KCD: Tecrîda li Îmraliyê tê wateya kaos û şer

KCD'ê destnîşan kir ku dewamkirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya şer û kaosê û bang li saziyên mafên mirovan û hêzên neteweyî û navneteweyî kir ku li dijî tecrîdê bi berpirsyarî tevbigerin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dema ku pergala hegomonîk ya Kapîtalîzmê dikeve serdema krîzê; şer, mirin û bi koçkirinan re mafên mirovan tên binpêkirin. Di vê çerçoveyê de di roj û hefteya Mafên Mirovan de ji civakên cûda bertek û nerazîbûnên ku tên, dide xwiyakirin ku rewşa heyî nayê berdawam kirin. Daxwaza gel ya azadiyê ku bi buhara Ereban dest pê kir, bi mîlyonan mirov daketin kolanan û asta ku têkoşîna gel ê Kurd a sedsalan hatiyê, krîza heyî hêj kurtir dike û arasteyî çareseriyê dike.

Li gorî me sedema bingehîn a krîza heyî tecrîda ku li grava Îmraliyê tê berdewam kirin e. Fikir û pêşniyarên Brêz Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd sedema pêkanîna vê tecrîdê ye. Berdewamkirina tecrîdê rêbazên berdewamkirina vê kaosê ye.

Li Tirkiye yê jî, desthilatdariyê, bi hewla darbeya 15’ê Tîrmehê şensê avakirina rejîmek li gorî dilê xwe bidesxist. Ji ber vê yekî mafên demokratîk ên herî kêm jî ji hêla desthilatdariyê ve ji holê hatine rakirin.

Pêkûtiyên li hemberî qada siyaseta demokratîk, binçavkirin, girtin û bi tayînkirina qeyûman gespkirina vîna gel, mafê meş, çalakiyên protestoyî û êrîşên bê pîvan pêkanînên faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ji van binpêkirinan ya herî mezin û bê hiqûqî jî sepandinên li hemberî Kongreya me, pêkûtî û binçavkirin in. Desthilatdariyê bi pêkûtiyên ku li dijî civakê pêktîne, welat veguherandiye qada rûniştantina darizandinê.

Ji ber domdariya şer û êrîşan, butçeya gel ji bo aboriya şer û serayê tê veqetandin û gel ber bi xizanî û bê çareseriyê ve hatiye kaşkirin. Polîtîkayên, qetilkirina sedan jinan a her sal, berdewamkirina pergala baviksalarî û rejîma heyî jî bi awayekî hevrast berdawam dike.

Ev sepandinên ku di van rojên ku mafê mirovan tê axavtin de bi seranserê xwe her yek binpêkirinek mezin e. Mixabin binpêkirina mafê mirovan ên ku di serî de li grava Îmraliyê û li girtîgehên din tên meşandin de nayên qebûlkirin."