KCK'ê ji ber wefata Dr. Kerîm peyama sersaxiyê weşand

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê, ji ber wefata waliyê berê yê Kerkûkê Dr. Necmettîn Kerîm peyama sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate gotin, "Heta kêliyên dawî yên emrê xwe, ji bo naskirina destketiyên gelê me yê li çar parçeyan xebitî."

Komîteya Têkiliyên Dervre ya KCK'ê, ji ber wefata siyasetmedarê Kurd Dr. Necmettîn Kerîm daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Siyasetmedar û welatparêzê Kurd Dr. Necmettîn Kerîm li nexweşxaneya ku demek bû lê dihate dermankirin, doh jiyana xwe ji dest da, ku em gelekî li ber ketin. Koça welê zû ya waliyê berê yê Kerkûkê Dr. Necmettîn Kerîmî em gelekî êşandiye ku di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, dîplomasî û yekîtiya neteweyî de keda xwe gelek bû.

Dr. Necmettîn Kerîm, ji bo doza Kurd bê naskirin û gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe, bi salan li derveyî welat karên lobiyê yên siyasî, akademîk, civakî û çandî meşand. Di vê têkoşîna xwe de timî bi me re jî di nava têkiliyê de bû û pêşengî ji gelek karên hevpar re kir. Dostekî hêja bû ku heta kêliya dawî ay emrê xwe bi çalakiyên ku li dar dixist hewl dida dostên gelê me zêde bike û destketiyên gelê me yê li par parçeyan bi rengekî fermî bên naskirin.

Karên bingehîn ên Birêz Kerîm yên ji bo afirandina yekîtiya neteweyî ya Kurd û rizgarkirina Kurdistanê ji dagirkeriyê, di heman demê de armancên têkoşîna me ne ku em ê xwedî lê derkevin.

Bi vê wesîleyê em dibêjin; bila rehma Xwedê lê be, serê malbatê, xizmên wî û gelê Kurdistanê sax be."