KCK: Divê pirsgirêka li Iraqê bi rêya dîyalog û demokratîkbûnê bê çareserkirin

KCK: Weke Tevgera Azadiyê li Kerkûkê beriya ku şer destpê bike me diyar kiribû ku li hemû Iraqê pirsgirêk divê li ser bingehê diyalog û demokratîkbûnê bê çareserkirin. Wê ji niha û şûnde jî helwesta me bi vî rengî be.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di serî de têkildarî bûyerên li Kerkûk  û Başûrê Kurdistanê qewimîn daxuyaniyek da û wiha got: “Li navenda Rojhilata Navîn a ku Şerê Cîhanê yê Siyemîn diqewime, gihiştiye astekî dengeyên hêzên nû  û diyarbûna statukoyan.  Ji ber vê sedemê hêzên dijî Kurdan di dengeyên nû de ji bo bi bandor cih bigirin û statuyên nû qezenç bikin êrîşên xwe zêdetir kirine.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev xisûs derketin pêş:

“Li Kerkûk û Şengalê li şûna pirsgirêki bi rêyên diyalogê bê çareserkirin, helwesên bikaraîna hêzê ku pirsgirêkan çareser bike şermzar dikin, weke Tevgara Azadiyê  em carekî din didin nîşandan ku van cûre êrîşên li dijî gelê me qebûl nakin.

Li navenda Rojhilata Navîn a ku Şerê Cîhanê yê Siyemîn diqewime, gihiştiye astekî dengeyên hêzên nû  û diyarbûna statukoyan.  Ji ber vê sedemê hêzên dijî Kurdan di dengeyên nû de ji bo bi bandor cih bigirin û statuyên nû qezenç bikin êrîşên xwe zêdetir kirine. Carekî din dîsa diyar bu ku yekane pirsgirêka Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e. Dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê dest bi êrîş û polîtîkayên qirkirinê kirin, dijminahiya gelê Rojavakirin, ji bo astengkirina jiyana azad û demokratîk a Kurdên Rojava, daxwaza derxsitina Kurdan a ji Kerkûkê, bi êrîşa DAIŞ’ê re Fermana 74’an li ser civaka Êzidî hat, êrîşa artêşa Iraq û Heşdî Şebî vê rastiyê carekî din zelal raxist ber çavan.

Li Başûrê Kurdistanê, ji ber hesabên teng, berjewendiyên partiyan û hesabên bê bingeh çûna referandûmê hêla ku êrîş li ser Kerkûkê pêk were. Bi vê yekêr re dewleta Tirk a faşîst ev 2 mih in bi dijminên Kurdan re tê ba hev, bi polîtîkayên dijminahiya Kurdan û bi taybet hedefkirina Kerkûkê, hêla ku êrîş li ser Kerkûkê pêk were.

Li dijî van êrîşan rêveberiya Başûrê Kurdistanê û pêşmerge li ber xwe nedan û gelek bajêr û Kerkûk a ku Kurd lê dijîn ji hêzên dagirker re hêlan. Gerîlayên HPG’ê û welatiyên dildar ên Kerkûkê heta kêliya dawî Kerkûk bernedan û gel parasitin. Kê mixabin hêzên Başûrê Kurdistanê yên xwedî çekên giran piştgirî nedan berxwedêran. Piştî rojekê Şengal jî di nav de cihên ku PDK’ê ji bo gerîlayên YBŞ û HPG’ê derbixin şer kirin bê ku li ber xwe bidin ji Şehdî Şebî re hêlan. PDK, ya ku ev hemû gav avêtin bê ku bi gerîla û Tevgera Azadiyê ya ku hêza parastina gel e, ti hevdîtin û diyalog nekiriye.

Di rewşa siyasî û leşkerî ya li Rojhilata Navîn a ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê diqewime, derketina pêş a rewşa Kurdan a li Sûriye û Iraqê, şerê dijwar ê li Bakurê Kurdistan dom dike, yekîtiya netewî ya Kurdan hêla ku helwesta netewî bi lezgîn bê destgirtin. Em kongreya netewî, yekîtiya netewî pêk bînin, li ser mijarên girîng diyalog, helwestek hevpar û nêzîkatiyek netewî raber nekin, wê ji bo Kurdan serkeftinek mezin dernexe û encamên pir giran bi xwe re bîne. Di vî warî de divê komên Kurd ên siyasî bi lezgîn bê ba hev ji bo xeterî û gefên li dijî Kurdan hevdîtinên pêwîst pêk bînin û bibin xwedî helwestekî netewî.

Pirsgirêkên Kurd îro li Kerkûk, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dijîn, ji niha û şûnde jî wê li cihê din jî rast were. Pirsgirêka bingehîn a li Rojhilata Navîn çareseriya pirsgirêka Kurd e, di demê pêvajoya zelabûna dengeyên nû yên Şerê Cîhanê yê Siyemîn wê bi gelek pirsgirêkên nû re rû bi rû were. Di vê rewşê de diyalog û têkiliyên Kurdan ji her demê xwedî wate û girîngiye.

Pirsgirêka Kurd jî pirsgirêkeke ku bi nêzikatiya netewa demokratîk û xweseriyê were çareser kirin. Kerkûk bajareke ku Kurd, Ereb û Tirkmen lê dijî ye. Bêyî ku bê gotin Kerkûk ya va ne yan jî yê dine bi Netewa Demokratîk û li ser bingehê biratiya gelan bi sîstema demokrasiya xweser ji bo hemû Iraqê û Başûrê Kurdistanê dibe bibe modelek. Kerkûk, ne şer ku bandora aşitî û îstikrarê hebe modela herî baş ev e.

Li Kerkûkê bi êrîşên hêzên Iraq û Heşdî Şebî re beşek mezin yê nifûsa Kurd bajêr bi zorê mecbûr man bajêr biterikînin. Qebulkirina vê ne mumkîne. Bi teqez divê gelê Kurd vegere Kerkûkê, divê ti hêzekî siyasî û dewleta Iraqê nebe asteng. Eger ku polîtikiyên li Kerkûkê bêyî Kurdan were birêvebirin ev tê wateya hertim şer û aloziyê. Ev jî wê ne di berjewendiyên gelê Kurd jî di nav de ya ti hêzekî siyasî be.

Em weke Tevgera Azadiya Kurd li gel jiyana azad, xweser û biratî ya gelê Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryanî ya li Kerkûkê ne. Em ê her tim ji bo gelê Kurd û gelê Kerkûkê jiyanekî wisa bijî di nava hewldanan de bîn û di vê mijarê de tişta dikeve ser milê me em ê pêkbînin. Eger ku bê xwestin Kerkûk bêyî Kurdan were hiştin, em vê ti caran qebûl nakin. Di vê mijarê de pêwîste di destpêkê de gelê Kurd û hemû raya giştî ya demokratîk û mirovahî bi hişyar bin.

Weke Tevgera Azadiyê li Kerkûkê beriya ku şer destpê bike me diyar kiribû ku li hemû Iraqê pirsgirêk divê li ser bingehê diyalog û demokratîkbûnê bê çareserkirin. Wê ji niha û şûnde jî helwesta me bi vî rengî be.

Li Şengalê gelê me yê Êzidî bi êrîşa DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an bi qirkirinekê re rû bi rû ma. Gelê me yê Êzidî ne ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê û ne jî ji aliyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve hate parastin. Li Şengalê weke berê hebûna rêveberiya navendî nayê wê wateyê ku êdî Êzidî bi fermanekî nû re rû bi rû namînin û ev taloke ji holê nayê rakirin. Di vî alî de bi Meclîsa Xweser a Êzidxan xweser be û hêzên parastina Êzidxan ya parastina xweser bê çêkirin. Weke Tevgera Azadiya Kurdistan ku heta niha çawe be û niha pêve jî Êzixdan xweser be û avakirian parastina xweser ya xwe û di vî alî de berprisyariya ku dikeve li ser milê me wê were bicih anîn.

Pêwîste gelê me li dijî hemû êrîşên li dijî gelê Kurd bihişyar bin. Di vî alî de li Kerkûkê avakirian jiyana azad, demokratîk a gelê me de divê bi hişyarî tevbigerin. Bi awayekî lezgîn li dijî êrîşên li ser Êzidxanê jî, piştgiriyê bidin gelê me yê Êizdî û ji bo xwedî derketina li gelê me yê Êzdî li ser derî rabe ser piyan.”