KCK’ê ji bo Fûadê Reş peyama sersaxiyê da

KCK’ê ji bo Fûadê Reş ku di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû peyama sersaxiyê da û got: “Em Tevgera Azadiyê wê her demê Fûadê Reş weke welatparêzek mînak bibîr bînin. Em ê têkoşîna avakirina Kurdistana azad a hesreta wî ye, bidomînin.”

Hevserokatiya Konserya Rêveber a KCK’ê ji bo welatparêzê Kurd Fûadê Reş ê Başûrê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, peyama sersaxiyê da. Hevserokatiyê Fûatê Reş weke yek ji neferê rast ê doza azadiya Kurd û Kurdistanê îfade kir û wê her demê weke welatparêzeke mînak bê bibîranîn.

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Fûadê Reş ê gelê Kurd pir ji nêz ve nas dike û welatparêzeke ji Başûrê Kurdistanê ye, di encama qezaya trafîkê de jiyan xwe ji dest dayîn ji bo me êşeke mezin e. Xwedê rehma xwe lê bike, ji malbat, dost û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Rastiya malbat, dost û hevalên Hevrêyê me Fûatê Reş hemû gelên Kurdistaniyê yên welatparêz e. Ew welatparêzek welê bû ku hemû jiyana xwe, ji bo Kurdistan û azadiya gelê Kurd, da. Fûadê Reş bûye nûnerekî girîng ê welatparêziya gel.

Fûadê Reş li gel neferekî rast ê doza azadiya gelê Kurd û Kurdistanê, dost û destekdarê tevgera me bû. Bi her tiştê xwe, bi hemû hebûna xwe cih li gel tevgera me girt. Ji bo têkoşîna azadî ya bi pêşengtiya tevger û tevgera me, hat tişta ji destê hat kir. Heta Rojava û Kobanê çû, ji bo Şoreşa Rojava têkoşîn kir, desteka xwe pêşkêş kir. Ew ê sempatîzaneke rast ê tevgera em, hem xizmet ji bo têkoşîna me kiriye, hem jî çû qadên zehmet û ked da. Têkoşîn û girêdana wî ya têkoşînê wate daye jiyanê, zaniye bibe ewladekî birûmet ê malbat û gelê xwe. Em Tevgera Azadiyê wê her demê Fûadê Reş weke welatparêzek mînak bibîr bînin. Em ê têkoşîna avakirina  Kurdistana azad a hesreta wî ye, bidomînin.

 Em bi vê hest û ramanê carekî din welatparêzê xwe yê bi nirx Fûadê Reş carek din bi rehmet bibîr tînin; ji hemû gelê xwe yê welatparêz, malbat û xizmên wî re sersaxî dixwazin.”