KCK’ê biryara DMME û hikumeta Elmanyayê şermezar kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê redkirina serlêdana Ocalan a ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê şermezar kir ûgot ku, “Ewrûpayê bi awayekî eşkere gotiye ku, ew êşkenceya li Îmraliyê meşrû dibînin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya li ser êşkenceya li Îmraliyê şermezar kir. KCK’ê serdana Erdogan a li Elmanyayê jî nirxand û got ku, “Kesên ku xalîçeyên sor li ber Erdogan raxistine ew ê li hemberî wijdan û edaletê bişewitin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sersaxî ji malbata Umît Acar re xwest ê ku hefteya borî ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan xwe şewitandibû.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya Acar ev tişt hate gotin:

“Em dizanin ku Rêber Apo çalakiyên wisa qebûl nake. Lê ev çalakî tê wateya helwesta li dijî tecrîd û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê. Dema ku dîktator Erdogan çû Elmanyayê ev çalakî hatiye kirin û ev çalakî ji bo DMME, Elmanya, Ewrûpa û cîhanê peyamek e.”

KCK’ê di dûmahîka daxuyaniya xwe de nerazîbûn nîşanî biryara DMME da û got ku, “Di sala 21’emîn a komployê de DMME’yê serlêdana ji bo êşkenceya li Îmraliyê red kiriye. Ev jî tê wateya ku Ewrûpa pergala êşkenceyê meşrû dibîne. Dema mirov li serdana Erdogan a ji bo Îmraliyê binihêre, dibîne ku kî piştgiriyê dide desthilatdariya faşîst a li Tirkiyeyê.

SERDANA ERDOGAN JI BO SERMAYEYA ELMANYAYÊ YE!

Heke ciwanekî Kurd xwe bişewitîne, ev tişt tê wateya protestokirina komplogerên navneteweyî. Ev tê wateya protestokirina bêdengiya li hemberî tecrîda li Îmraliyê. Tê dîtin ku her tişt ji bo bûrjûwaziya Elmanyayê ye. Tişta ku ew dibêjin demokrasî, tenê veşartina rûyê mêtingeran e. Serdana Erdogan û biryara DMME rûpoşa Elmanyayê xistiye xwarê.

EM BIRYARA DMME Û HIKUMETA ELMANYAYÊ ŞERMEZAR DIKIN

Kesên ku xalîçeyên sor li ber Erdogan raxistine ew ê li hemberî wijdan û edaletê bişewitin. Heke DMME û Elmanya li hemberî dîrokê naxwazin bibin sûcdar divê helwesta xwe deynin aliyekî û guh bidin gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê û li wijdanê wan guhdarî bike.

Em vê biryara DMME û ya hikumeta Elmanyayê careke din şermezar dikin û diyar dikin ku gelê Kurd ji bo avakirina jiyana demokratîk û azadiya Rêber Apo wê ji niha û şûnde jî têbikoşe û bersiva pêwist bide cîhana wan a mêtingerî û berjewendiyan.”