KCK: Di dema afetê de piştevanî gelekî girîng û hêja ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî erdheja ku doh li Îzmîrê rû da daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di dema afetên mîna erdhejê de girîng e di asta herî bilind de piştevanî hebe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji malbat û xizmên kesên ji ber erdheja li Îzmîrê û derdora wê jiyana xwe ji dest dan, sersaxî ji birîndaran jî şêfa xêrê xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Afetên mîna erdhejê rewşên welê ne ku piştevaniya civakî divê di asta herî bilind de bê nîşandan. Hişmendiya piştevaniya civakî herî zêde di afetên wiha de xurt dibe. Lewma di rewşeke wiha de bawerî û nasnameya xwe çi dibe bila bibe, girîng e di asta herî bilind de piştevanî çêbibe. Civakîbûn û netewebûna demokratîk vê yekê ferz dike. Ya ku îro li Îzmîrê qewimî dibe ku demeke din li deverên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê rû bide. Piştevaniya ku îro bê kirin, hem şertê cîrantiyê ye hem jî piştevanî û başiya li xwe ye.

Li welatekî mîna Tirkiyeyê ku gel û bawerî li hev hatine sorkirin, piştevanî dermanê nexweşiyên bi vî rengî ye. Di dema afetê de bi piştevaniyeke wiha re nebaşî dikare bê kêmkirin û civak bêhtir nêzî hev bibin. Ji ber vê yekê piştevaniya civakî gelekî girîng û hêja ye.

Beriya kapîtalîzmê, civak hemû piştevan bûn. Kapîtalîzmê karakterê piştevaniyê yê li nava civakê lawaz kir û civak û kesayet hewcedarê dewletan kir. Di dîrokê de mirovahî ti carî di vê astê de hewcedarê dewletan nebûn. Ji ber ku destpêkê birînên xwe ji aliyê cîranên xwe ve dihate pêçandin. Afet, li dijî kapıtalîzma ku mirovan di nava madiyatê û ezeztiyê de difetisîne û li dijî çanda wê, nirxê çanda civakîparêziyê careke din radixe pêş çavan.

Gelê Kurd jî li her devera ku lê ye, ji bo pêçandina êş û birînên xwişk-bira û cîranên xwe, wê bi berpirsyariya xwe rabe. Em di wê baweriyê de ne ku afetên bi vî rengî wê nirxên civakî û biratiyê yên gelan xurtir bikin. Bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane bin û em di wê baweriyê de ne ku bi piştevaniya civakÎ wê birîn di dema herî kurt de bên pêçandin."