KCK: Bila kes guh nede daxuyaniyên provokatîf û tevdanê

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê got, "Divê ti hêza siyasî guh nede nûçeyên şaş ên tên weşandin; têkildarî provokasyon û tevdanê divê hişyar bin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê de hat ragihandin, ku mîna li gelemperiya Rojhilata Navîn, li Iraqê jî pirsgirêk bi temamî çareser nebûne û aramî pêk nehatiye. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê destnîşan kir, ku di nava rewşeke bi vî rengî de gelek provokasyon tên kirin û bi armanca şerê taybet nûçeyên şaş tên weşandin. Daxuyaniya komîteyê wiha ye:

"Mîna li gelemperiya Rojhilata Navîn, li Iraqê jî pirsgirêk bi temamî çareser nebûne û aramî pêk nehatiye. Di rewşeke bi vî rengî de provokasyon tê kirin û bi armanca şerê taybet nûçeyên şaş tên weşandin. Yek ji van mînakan jî nûçeyên derewîn ên Tirkiyeyê û hêzên ser bi Tirkiyeyê ve ne, ku dixwazin gelên Kurd û Ereb ên li Iraqê li hemberî hev rakin. Parlamenterekî Tirkmen ên li Parlamenta Bexdayê axivî, bi derewan got, ku Fermandariya Giştî ya HPG'ê gotiye 'Em ê li Bexdayê bombeyan biteqînin'. Daxuyaniyeke Fermandariya HPG'ê ya bi vî rengî nîne. Tevgera Azadiyê, ne dibe hêza ku şerê navbera gelan dide destpêkirin, ne jî cihê xwe di nava şerekî bi vî rengî de digire.

Tevgera Azadiyê alîgirê wê yekê ye, ku pirsgirêkên li Iraqê bi hevdîtinên siyasî werin çareserkirin. Sorkirina aloziyê û derxistina şer, li berjewendiyên gelan nayê. Nepêkan e ku tevgera me bibe aliyekî şerê navbera gelan. Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji bilî xweparastina li pêşberî êrîşeke li dijî gelê me, wê nekeve nava ti hewldan û polîtîkayeke cuda.

Fermandarê Giştî yê HPG'ê hevalê me Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku eger Tirkiye êrîşî Başûrê Kurdistanê bike, em ê gelê xwe biparêzin. Ji bilî vê yekê, fermandariya HPG'ê ti daxuyanî nedaye. Ji xwe dewleta Tirk û hêzên azadiyê yên Kurd her roj li hemberî hev şer dikin. Dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî wê vî şerî belav bike. Xuya ye hêzên noker ên Tirkiyeyê ji vê daxuyaniyê aciz bûne, ku hewl didin Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Ereb û hikumeta navendî ya Iraqê bînin hemberî hev. Bi vî rengî dixwazin bingehê ji dagirkeriya Tirkiyeyê re amade bikin.

Divê gelê Kurd û gelên Iraqê zanibin, ku Tevgera Azadiyê ya Kurd alîgirê wê yekê ye ku li ser bingeha azadî û biratiya gelan pirsgirêk werin çareserkirin. Ji bilî vê yekê ti armanceke xwe ya siyasî û ajandayeke xwe nîne. Ji ber vê yekê, tevgera me ya azadiyê ne alîgirê sorkirina aloziyê û derketina şer e. Jê bawer e ku pirsgirêk dikarin bi rêyên siyasî û danûstandinan bê çareserkirin. Tevgera me ya azadiyê, li ser bingeha biratiya gelan, jiyana azad û demokratîk weke bingeha aştî û aramiyê dibîne. Lewma, heta ku êrîş li tevgera azadiyê û gelê me neyê kirin, hêzên azadiyê wê timî di nava nêzîkatî û têkiliyên dostane de bin. Ji ber vê yekê, divê ti hêz guh nede nûçeyên şaş ên tên weşandin; di mijara provokasyon û tevdanê de jî hişyar bin."