KCK’ê sersaxî ji malbata Barzanî re xwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber wefata Dilovan Îdrîs Barzanî peyameke sersaxiyê ji malbata Barzanî re şand.

KCK’ê ji ber wefata Dilovan Îdrîs Barzanî peyamek weşand.

Di peyama KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Em bi xemgînî hîn bûn ku Dilovan Îdrîs Barzanî wefat kiriye. Wefata Dilovan Îdrîs Barzanî ji bo malbata Barzanî û gelê me cihê xemgîniyê ye. Em rehmetê ji rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî re dixwazin û di serî de rêzdar Nêçîrvan Barzanî û rêzdar Mesûd Barzanî, em sersaxiyê ji hemû malbata Barzanî re dixwazin.

Rehmetî Dilovan Îdrîs Barzanî ji bo têkoşîna heq û azadiyê ya Kurdan parçeyekî girîng bû. Di têkoşîna xwe xwedîlêderketina nirxên dîrokî, çandî û siyasî derdixist pêş. Ji bo berhevkirina bîranîna şehîdên Enfalê û berhevkirina gelek nirxên Kurdan têkoşiya. Bi vî awayî derxist holê ku civakek bi xwedîlêderketinê dikare li ser pêyan bimîne. Di qada civakî de xizmetên girîng li civaka Başûrê Kurdistanê kir.

Careke din em rehmetê ji rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî re dixwazin û dibêjin bila serê malbata Barzanî û rêzdar Neçîrvan Barzanî û rêzdar Mesûd Barzanî sax be.”