KCK’ê Demhat Agît û Cemîl Amed bi bîr anî

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, Demhat Agît (Seyîtxan Ayaz) û endamê Komîteya Tenduristiyê Cemîl Amed (Eser Irmak) bi bîr anî, ku 15’ê Cotmeha 2019’an di encama êrişa bi balafirên şer ên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: "Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Demhat Agît û Xebatkarê Tenduristiyê Cemîl Amed ku bi rengekî fermî li Başûrê Kurdistanê wezîfedar bûn, di 15’ê Cotmeha 2019’an de li Silêmaniyeyê bi balafirên şer ên bêmirov ên dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê, em hevalên xwe yên hêja yên kar, hevalên xwe yên leheng, hevrêyên fedakar û bi rûmet ên gelê xwe û pêşengên şoreşger ên tevgera xwe di salvegera yekemîn a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em biryardariya xwe careke din nîşan didin ku ji bo bîranîna wan em ê têkoşîna ji bo Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bi ser bixin.

HÊZÊN EMPERYALÎST XWESTIN ÊRIŞÊN 9’Ê COTMEHÊ JI XWE RE BIKIN FIRSEND

Artêşa Tirk a faşîst di 9’ê Cotmeha 2019’an de tevî komên xwe yên çete yên tecawizkar bi taybetî tevî çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê êriş bir ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê. Ev êrişa dagirkeriyê bi destûr û dilê DYE’yê hate kirin. Hêzên emperyalîst û netewe dewletên li herêmê êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi kar anîn û ji bo destketî û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê tasfiye bikin, xwestin veguherînin firsendê. Dewleta Tirk a faşîst hîn dest ji vê polîtîkaya xwe bernedaye. Êrişên ji bo tunekirina destketiyên Kurdan û qirkirina Kurdan, li her devera Kurdistanê bi alîkariya nokeran bênavber dewam dike.

Di demekê de ku êrişên dagirkeriyê li ser Serêkaniyê û Girê Spî hebûn, du hevrêyên me yên bi ruhê welatparêzî û azadiyê yê kûr xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj a şoreşgerî û kedeke mezin bûn, bi piştgiriya feraseta xayin û nokeran hatin qetilkirin. Tevî vê yekê jî rêveberî û hikumeta Başûrê Kurdistanê hîn bersiv nedaye ku komkujiya hevalên Demhat û Cemîl ji aliyê kê ve bi piştgiriya kê hatiye kirin. Em careke din radigihînin ku malbatên van hevrêyên me, gelê me û tevgera me ji bo ronîkirina komkujiya hevrêyên me Demhat û Cemîl li benda daxuyaniyeke têrker in.

Hin hêz di vê serdemê de jî civaka me ya Êzidî ya ku li dijî qirkirin û polîtîkayên komkujiyê yên DAÎŞ’ê li ber xwe da û hebûna xwe diparêze, ji derfetên xwerêveberî û xweparastinê bêpar dihêlin. Ev hêzên navborî derdorên noker ji nû ve xistine dewrê. Ji bo tunekirina destketiyên civaka me ya Êzidî, PDK û hikumeta Iraqê hevkarî kirine û li hev kirine. Vê polîtîkaya xwe jî bi navê hikumeta Başûrê Kurdistanê dimeşîne û dixwaze rewa bike.

Yên ku bûn bingeh ji şehadeta hevrêyên me re, ji operasyonên dagirkeriyê re û ji qetilkirina civaka me ya Êzidî re, yên ku rê dan vê yekê, hevkarî û teşwîq kirin, divê ji aliyê gelê me ve bê dîtin û li dijî wan helwestek, seknek dijber bê nîşandan."