KCD: Têkoşîna şehîdên Cizîrê çavkaniya têkoşîna me ye

KCD'ê şehîdên jêrzemînên Cizîrê bi bîr anî û got, "Têkoşîn û berxwedana wan a lehengî wê bibe çavkaniya dilsozî û biryardariya me ya têkoşînê."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya salvegera komkujiya Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Tifaqa nîjadperest a AKP-MHP'ê ku li ser dijminatiya li Kurdan ava bûye, ji her hêlê ve bi awayekî dijwarî êrîşî gelê Kurd dike û ev êrîş dewam dikin.

2 sal berê daxwaza gelê Kurd a xwerêveberiyê ku daxwaza herî rewa û demokratîk e, bû hedefa êrîşên giran.

Piştî berxwedana li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û hwd., gelek bajar û navçeyên Kurdan hatin hilweşandin, wêrankirin û zarok û jin jî di nav de bi sedan kes hatin kuştin.

Bi van komkujiyan re xwestin daxwazên gelê Kurd ên demokratîk û neteweyî û bi vê re têkoşîna gelê Kurd têk bibin.

Li jêrzemînên Cizîrê nêzî sêsed Kurdên sivîl bi awayekî hovane bi topbarana tangan hatin şewitandin.

Îro 3'emîn a salvegera komkujiya Cizîrê ye. Di 3'emîn salvegera komkujiyê de em di şexsê Mehmet Tûnç, Asya Yuksel de berxwedêrên xwerêveberiyê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em diyar dikin ku têkoşîn û berxwedana wan a lehengî wê bibe çavkaniya dilsozî û biryardariya me ya têkoşînê."