KCK: Divê li hemberî dewleta Tirk eniya demokratîk ava bibe

KCK: Roja roja serhildanê ye, roja têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê ye. Em bang li hemû kesan dikin ku bila di nav vê berxwedana dîrokî de cih bigire û serdema Şaristaniya Demokratîk ava bikin.

Hevsreokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê gefên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin.

“Dewleta Tirk a mêtinger bi salan xwest tevî çeteyên DAÎŞ’ê Şoreşa Rojava bixeniqîne û rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bike. Dewleta Tirk hewl dide pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilweşîne û bi vê re jî dixwaza pergala xwe ya qirker a faşîst li ser pêyan bigire. Gelên Bakurê Sûriyeyê yên ku li hemberî DAÎŞ’ê 10 hezar şehîd dan û 20 hezar gaziyên wan hene. Lê  dewleta Tirk a dagirker êrîşî wan dike. Yên ku cesaret dida van jî Trûmp e yê ku îddîa dike wî  DAÎŞ têk biriye. Derketiye holê ku peymana di navbera DYE û Tirkiyeyê ya qaşo ji bo ewlekariya sînor e, bûye peymana ku pêşiya dagirkeriyê vedike. Bi vê re dewleta Tirk xelat dikin û ceza didin gelên Bakurê Sûriyeyê yên ku li hemberî DAÎŞ’ê 10 hezar şehîd dane.

Piştî krîza siyasî ya li Sûriyeyê El Nusra û DAÎŞ’ê êrîş kir û her dera Sûriyeyê desteser kirin, gelê Kurd rabûn ser pêyan û li gund û bajaran xwerêveberiya xwe ava kirin. El Nusra û DAÎŞ’ê êrîşî van xweseriyan kirin lê gelên Bakurê Sûriyeyê li hemberî êrîşên van çeteyan li ber xwe dane û qadên xwe yên azad û demokratîk ava kirine.  Bi berxwedana Kobanê re êdî DAÎŞ ber bi têkçûnê ve çûye.

Gelên Bakurê Sûriuyeyê li hemberî DAÎŞ’ê 10 hezar şehîd dane û ji bo hemû mirovayetiyê şer kirin. Ji ber ku qadên jiyanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin berpirsyariya siyasî, wijdanî û exlaqî ya hemû mirovayetiyê de ye.

Heke şoreşgerên Rojava û berxwedana gelên Bakurê Sûriyeyê nebûya wê hemû Sûriye têketa destê çeteyan. Avakirina pergala xweser a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya parastina yekîtiya siyasî û parastina axa Sûriyeyê. Ji ber vê jî Tirkiye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehdîd dike. Tekane armanca Tirkiyeyê heye, wekî li Efrînê pergala demokratîk hilweşîne û gel ji cihên wan koçber bike.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê me her dem diyar kir ku divê di nav yekîtiya Sûriyeyê de kêşeyên xwe çareser bikin û me bal kişandibû ser vî tiştî ku em li dijî feraseta parçekirina Sûriyeyê ne. Îro jî em diyar dikin ku divê kêşe di çarçoveya demokrattîkkirina Sûriyeyê de werin çareserkirin.

A niha tekane hêza ku gefan li ser axa Sûriyeyê dixwe, dewleta Tirk e. Hemû hêzên ku alîgirên yekparebûna axa Sûriyeyê ne, divê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk şer bikin û van dagirkeran ji Sûriyeyê derxînin.

Êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya ku êrîşî hemû gelên Sûriye û Rojhilata Navîn were kirin. Divê gelên Sûriyeyê û gelên Rojhilata Navîn di serî de, hemû mirovayetî li ber xwe bide. Çawa ku li hemberî DAÎŞ’ê tifaqa parastina nirxên mirovayetiyê hate kirin divê niha jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk eniyeke demokratîk were avakirin.

Êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd e. Her destkeftiya li parçeyekî Kurdistanê hêza Kurdan xurt dike û her êrîş jî Kurdan qels dike. Divê gelê me yên li her çar parçeyên Kurdistanê rabin pêyan û pişgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Tevlêbûna berxwedana li hemberî dewleta Tirk jî tê de divê her cure alîkariyê bide.

Roja roja serhildanê ye, roja têkbirina faşîzma AKP û MHP’ê ye. Em bang li hemû kesan dikin ku bila di nav vê berxwedana dîrokî de cih bigire û serdema Şaristaniya Demokratîk ava bikin.”