KCK'ê ji bo Osman Kaplan peyama sersaxiyê weşand

KCK'ê diyar kir, Osman Kaplan (Dogan Torî) ku jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir, di dema tedawiyê de şehîd bûye û got, "Di serî de serê malbatê bila serê hevrêyan û gelê Kurdistanê sax be."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser şehadeta Osman Kaplan ku di dema tedawiyê de şehîd bû daxuyaniyek da. Hevserokatiyê got, "Ji kedkarên mezin ên tevgera me Dogan Torî (Osman Kaplan) ku emrê xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di dema tedawiyê de şehîd bû. Hevrêyê me Dogan bi kesayetiya xwe ya têkoşer ji bo hevrêyên xwe hemûyan bûbû çavkanî. Em hevrêyê xwe Dogan bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbata xwe ya hêja, hevrêyên xwe û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê nirxên têkoşînê yên ku hevrêyê me Dogan di oxira wê de şehîd bû mezin bikin û bi serketinê tacîdar bikin."

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de hate gotin, "Hevrê Dogan di salên înkar û asîmîlasyona giran a li ser nasnameya Kurd de, di kesayetiya xwe, malbata xwe û derdora xwe de nirxên Kurdîtiyê parastin. Di salên têkoşîna aktîf a Tevgera Apoyî de, hevrê Dogan hevrê Dogan bi rengekî çalak dest bi têkoşîna azadkirina Kurdan kir. Hevrê Dogan li ser vê bingehê li her devera lê bû, malbata xwe, derdora xwe, ciwan û gel zane kir û tevlî karê rêxistinbûnê bû. Bi vî karê xwe bû welatparêzekî mînak li derdorê. Hevrê Dogan piştre çû derveyî welat, çû Erebîstana Siûdî û li vir jî bi rengekî çalak tevlî kar bû. Hevrê Dogan tevî ku bi tempoyeke bilind û coşeke mezin tevlî kar bû, timî xwe kêm didît. Daxwaza wî ya herî mezin bû ku derkeve serê çiyê û tevlî têkoşîna gerîla bibe. Li gel emrê xwe yê dirêj û pirsgirêkên tenduristiyê jî hevrê Dogan tevlî nava refên gerîla bû û bi fedakarî tevlî têkoşîna gerîla bû. Dema ku li çiyê bû, her xizmet di asta pîrozmendiyê de dît û kir. Ne tenê wezîfeya jê re dihate dayin, her wezîfe dikir. Ne zor û zehmetiyên xwezayî, ne jî astengiyên ji ber dijmin nekarî pêşî li wî bigire. Bi kesayetiya xwe ya ku li têkoşîn û armanca xwe asê bû, bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.

JI BO GEL Û TEVGERA ME WINDAHIYEKE MEZIN E

Hevrê Dogan di emrê xwe yê têkoşînê de timî hewl da Rêber Apo fêhm bike û bi cih bîne. Bi parastina nirxên ji aliyê Rêbertî ve hatin afirandin, nîşan da bê çiqasî dilsozê Rêbertî ye. Di her nirxî de keda Rêbertî û şehîdan dît û bi hezkirinê xwedî li wan derket. Keçeke hevrêyê me Dogan li nava refên têkoşînê şehîd bû. Her tim bû şopdarê şehîdên me, nirx û bîranînên şehîdan parast. Hevrê Dogan timî bi dilsoziya bi Rêbertî, gel, hevrê û nirxên azadiyê jiya. Şehadeta hevrê Dogan ji bo gel û tevgera me windahiyeke mezin e. Bêguman bersiva ku tevgera me ji bo şehîdan dide, wê ji bo şehadeta hevrê Dogan jî bide. Bersiva me wê serxistina têkoşîna azadiay Kurdistanê be, wê demokratîkkirina Rojhilata Navîn be ku di oxira wê de şehîd bû. Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji malbata xwe ya hêja, ji hevrêyan û gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe bi ser bixînin."