dewlemendiyê xiyanet li gel û welatê xwe kirine, qirkirina Kurdan pêş xistine. Dema ku Pêngava 15'ê Tebaxê hişmendiya azadiyê, têkoşîn û welatparêziya Kurd derxist holê, komên xiyanetê yên herî hevkar hewl dan pêşî li vê pêşketina dîrokî bigirin. Îro hêzên xiyanetê yên hevkar piştgirî û destekê didin konsepta tasfiye û qirkirina li dijî gerîla û gelê Kurd. Di vî warî de gelek girîng e ku rûyê rast ê van komên hevkar û xayîn were eşkerekirin, ku car caran hewl didin xwe weke berê weke parçeyekî têkoşîna Kurd û Kurdayetiyê bidin nasîn.

YEKANE RÊYA DOMANDINA PÊNGAVÊ, PÊKANÎNA AZADIYÊ YE

Em divê bi baldarî nêzî vê pêvajoya dîrokî bibin. Divê du taybetmendiyên rast ên vê pêvajoya dîrokî rast û têrker were fêmkirin. Ya yekem, Pêngava 15’ê Tebaxê qewimî û ne pêngavek e ku qediyaye, pêvajoyek e ku dewam dike. Gelê Kurd li ber qirkirinê ye û hingî ku êrîşên qirkirinê hebin, yekane rêya domandina Pêngava 15’ê Tebaxê, parastina hebûna Kurdan û pêkanîna azadiyê wê ye. Ya duyem, hemû geşedanên li Kurdistanê encameke Pêngava 15’ê Tebaxê ne. Ne tenê geşedanên di paşerojê de derketine holê, îro jî hebûn û afirandina geşedanê bi vê yekê re pêkan e. Ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd tê wateya têkoşînê. Mîna ku timî tê destnîşankirin, Pêngava 15’ê Tebaxê tenê çalakiyekî leşkerî nîn e, li dijî mêtingeriya qirker têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd îfade dike. Lewma weke duh, îro jî bêyî têkoşîn ne pêkan e ku li Kurdistanê geşedanek din bê afirandin. Ji vî alî ve gelek girîng e ku hemû hevrê, welatparêz, rewşenbîr û dost vê rastiyê hîn zêdetir derxînin zanistê û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û êrîşên navenda şerê taybet civakê li ser bingehê rast agahdar û zane bike.

EM ÇALAKIYÊN KU LI ZAPÊ TÊN LIDARXISTIN, PÎROZ DIKIN

Em Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî careke din pîroz dikin û silav dikin. Gelê Kurdistanê û gerîlayên azadiyê li her cihê ku lê ne, li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê berxwedanekî bê hempa pêş xist û daniye ku di sala 40’emîn a pêngavê de wê encamên hîn mezintir ava bike. Çalakiyên bi bandor ên ku gerîlayên egîd li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li her qada ku lê ne lidar dixin, vê rastiyê îspat dike. Bi vê wesîleyê em çalakiyên serkeftî yên li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tên lidarxistin, pîroz dikin û di şexsê şervan û fermandarên ku van çalakiyan li dar dixin de, hemû hevrêyên ku li her derê li ber xwe didin û têdikoşin silav dikin.”