KCK'ê li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Newroz li gelê Kurd û dostan pîroz kir û bang kir ku di sala 2020'an de têkoşîna li dijî tecrîdê bê xurtkirin, faşîzm bê hilweşandin û demokrasî li her cihî bê pêkanîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî Newrozê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Newroz sembola hebûna neteweyî ya gelê Kurd e, sekna têkoşînê û hesreta azadiyê ya Kurdan e. Newrozê li Rêberê Gelê Kurd, li zindaniyan, gelê Kurd, berxwedêrên li çiyê û deştê pîroz be. Di serî de Kawayê Hesinkar û Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, cangoriyên Newrozê Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî, Bêrîvan û hemû şehîdên Newrozê bi rêz û minet bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku gelê Kurd hebûna xwe ya hezaran salan bi ruh û hişmendiya Newrozê gihandiye vê serdemê û hate gotin, "Çand û ruhê Newrozê gelê Kurd afirandiye, gelê Kurd jî Newroz afirandiye. Gelê me ji Kawayê Hesinkar heta îro agirê Newrozê li qadên bilind ên Kurdistanê gur kiriye û Newroz nemir kiriye. Ev yek di heman demê de nemirkirina hebûna gelê Kurd e.

Li dijî hebûna gelê Kurd bi taybetî di sedsala 202'an de êrişeke giran hatiye kirin. Hate xwestin ku ev gel bê tinekirin ku yek ji gelên herî kevn ên dîrokê ye û hucreyên afirîner ên çanda mirovahiyê afirandiye. Di sedsala 20'an de ji Dersimê heta Helebçeyê bi dehan komkujî li Kurdan hate kirin û bi vî rengî pêkanînên qirkirinê li ser Kurdan hatin meşandin. Ev qirkirin di heman demê de şêweyekî qirkirina çandî ye. Li ser vê bingehê hewl dan ku Newrozê bidin jibîrkirin ku sembola hebûna gelê Kurd e. Bi Newrozê re xwestin gelê Kurd tine bikin, bi gelê Kurd re jî xwestin Newrozê ji ser vê xakê jê bibin.

NEWROZ WEKE ROJA SEKNA NETEWEYÎ Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ TÊ PÎROZKIRIN

Yek ji karên destpêkê yên Apoyiyan ku di sala 1973'an de derketin ser dika dîrokê, zindîkirina Newrozê bû. Bi Newrozê re hewl dan hebûn, nasname, ziman û çanda gelê Kurd eşkere bikin. Zindîkirina çand û ruhê Newrozê di heman demê de zindîkirina têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan e. Dîroka zindîkirina Newrozê veguherî dîroka pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Serhildanên mezin di Newrozan de pêk hat ku ev yek jî ruhê Newrozê, agirê Newrozê nîşan dide ku tê çi wateyê.

Newroz êdî bi dehan sal in weke roja sekna neteweyî û yekîtiya neteweyî tê pîrozkirin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bi pêş xist. Dîroka Newrozan û tirsa hêzên qirker ji rojên Newrozê nîşan dide ku ruhê Newrozê tê çi wateyê.

LI GORÎ HIŞYARIYÊN TÊKILDARÎ VÎRÛSÊ NEWROZ BI KOMÊN BIÇÛK DIKARE BÊ PÎROZKIRIN

Bêguman mîna her salê di sala 2020'an de jî gelê me wê Newrozê bi rengê herî bi coş û xurt pîroz bike, sala têkoşînê ya 2020'an bi Newrozê bide destpêkirin. Lê belê ji ber vîrûsa Korona ku li Çînê der bû û li cîhanê belav bû, her wiha bandoreke giran li Rojhilata Navîn kir, biryar hate wergirtin ku Newroza îsal bi rengekî komî li  meydanan û salonan neyê pîrozkirin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bo parastina tenduristiya gelê xwe em bawer in dikin ku ev biryara hatiye wergirtin rast e û piştgiriya vê biryarê dikin. Kurdên li Bakur, Rojava, Rojhilat, Başûr û tevahiya cîhanê wê li gorî vê biryarê Newrozê weke salên derbasbûyî li meydanan û salonan bi rengekî komî pîroz nekin.

Ji bo kevneşopiya Newrozê neyê qutkrin û ev ruh û coş bidome, li gorî hişyariyên têkildarî vîrûsê hatin kirin li her gund û kolanên Kurdistanê, li her taxan bi vêxistina agir bi komên biçûk dikare bê pîrozkirin.

BERPIRSYARIYA ME YE KU EM TÊKOŞÎNA AZADKIRINA RÊBER APO XURT BIKIN

Newroza îsal bi rengekî komî û qelebalix neyê pîrozkirin jî divê veguhere roja fêhmkirina ruh, çand, cewhera Newrozê û rastiya têkoşîna me ya azadiyê. Divê gelê me li ser vê bingehê biryardariya xwe ya rêxistinbûn û têkoşînê nîşan bide. Ruhê Newrozê û şehîdên me wezîfeyê didin ser milê gelê Kurd. Em van wezîfe û berpirsyariyan di her Newrozê de fêhm dikin û têdikoşin. Divê em Newroza 2020'an jî bikin wê Newrozê ku hîn bêhtir vê têgihiştinê xurt bikin û sekna têkoşînê nîşan bidin.

Ruhê Newrozê di têkoşîna azadî û hebûnê de xwedî cihekî girîng e ku di vir de jî rola Rêber Apo û şehîdan li pêş e. Lewma berpirsyariya me ya dîrokî ye ku em di Newrozê de biryardariya têkoşînê û îradeya ji bo azadkirina Rêber Apo yê tecrîdkirî xurt bikin û di sala 2020'an de azadiyê ji Rêber Apo û Kurdistanê re bînin, demokrasiyê ji Tirkiye û Rojhilata Navîn re bînin. Peyam û fermana Newroza 2020'an ji bo tevahiya gelê Kurd wiha ye. Li ser vê bingehê em Newroz li gelê Kurd û dostan pîroz dikin û bang dikin ku di sala 2020'an de têkoşîna li dijî tecrîdê xurt bikin, faşîzm hilweşînin û demokrasiyê li her cihî pêk bînin."