KCK: Em ê hesabê komkujiya Parîsê bipirsin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku ew ê hesabê komkujiya Parîsê bipirsin, ku roja 9'ê Çileya 2013'an şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku ew ê hesabê komkujiya Parîsê bipirsin, ku roja 9'ê Çileya 2013'an şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em her sê jinên şoreşger ên di 9'ê Çileyê de hatin kuştin bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê daxwaza wan a azadiyê di têkoşîna xwe de bidomînin û bi ser bixînin.
KCK'ê diyar kir, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, ji ber ku dildariya azadiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd di asta herî bilind de temsîl kirin hatin kuştin û wiha dewam kir: "Di şexsê van hevrêyên me yên şoreşger de êrîşî dildariya me ya azadiyê kirin. Ev êrîş di şexsê hevala Sakîne de hem li dijî PKK'ê, hem jî li dijî xeta azadiya jinê ya Rêber Apo kirin. Mêtîngeriya qirker, mirina xwe di xeta PKK'ê û dildariya azadiya jinê ya vê xetê de dibîne. Ji wê tirsiyan ku azweriya azadiyê ya jinê têkoşînê bigihîne wê aste ku mêtîngeriya qirker hilweşîne. Ev êrîş nîşan dide, bê dewleta Tirk a mêtînger qirker herî zêde ji çi ditirse."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser xwedîderketina li Sakîne, Fîdan û Leyla li Ewropa û welêt û got, "Vê yekê raxistiye pêş çavan ku PKK û xeta azadiya jinê ti carî nayê têkbirin, nikare bê kuştin û tinekirin.
Hevserokatiyê destnîşan kir, van şehadetan nemiriya PKK'ê û xeta azadiya jinê îspat kiriye û wiha dewam kir, "Piştî şehadeta hevrê Sakîne, Fîdan û Leyla, biryardariya azadiyê ya têkoşîna me ya azadiyê zêdetir bûye. Vîn û îdîaya jin, ciwan û tevahiya gelê me zêde bûye ku têkoşînê mezintir bikin û daxwaza azadiyê ya van hevrêyan bi cih bînin. Her sala di ser şehadeta van şoreşgeran re derbas dibe, daxwaza me ya têkoşînê û dildariya me ya azadiyê xurt dike. Mêtîngeriya qirker çiqasî êrîş dike bila bike, ev yek wê tenê vîna me ya azadiyê, berxwedan û têkoşîna me mezin bike. Di nava çar salên bêyî Sara, Rojbîn û Ronahî derbas bûn de, hêrsa me mezin bûye û biryardariya me ya ji bo pêkanîna hesreta wan zêde bûye."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku bi kujerê her sê şoreşgeran bi rengekî nediyar miriye û bi vî rengî derfeta eşkerebûna hêzên li pişt vê komkujiyê û hesabdayîna wan li pêş raya giştî ya cîhanê ji holê hatiye rakirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ji bo wan rewşeke nediyar nîne bê kê biryara komkujiyê girtiye û komkujî daye kirin û got, "Desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk a mêtînger qirker berpirsyarê vê komkujiyê ne. Em ê bi pêşvebirina têkoşîna azadiyê, bi azadiya Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn hesabê vê komkujiyê bipirsin.
Heta ku dildariya azadiyê û sekna têkoşer a Sara ruhê vê tevgerê be, ti êrîş bi ser nakeve. Serketin wê ji sedî sed ya tevgera me ya azadiyê be."