KCK’ê diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana xwe li ser azadiya gelê Kurd kiriye û got, ‘’Gelê Kurd jî ji ber ku Rêber Apo Kurd anîne vê astê, 4’ê Nîsanê weke vejîna Kurdan pîroz dike’’
Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya têkildarî 4’ê Nîsanê wiha ye:
Em rojbûna Rêber Apo di serî de li Rêber Apo ku gelê Kurd ji gergerîna qirkirinê xilas kir, anî rewşeke ku ji bo azadiya xwe têdikoşin, di serî de li jinên Kurd li hemû Kurdan pîroz dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê vê jidayikbûnê bi Kurdistana azad û demokratîk tacîdar bikin.
Rêber Apo her carê bi wê berpirsyariyê tevgeriyaye ku bibe zarê xêrdar ê dayika xwe û Kurdistanê. Rêber Apo wê weke kesayatiyeke kêmpeyda ku hebûna xwe ya li dinyayê heq dike, bikeve nav rûpelê dîrokê. Rêber Apo hemû temenê xwe daye wê ku Kurd bikaribin bibin xwedî hişmendiya ku hebûna xwe bidomînin, xwe birêxistin bikin û têkoşînê geş bikin.
Di hemû qadên jiyanê de ji bo ku Kurd jiyana xwe ya azad û demokratîk bi dest bixin hewldaneke derasayî daye û tim di nav têkoşînê de bûye. Di encama vê hewldan û têkoşînê de îro Kurd hatine wê rewşê ku ji bo azadiya xwe şer dikin. Îro li Rojhilata Navîn di nav gelan de yên ku azweriya wan a bi jiyana azad û demokratîk herî zêde ye, Kurd in. Ji bo ku Kurd anîne vê astê jidayikbûna Rêber Apo bûye vejîna Kurdan. Gelê Kurd jî ji bo ku Kurd anîne vê astê 4’ê Nîsanê weke vejîna Kurdan pîroz dikin.
Kurdên ku salên 1970’yî hatibûn ber qirkirinê piştî ku Rêber Apo weke Kawa hate ser qada dîrokê dîsa çavê xwe li jiyanê vekirine. Rêber Apo hem kiriye ku Kurd dîsa çavê xwe li jiyanê vekin û hem jî di şexsê jinên Kurd e kiriye ku hemû jin çavê xwe li jiyanê vekin. Ji bo vê jî herî pêş jin li Rêber Apo xwedî derdikevin, azadiya Rêber Apo weke azadiya jinê dibînin û di pêşiya têkoşînê de cihê xwe digirin.
Pîrozkirina rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd û jinan pîrozkirina rojbûna xwe ye. Piştî ku gelê Kurd û jinên Kurd bûne xweyî wê hişmendiyê ku dixwazin wan qir bikin, kiriye ku pê re têkoşîna jiyana azad û demokratîk jî berz bibe. Heke ew bîr û bawerî çêbû ku wateya jidayikbûna Rêber Apo ji bo Kurdan û jian çiye, ev hişmendî teqez e ku wê gelê Kurd di xeta azadîxwaziya jinê de bigihîne jiyana azad û demokratîk. Li ser vê bingehê bi dîtina ku bûyina Rêber Apo çi nirx bi dest Kurdan û jinan ve aniye, di serî de Amara, em bang dikin ku li her deverê rojbûna Rêber Apo were pîrozkirin’’