KCK’ê Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Seyîd Riza û hevrêyên wî yên berî 82 salan ji aliyê rejîma Tirk ve hatibûn qetilkirin bi bîr anî.

KCK a daxuyaniyek nivîskî da got: “Beriya bi 82 salan Pîr Seyîd Riza kurê wî û gelek lîderên eşîran hatin bidarvekirin. Pîr Seyîd Riza û lîderên Dersimê yên hatin darvekirin birêzdarî bibîr tînin, soz didin ku em ê hesreta wan a bi nasnameya xwe, çand û baweriya xwe bijîn, bi teqez bi cih bînin.”

KCK’ê ev ev tişt got: “Yekan e daxwaza Seyîd Riza ê 15’ê Nîsana 1937’an hate darvekirin û hemû Dêrsimê li ser axa xwe bi nasname, ziman û baweriya xwe bi azad bijî bû. Lê plana Şark Islahat weke ku di raporên Dersimê de derketin holê çanda Kurd a Dersimê tine bikin û Tirkîtiyê dikirin hedef. Dixwestin Dersimê û Kurdistanê hemû bikin neteweyekî Tirk. Ji ber ku Dersimê ev yek qebûl nekir, dewleta Tirk dest bi êrîşên qirkirinê kirin. Bi deh hezaran qetil kirin, bi deh hezaran jî ji çand, ziman û baweriya wan dûr kirin û sirgûnî bajarên Tirkiyeyê kirin. Yên mayîn ji di bin zext û çewisandinên dewletê de bi qirkirina spî re hatin derbaskirin û qirkirina çandê li ser hatin kirin. Hovîtiyeke herî mezin li ti deverê dinê nehate dîtin li Dersimê hate kirin. Bi gotinek hê rastir Dersim hate qirkirin.

Gotina Pîr Seyîd Riza a ‘Ez heq ji derew û fêlbaziyên we derneketim ev ji min re bû kul, lê min li ber we serê xwe netewand bila ev jî ji we re bibe kul’ rastiya heyî ya li holê raxist ber çavan. Ev sekna Seyîd Riza di zanabûna gele Kurd de cihekî girîng girt. Rastiya dewleta Tirk bê ka çiqas e bi hemû awayî da nişandan. Hate nişandan divê bawerî bi ti gontên dewleta Tirk neyê anîn, hemû polîtîka û gotinên wê ji bo nixumandina qirkirinê ye.

Neviyên Seyîd Riza û gele Kurd hemû sekna Seyîd Riza ji bo xwe kirin mînak, serî li ber ti zext, zilm, gefên girtin û qetilkirinê netewand; serî natewîne jî. Heskirina welat a Seyîd Riza û Şêx Seîd dîsa israra wan a bi çanda xwe ya jiyanê ya li ber darvekirinê wê tim di jiyana azad û demokratik a Kurdistanê de bijî.

Dewleta Tirk ji armanca xwe ya qetilkirin û sirgûn, dîsa qirkirina spî ya çandê ya li Dersimê devjê bernedaye. Duh ji bo têkoşîna gele Kurd ên digotin eşkıya û qirka Kurdan anî, îro bi heman hişmendiyê bi navê li dijî terorîzmê dixwazin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi qetlîam, her cûre zext û qirkirina siyasî qirkirinê temam bikin. Hişmendî û politikaya ku xwe li ser qirkirinê dide jiyîn îro jî êrîşên qirkirinê derxistiye dervey sînorê Tirkiyeyê. Duh çi li Dersimê kirin îro heman tişt li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê Şengalê heman êrîşên qirkirinê dikin.

Huseyîn Cevahîr, A. Haydar Yildiz, Mezlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Kazim Kûlû, Dr. Baranlar, Suyleyman Cîhanana, Cafer Camgozan û Atakan Mahîran ên weke Pîr Seyîd Riza serî netewandin bi berxwedanê nasnameya Dersimê û rastiya têkoşînê derxistin holê, gelê Kurd hemû û şervanên azadiyê jî heta Kurdistaneke Azad û Dersimeke Azad biafirînin wê li dijî hêzên qirker li ber xw bide.

Şervanên Azadiyê yên sekna Seyîd Riza û hevrêyên wê yên berî 82 salan hatibûn darvekirin mînak girtine, wê bi ruhê fedayî, hemû berdêla bide ber çavê xwe, wê bi teqez faşîzmê têk bibe, Kurdistaneke Azad, Tirkiyeke Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bike.”