KCK: Dîrokê yekîtiya netewî li ser me ferz kiriye

Peyama KCK’ê li Şêwra Yekîtiya Netewî hate xwendin. Di peymanê de hate gotin, ‘’Dîrokê û gelê me li ser me ferz kiriye ku em Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî pêk bînin.’’

Endamê dîplomasiya KCK’ê Serhed Varto bi navê KCK’ê, ji bo Şêwra Yekîtiya Netewî ya KNK’ê peyamek xwend û destnîşan kir ku Yekîtiya Netewî, ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî yekpare û bi rêyên siyasî-demokratîk were çareserkirin pêwîst û ferz e. KCK diyar kir divê Kurd teqez yekîtiya xwe saz bikin.

Di komxebata KNK ya li Silemanî de Peyama KCK’ê ji aliyê endamê dîplomasiya KCK’ê Serhed Varto ve hate xwendin. KCK destnîşan kir ku di şerê li Rojhilata navîn de mijara sereke statuya gelê Kurd e û ji bo kurd statuya xwe bi dest bixin divê ji hêza xwe bawer bin û berî her tiştî yekîtiya xwe saz bikin. KCK got, “Divê teqez em yekîtiya xwe saz bikin, bi hedefa azadiya Kurdan û demokratîk kirina Rojhilata Navîn di pêvajoya siyasî de roleke çalak bilîzin.”

Her wiha KCK destnîşankir ku yekîtiya netewî mecburiyetek e û heya pirsgirêka Kurd bi awayekî yekpare neyê çareserkirin, ti garantiya çareseriyeke li parçeyan çêdibe nîne. KCK bal kişand ku yekîtiya netewî wezîfeyek ku dîrok û gelê Kurd li ser milê partiyên siyasî ferz dike û diyar kir ku di mijara Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî de amade ne ku hemû berpirsyariyên dikevin ser milê wan pêk bînin. KCK got: “Pir şaş e ku pirsgirêkên di navbera hindek partiyên siyasî de li pêşiya yekîtiya netewî asteng werin dîtin. Li dewsa ku em pirsgirêkan weke astengiyeke li pêşiya Yekîtiya Netewî bibînin, Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî weke platformeke çareseriyê ya hemû pirsgirêkên xwe dîtin, wê nêzîkatiyeke hîn rasttir be.” KCK her wiha daxwaz kir ku xebatên yekîtiya netewî bi nîqaşên komxebata KNK re sînordar nemînin, derbasî asteke jor bibin û tê de prensîb û xalên esasî yên Yekîtiya Netewî werin nîqaşkirin.

Berfirehiya peyama KCK ku di komxebatê de hate xwendin wİha ye:

 

MIJARA SEREKE STATÛYA GELÊ KURD E

 

Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn rû dide. Helbet, bêgûman wê di encama vî şerî de, wek di şerê cîhanê yê yekemîn de bûye, pergaleke nû ya Rojhilata Navîn û cîhanê bê avakirin. Di rewşa heyî de pirsgirêka wê Kurd di nava pergala nû ya Rojhilata Navîn û Cîhanê de cih bigire an negire, bûye mijare sereke ya şer. Ev,destkeftî û yan jî wendakirinên Kurdan wê ne tenê çarenûsa Kurdan, jêdera xwe ji diyarkirina çarenûsa Rojhilata Navîn jî digire. Ji ber ku bûyîna xwedî statû ya Kurdan an jî nebûn, wê karektera sîstema nû diyar bike. Eger Kurd bibin xwedî statû, ev ê bide nîşan ku pergala nû ya Rojhilata Navîn li ser hîmên demokratik dê were avakirin. Di vê rewşê de ne tenê Kurd, wê hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest û pêkhateyên civakî yên cûda jî bigihin mafên xwe yên rewa û azadiya xwe. Lê eger Kurd bê statû bimînin, wê di serî de Kurd hemû gelên Rojhilata Navîn mîna di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de bû, wê rû be rûyê pergalên qirkirinê yên mezin werin.

KURD DIVÊ JI HÊZA XWE BAWER BIN

Di vî şerî de rewşa Kurdan a girîng, ji me re hem derfetên azadiyê yên mezin pêşkêş dike, hem jî metirsî û talûkeyên mezin di nava xwe de dihewîne. Metirsî, ji ber Kurd û Kurdistan di navenda vî şerî de cih digire. Ji ber aliyên şer hema bêje li ser Kurd û Kurdistanê pev diçin. Di vî şerî de hêzên dagirker û statûkoparêz di pêşengiya dewleta Tirk de li dijî Kurdan cih girtine. Nabe ku em bifikirin yên daxwaza guhertina statûkoyê dikin, li pişt Kurdan in, evê bê wateya şaşitiyeke mezin. Bi kurtahî li dijî êrîşan Kurd, neçar in ku bi hêza xwe bawer bin û pişta xwe bidin hêza xwe. Lê, divê were zanîn ku tiştê ku ji bo Kurdan xeter û metirsîdar e, di heman demê de di nava xwe de derfetên azadiyê jî ji bo Kurdan pêşkêş dike. Ev jî rastiyek e. Ji lewma di navenda şer de cih girtin, ji bo Kurd û Kurdistanê helwest û sekneke stratejîk jî dide qezenc kirin. Eger ev rol û sekna Kurdan baş were nirxandin, wê ji bo Kurdan azadî, ji bo Rojhilata Navîn jî demokrasiyê bîne.

DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN KURDAN JI HOLÊ RAKIN

Bêguman rol û girîngiya Kurdan a di vî şerî de, bi saya têkoşîna gelê me ya li çar parçeyên Kurdistanê û bi saya berdêlên mezin pêk hatiye. Di encamê de li çar perçeyên Kurdistanê û qada nav netewî de destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Niha hêzên mêtînger ên bi pêşengiya dewleta Tirk, dixwazin destkeftî, rol û misyona Kurdan a heyî ji holê rakin. Hêzên navdewletî jî van destkeftiyan li gorî projeyên xwe yên siyasî bikartînin. Ev yek ji bo Kurdan rewşeke pir metirsîdar û xeter e. Her çiqas sedemên vê rewşê dîrokî bin jî, hêzên navdewletî û dewletên dagirker wek çavekî tunekirin û bikaranînê li Kurdan dinêrin, sedema vêya jî, Kurd bi xwe ne. Parçebûna di navbera hêzên Kurd de her tim û bi berdewamî daxwaza qirkirina Kurdan a ji aliyê hêzên dagirker û mêtinger ve mezin dike, heta dem dem xizmetê ji vê yekê re dike.

DIJMIN XWE DI NAV PARÇEBÛNA KURDAN DE VEDIŞÊRIN

Dîsa ev rewşa parçebûyî a Kurdan, avakirina têkiliyên stratejîk bi hêzên naxnetewî re jî asteng dike. Ji ber li holê saziyeke li ser navê tevahî Kurdan mûxatab bê girtin nîne, herkes Kurdan li ser esasê pêkanîna armanc û projeyên xwe dibîne. Bi kurtayî li ser navê hemû Kurdan ji xwe re muxatabekî pê re dijminatî yan jî dostayî bike nabîne. Ji ber wê li holê ne dijminê Kurdan, ne jî dostên Kurdan hene. Dijmin xwe di nava vê parçebûna Kurdan de vedişêrin, dost jî derfet nabînin ku xwe eşkere bikin. Ji ber wê jî hêzên dagirker neyartiya li dijî Kurdan dibin navê filan partiyê yan jî saziyê de vedişêrin, dost jî bi Kurdan re tenê li pişt deriyên girtî hevdîtinan pêk tînin.

ÇAVKANIYA HÊZGIRTINA KURDAN YEKÎTIYA NETEWÎ YE

Hemû partiyên Kurd têkiliyên xwe bi hêzên cûda yên herêmî û navnetewî re hene. Bêgûman hemû partî, bi navê Kurdan hewl didin ji van têkiliyan hêz bigirin. Lê divê ev baş were zanîn ku çavkaniya esasî ya hêzgirtinê ya Kurdan, di Yekîtiya Netewî de ye. Yekîtiya Netewî, weke xezîneyeke Kurdan ya hîn devê wê ne hatiye vekirin e. Hevparkirina hêza heyî ya Kurdan a di qada siyasî, leşkerî û dîplomatîk de, wê sînerjiyeke muezem derbixe holê. Yekîtiyeke wisa wê encamên xwe yên siyasî yên cidî hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Rojhilata Navîn hebe. Ji lewma divê teqez em yekîtiya xwe saz bikin, bi hedefa azadiya Kurdan û demokratîk kirina Rojhilata Navîn di pêvajoya siyasî de roleke çalak bilîzin.

YEKÎTIYA NETEWÎ MECBÛRÎYETEK E

Yekîtiya Netewî, ji bo pirsgirêka Kurd bi awayeke yekpare û bi rêyên siyasî-demokratîk çareserkirinê mecbûriyetek e. Di fezayeke ku hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî de, ne gengaz e ku pirsgirêkeke Kurd ya li parçeyeke Kurdistanê ji parçeyên din qut, were çareser kirin. Heta ku pirsgirêka Kurd bi awayekÎ yekpare neyê çareser kirin, ti garantiya çareseriyeke li parçeyan çêdibe nîne. Di demeke de ku Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên xwe heye jî, dibin pêşengiya dewleta Tirk de pêkhatina tifaqeke dijî Kurd ya hêzên mêtînger vê rastiyê pir bi awayeke vekirî radixe berçavan. Ji lewma divê Kurd bi şêweyeke yekgirtî, çareseriya pirsgirêka Kurd li ser hemû mûxatabên xwe ferz bike. Ji ber ku tu dewleteke mêtînger, nikare di heman demê de dijminahiya hemû Kurdan bigire, berçav. Hêzên ku heta niha li dijî Kurdan bihevre di nava tifaqê de bûn, dema ku Kurd bûn yek ji bo Kurdan re tifaqê bikin, wê bihevre bikevin nava pêşbaziyekî de.

KONGREYA NETEWÎ WÊ BIBE PLATFORMEKE ÇARESERIYÊ

Yekîtiya Netewî ne tenê ji bo ji pêşketinên siyasî yên konjektûrî re bibe bersiv, pêwîst û ferz e. Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî, wê hem bibe platformeke çareseriyê ya di nava Kurdan de, hem jî weke saziyeke bingehîn ya demokrasiya Kurdan pêwîst û ferz e. Kurd ku li Rojhilata Navîn bûne qurbanê dewlet û saziyên dij demokratîk, ji hemû kesê zêdetir pêwîstiya xwe bi zêhniyet, jiyan û saziyên demokratîk heye. Kurdîtiyeke di nava xwede çanda demokrasiyê nede rûnişkandin û saziyên demokratîk ava neke, wê ne bikare pirsigrêkên xwe yên navxweyî çareser bike, ne jî gengaze ku pirsgirêkên xwe yên bi dewletên desthilatdar re çareser bike. Pir şaşe ku pirsgirêkên di navbera hindek partiyên siyasî de li pêşiya yekîtiya netewî asteng werin dîtin. Li dewsa ku em pirsgirêkan weke astengiyeke li pêşiya Yekîtiya Netewî bibînin, Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî weke platformeke çareseriyê ya hemû pirsgirêkên xwe dîtin, wê nêzîkatiyeke hîn rasttir be.

 

YEKÎTIYA NETEWÎ DAXWAZA HERÎ MEZIN A GELÊ KURD E

Yekîtiya Netewî ku ji Ehmedê Xanê heya niha daxwaza herî mezin ya gelê me ye, bi dehan rêberên îsyanan, piştî ezmûnên bi êş, sedema binkeftinên xwe, bi ne pêkanîna yekîtiya netewî ve girêda ne. Xeyalê Ehmedê Xanê, her nefereke Kurd yên zarokên bi êş yên ezmûnên bi ser Şêx Seîd, Seyîd Riza, Berzencî û Qazî Mihemed de hat ji me pêkanîna Yekîtiya Netewî dixwazin. Tevgera me, ji dema ava bûye ve heya niha Yekîtiya Netewî hem weke şertê serkeftinê ya têkoşîna azadiya gelê me, hem jî weke pêwîstiyeke jiyana demokratîk dîtiye.

 

DIVÊ XALÊN ESASÎ YÊN YEKÎTIYA NETEWÎ WERIN NÎQAŞKIRIN

Ji lewma em ji vir dûbare û bi awayeke eşkere dibêjin ku Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî, wezîfeyeke ku dîrok û gelê me li ser me partiyên siyasî ferz dike ku em pêk bînin. Em Tevger, di mijara Yekîtiya Netewî û Kongreya Netewî de amade ne ku hemû berpirsyariyên dikevin ser milê me pêk bînin. Ji lewma em vê komxebatê, weke gaveke pir hêja û watedar ya ji bo yekîtiya netewî hatiye avêtin dibînin. Em ji we hemû beşdarvanên hêja û şandeya KNK’ê daxwaz dikin ku xebatên Yekîtiya Netewî, bi nîqaşên li vir werin meşandin re sînordar nehêlin, derbasê asteke jor bibin ku  tê de prensîb û xalên esasî yên Yekîtiya Netewî werin nîqaşkirin.’’