KCK'ê têkildarî ewlekariya Ocalan hişyarî da Enqereyê

KCK'ê bal kişand ser nûçeyên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dixwaze rewşê di ser guh re biavêje. KCK'ê hişyarî da Enqereyê û bang li gel jî kir, ku bikeve nava liv û tevgerê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, di mijara tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hişyarî da rêveberiya Enqereyê.

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Em desthilatdariya AKP'ê hişyar dikin; Ji rewşeke neyînî ya li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo, wê lîder, rêveberî û hikumeta AKP'ê berpirsyar be."

KCK'ê bang li gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk kir, ku dest bi çalakiyan bikin.

DOZGERÎ DIWAZE REWŞÊ DI SER GUH RE DIAVÊJE

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Bi nûçeyên ku çavkaniya wan ne diyar in, li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê me, agahiyên bi fikar û nakok li raya giştî hatin belavkirin. Hesasiyeta gelê me û tevgera me ya li ser jiyan û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd tê zanîn. Ji ber vê yekê, divê bê zelalkirin ku nûçeyên bi vî rengî ne rast in. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi gotina 'tiştekî bi vî rengî nîne' dixwaze rewşê di ser guh re biavêje. Ev nêzîkatî ne ya qebûlkirinê ye. Mafê bingehîn e ku malbat, parêzer û raya giştî li ser tenduristiya Rêber Apo agahiyê bigirin. Ji bo vê jî, divê parêzer û malbat karibin tavilê bi Rêberê Gelê Kurd re rûnên. Ne pêkan e ku gelê me û raya giştî ji daxuyaniya Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê bawer bikin. Dozgerekî ku ev 6 sal in bi hinceta 'keştî xerabe ye, hewa nebaş e' nahêle parêzer û malbat hevdîtinê bike, bawerî bi gotina wî nayê.

DIVÊ GEL BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ

Ji bo rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê me zelal bibe, pêwîste gelê me û raya giştî ya demokratîk tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Girîng e gelê me û hêzên demokratîk li her cihî bikevin nava tevgerê û bikin ku parêzer, malbat û heyetek ji meclîsê tavilê Rêberê Gelê Kurd bibînin û pê re rûnên.

HIŞYARÎ Û BANG

Di serî de CPT, hemû saziyên ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo berpirsyar in, hemû dewlet û hêzên siyasî yên cihê xwe di nava komploya navneteweyî de girtine, divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

RÊVEBERÎ Û LÎDERÊ AKP'Ê WÊ BERPIRSYAR BIN!

Em hişyariyê didin desthilatdariya AKP'ê; di mijara ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo de eger rewşeke neyînî rû bide, lîderê AKP'ê bi xwe, rêveberî û hikumeta AKP'ê wê berpirsyarê vê bin.

Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk ji daxuyaniyên hikumetê bawer nekin. Heta ku hevdîtin bi Rêberê me re bê kirin û agahî li ser tenduristî û ewlekariya wî bê, divê li her cihî bi rengekî bê navber çalakî werin lidarxistin."