KCK: Em ê bibin şopdarê berxwedana Mahîran a li hemberî faşîzmê
KCK’ê qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî şermezar kir û diyar kir ku wê bibin şopdarê berxwedana wan a li hemberî faşîzmê.
KCK’ê qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî şermezar kir û diyar kir ku wê bibin şopdarê berxwedana wan a li hemberî faşîzmê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî ya di 30’ê Adara 1972’an de li navçeya Nîksarê ya Tokatê şermezar kir û soza xwe dubare kir û got, ew wê bibin şopdarê berxwedana wan a li hemberî faşîzmê.
KCK’ê di daxuyaniyê de ev tişt got: “Ev şoreşgerên mêrxas ên ku li hemberî darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Adara 1971’ê li ber xwe dan, di têkoşîna azadiyê ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn de serdemeke nû dan destpê kirin. Li hemberî dewleta olîgarşîk û faşîst a ku qereqola emperyalîst e, bêyî xem û fikar li ber xwe dan û kevneşopiyeke berxwedanê ya fedaî afirandin. Berxwedaneke wisa ya li hemberî dewleta Tirkiyeyê ya ku her tevgerên gel û serhildan bi awayekî zalimane ji holê rakiriye, hêz û qawetek daye gel. Li hemberî zilmê stûyê xwe xwar nekirin, li hemberî faşîzmê bi reşandina tovên berxwedanê, kevneşopiya berxwedanê dan destpê kirin. Bi vê re nirxên gel dîsa teslîmî gel kirin. Ji ber vî tiştî jî gelên me wê her dem Mahîr, Denîz û Îbrahîman bi minnet bi bîr bînin.”
Di daxuyaniya Konseya Rêveberiyê ya KCK’ê de ev tişt jî hatin gotin:
“Rêber Apo beriya ku qeyda xwe li Fakûlteya Zanînên Siyasî çêbike, li Stenbolê di semînerekê de li Mahîr Çayan guhdarî kiriye. Li jêr bandora nirxandina wî ya li Kurdistanê maye. Kesayetiya şoreşger a Mahîr Çayan bandora xwe li ser Rêber Apo jî kiriye. Dema ev şoreşger û 9 hevalên xwe şehîd dikevin, Rêber Apo ji bo berpirsyariya xwe ya li hemberî van şoreşgeran pêk bîne, li zanîngeha Mahîr Çayan, li Fakûlteya Zanînên Siyasî ya Enqereyê boykotkirina zanîngehê birêxistin kiriye. Rêber Apo bicihanîna berpirsyariya li hemberî şoreşgeran nîşan daye. Rêber Apo ji wê rojê û heta niha, ji bo şehîd û gel, her dem di nava vê hewldanê de ye ku peywira xwe bi cih bîne. Her şehadet kiriye hinceta xurtkirina têkoşînê.
Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdan her dem xwestiye layiqî keda şoreşgerên Tirkiyeyê ya ji bo biratiya gelan û çareserkirina kêşeya Kurdan bibe. Hesret û kesayetiya wan a şoreşgerî di têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê ya gelê Kurd de daye jiyîn. Her dem ketiye nav berpirsyarî û hewldana hevpariya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi têkoşîna şoreşgerî ya Kurdistanê û ya li Tirkiyeyê.
Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdan tevkariya wan a li têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê ti carî ji bîr nekiriye û ji bo bibîranîna wan, xwestiye têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê bilindtir bike û têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî xurtir bike. Tevgera Azadiyê ji niha û şûnde jî wê têkoşîna Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad xurtir bike ya ku hesreta Mahîr Çayan û şehîdên şoreşê ye û ew ê wan di rasteqîniya Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk de bide jiyîn.”