KCK’ê ji bo çalakiya Mehmet Akar peyamek weşand

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo Mehmet Akar ê ku li Amedê xwe şewitandibû diyar kir ew ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin û xwest çalakiyên xweşewitandinê êdî neyên kirin.

KCK'ê ji bo Mehmet Akar ê ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe şewitandibû, peyamek weşand. Di peyamê de ev tişt hate gotin, "Em careke din di şexsê heval Mehmet Akar de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî wan bi bîr tînin û em soza serkeftin û serketinê ya ku me daye şehîdan, dubare dikin."  Di peyamê de hate xwestin bila çalakiyên xweşewitandinê êdî neyê kirin.

Di peyamê de hate gotin “Apo bi zelalî diyar kir ku ew qîmetê dide vê îradeyê dinirxîne lê van kirinan napejirîne û li şûna van çalakiyan divê çalakiyên afirînertir û cudatir bên kirin. Divê gel û ciwanên vî tiştî weke talîmata Rêber Apo bibînin û li gorî wê tevbigerin.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Me agahî stend ku ciwanê Kurd ê bi navê Mehmet Akar ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo li ser sûrên Amedê bedena xwe şewitandiye û şehîd bûye. Em di şexsê Mehmet Akar de careke din hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û em soza serkeftin û serfiraziyê ya ji şehîdan, dubare dikin. Heval Mehmet Akar di nameya beriya şehîdbûnê de diyar kiriye ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo ev çalakî li dar xistiye. Çend roj berê heval Veysî Taş jî çalakiyeke wiha kir û şehîd bûbû. Erka me ya gel û tevgerê ye ku em bîranîna van şehîdên ku evîna mezin a welat, têkoşîna azadiya Kurdistanê û dilsoziya bi Rêber Apo re temsîl dikin biparêzin û têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.

HIKÛMETA AKP-MHP'Ê JI BO CIWANÊN KURD JI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DÛR BIXE PROVOKASYON Û KOMPLOYAN DIKE

Tiştên ku hatine serê heval Mehmet Akar bi awayekî zelal derxistiye holê ku faşîzma AKP-MHP’ê çawa li dijî gelê Kurd provokasyonan dike û şerê taybet dimeşîne. Mehmet Akar ciwanekî Kurd ê xwedî hestên welatparêzî ye û sempatiya wî ji tevgera azadiyê hebû. Mîna her ciwanê Kurd ê welatparêz heval Mehmet Akar jî di nava hewldanan de bû ku li dijî mêtingeriya qirker têbikoşe û dixwest berpirsyariyên xwe zêdetir pêk bîne. Lê belê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku rejîma şerê taybet e, ji bo ciwanên Kurd bixe û ji têkoşîna azadiyê dûr bixe komplo û provokasyonan dike. Yek ji rêbazên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê jî ew e ku bi rê û rêbazên cuda bandorê li ser malbatan dike û pêşiya ciwanên Kurd ên welatparêz û dilpak bigire. Ciwanê Kurd ê welatparêz Mehmet Akar jî kirin yek ji wan kesên ku xwestin komplo û provokasyonan bînin serê wî. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê Mehmet Akar, bi rêbazên şerê taybet û bi provakosyona li ser malbatê xwest heval Mehmet Akar ji rê û têkoşîna wî vekişînin.  Bi vê yekê re zemîna provokasyonê hate afirandin ku xwestin wisa nîşan bidin ku em ciwanan direvînin û vî tiştî bi rêya HDP’ê dikin. Lê belê hevalê Mehmet Akar diyar kir ku ev provokasyonek e û ji destpêkê ve malbata wî hatiye xapandin. Lê belê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi rêbazên şerê taybet ev rewş veguherandiye êrîşa li dijî HDP'ê. Lê di rastiya xwe de desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedî feraseteke li dijî Kurd e û dixwaze Kurdan ji doza azadiyê vekişîne. Hemû rêbazên şerê taybet, provakasyon û operasyonên desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo vê armancê ne. Em careke din bang li derdorên ku bi manîpulasyonên faşîzma AKP-MHP’ê tevdigerin, dikin. Divê nekevin xefka desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê. Divê hikûmeta AKP-MHP û serokê wê yê şerê taybet Suleyman Soylu dev ji vê helwesta ku provokasyon e berde. Serokên faşîst ên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi taybetî Tayyîp Erdogan û Suleyman Soylu ne ji ber ku xema wan ciwanên Kurd in, ji bo ku Kurd dev ji doza azadiyê berdin, ziman, çand û nasnameya xwe neparêzin û qirkirinê qebûl bikin, serî li van lîstikan didin. Ji bo dev ji Kurdbûna xwe berdin û Tirkbûnê qebûl bikin ev polîtîka tên kirin. Ev polîtîkayên şerê taybet bi îstismarkirina hestên hin kesan, bi manîpulekirina hinekan û bi belavkirina pereyan tên meşandin. Vê desthilatdariya faşîst a ku dijminatiya Kurdan dike, hinek kesên Kurd ên bêrûmet didin ba xwe û dixwazin vî rûyê xwe yê qirker û dijminatiya Kurdan veşêrin. Di rastiyê de armanca AKP û MHP’ê ev e ku Kurdan qir bike û Kurdbûnê biqedîne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê her roj ji bo qirkirina ciwanên Kurd operasyonan pêk tîne û çekên kîmyewî jî di nav de li dijî ciwanên Kurd her cure rêbazên qirker bi kar tîne. Keç û kurên Kurd bi çekên kîmyewî tên qetilkirin. Îcar faşîzma AKP-MHP’ê ku her roj keç û kurên Kurdan qetil dike, çawa dikare li feydeya Kurdan bifikire? Helbet ev ne rast e û xapandin û manîpulasyoneke mezin e. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê serî li metod û bêexlaqiyên ku li dinyayê tu mînaka wê tune dide, li gorî tu qaîdeyê tevnagere. Hestên malbat û dayiktiyê jî dike mijara şerê taybet û îstîsmar dike. Di vî warî de divê her kes hişyar be û bizanibe ku ev xapandin e. Divê ev malbat zanibin ku bi vê helwesta xwe, wê tu feydeyê nedin xwe û zarokên xwe. Berpirsiyarê xitimandina pirsgirêka Kurd û hemû êşên Kurdan hikûmeta AKP-MHP’ê ye. Lewma divê malbat dev ji van helwestên şaş berdin û bertekên xwe nîşanî AKP-MHP’ê bidin.

HELWESTA HEVAL MEHMET AKAR KIRINÊN ŞERÊ TAYBET PÛÇ KIR

Mehmet Akar bi helwesta xwe, polîtîkayên qirkirina Kurdan û pêkanînên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP'ê û serokê şerê taybet Suleyman Soylu pûç kir. Ev helwest û wateya ku îfade dike kirinên wan pûç kiriye. Divê ev helwest û wateya wê ji aliyê her kesî ve rast were fêmkirin. Kurd gelê ku doza azadiyê dide û doza gelê Kurd rewa ye. Berdêla wê çi dibe bila bibe gelê Kurd wê tu carî dest ji vê dozê bernede. Gelê Kurd her roj bi helwest û têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên qirker û faşîzma AKP-MHP’ê her roj vî tiştî îspat dike. Ma bi manîpulasyon, provokasyon û rêbazên şerê taybet bi bandorkirin an xapandina hin kesan, ev doz diqede? Gelê Kurd ê ku bi mîlyonan e û bi hişmendî û hesta azadiyê dijî, bi van rêbazan dikare ji rêya xwe were dûrxistin? Gelo bi vê nêrîn û mantiqeke wiha dikarin bi milyonan ciwanên Kurd ji rêya wan dûr bixînin? Helbet ev ne mimkûn e û tu mantiqa wê tune. Lê dema ku rastî bi vî rengî ye çima tê israrkirin? Feydeya wan polîtîkayan ji kê re heye? Eşkere ye ku ji bilî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, çete û hevkarên wê, ev tişt bi kêrî tu kesî nayê. Bêguman berpirsyarê hemû komkujî û mirinan faşîzma AKP-MHP’ê ye ya ku rêbazeke mêtingeriya qirker dimeşîne. Ew ne tenê ji kuştina Kurdan, ji hemû neheqî, bêhiqûqî, gendelî û bêbextiyên li Tirkiyeyê jî berpirsyar in. Lê divê were zanîn ku her kesê ku qîmetê dide welatparêzî, demokratbûn, sosyalîst, azadîxwaz û baweriya xwe bi rûmeta mirovahiyê tîne, divê li hemberî vê rewşê xemsar nemîne û bertekên xwe bi tundî nîşan bide. Divê her kes vê berpirsyariyê hîs bike û erka herî bingehîn a mirovahî û wijdanî pêk bîne. Niha divê civaka Tirkiyeyê ji vê desthilatdarî û rejîma faşîst rizgar bibe. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ne tenê gelê Kurd, her kesên ji Tirkiyeyê ku li dijî bi faşîzma AKP-MHP’ê ne û xwedî nirxên mirovahiyê ne, divê bertekên xwe nîşan bidin û bikevin nav hewldanan. Rêber Apo ji ber biratiya gelan,  demokratîkbûna Tirkiyeyê û jiyana hevpar tê tecrîdkirin. Ji ber vê yekê her kesên alîgirê demokratîkbûna Tirkiyeyê ne, divê li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo çavê xwe negirin û li dijî tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê têbikoşin. Bêyî piştgiriya ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û ciwanên Kurd, ne pêkan e ku Tirkiye demokratîk bibe û di qada demokrasiyê de pêş bikeve.

DIVÊ GELÊ KURDISTANÊ Û CIWAN ZÊDETIR XWEDÎ LI RÊBER APO DERBIKEVIN

Gelê Kurd ê welatparêz û ciwanên Kurdistanê divê li gor peyama şehîdan zêdetir, bi awayekî xurt xwedî li Rêber Apo derbikevin. Heval Mehmet Akar, di destpêkê de peyamek da ciwanên Amedê û bang li ciwanên Amedê kir ku zêdetir xwedî li têkoşînê derbikevin. Çalakiya xwe saet 21:21’an de li dar xist û ji gel û ciwanên Amedê re peyam da. Wateya vê peyamê pir kûr e. Heval Mehmet Akar di heman demê de bang li hemû gelê Kurd û ciwanên welatparêz kir ku li dijî tecrîda Rêber Apo bêhtir têbikoşin. Divê gel û ciwanên Kurdistanê yên welatparêz vê bangê esas bigirin û bêhtir xwedî li Rêber Apo derbikevin û têkoşîna xwe mezintir bikin.

DIVÊ ÇALAKIYÊN XWEŞEWITANDINÊ ÊDÎ NEYÊ KIRIN

Em bi wesîleya şehadeta heval Mehmet Akar careke din bi awayekî eşkere diyar dikin ku em çalakiyên bi vî rengî napejirînin. Rêber Apo bi awayekî zelal diyar kir ku ew vê îradeyê pir bi nirx dibîne, lê çalakiyên bi vî rengî taswîb nake û li şûna çalakiyên bi vî rengî divê çalakiyên afirîner û cuda bên kirin. Gelê Kurd û ciwanên Kurd divê vê weke talîmata Rêber Apo bibînin û li gorî wê tevbigerin. Divê teqez çalakiyên xweşewitandinê êdî neyên kirin. Bê guman çalakiya heval Mehmet Akar mînakekî mezin a wêrekî, fedakarî û dilsozî ye. Bi vê wateya xwe re çalakiyeke pir mezin e, lê şêweya çalakiyên ku em esas bigirin divê bi vî rengî were nirxandin. Têkoşîna me êdî pêş ketiye û mezin bûye. Di gelek qadên têkoşînê de derfetên xebat, têkoşîn û pêşketinê hene. Divê ciwanên Kurd ên welatparêz vê yekê binîne û welê nêzik bibin. Ciwanên Kurd ji bo hin mezinkirina têkoşînê divê tevlî nava refên gerîla bibin û li dijî dijmin têbikoşin. Yên ku nikarin xwe bigihînin gerîla, divê li her bajar û gundê ku lê ne li dijî dijmin têbikoşin, gel perwerde bikin, hişyar bikin, rêxistin bikin û bi vî rengî têkoşînê mezin bikin. Divê ciwan li her derê xwe perwerde bikin, rêxistin bikin û pêşengtiyê ji têkoşîn û gel re bikin. Rêbaza têkoşînê ya rast ev e û divê ev bê esas girtin. Em careke din bang li dostên gelê Kurd ê welatparêz dikin ku bertekên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêber Apo xurttir nîşan bidin, bi bilindkirina têkoşîna re em rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hilweşînin û ji bo avakirina Tirkiyeyê demokratîk têkoşînê geştir bikin.”