KCD komkujiya li Başûrê Kurdistanê şermezar kir

KCD’ê komkujiya li Başûrê Kurdistanê ya bi balafirên şer ku di encamê de 10 welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê hatin kuştin şermezar kir û ji ber bêdengiya Hikûmeta Başûr a li ser komkujiyan rexne li rêveberiya Başûr anî.

Kongreya Civaka Demoktratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser komkujiyên dewleta Tirk ên bi SÎHA û balafirên şer ku li ser gelê Kurd dikin, dîktatoriya AKP’ê her ku diçe komkujiyên li ser Kurdan zêde dike. KCD’ê diyar kir ji ber sedema bêdengiya Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê ya li dijî van erîşên dewleta Tirk, rê li ber komkujiyên dî vedibe. 

Daxuyaniya KCD’ê ya li ser komkujiya Başûrê Kurdistanê wiha ye:

‘Dewleta Tirkiyeyê sed sal in bênavber li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên qirkirinê dimeşîne û niha ev polîtîka ji hêla hikûmeta AKP’ê ve bi awayekî dijwar tê meşandin.

Komkujî û zextên di sedema dîktaroriya AKP’ê de tên meşandin her roj yek lê zêde dibe. 

Li erdnîgariya Kurdistanê her roj welatiyên sivîl ji hêla balafirên şer û Balfirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ji hêla zavê Erdogan, Bayraktar ve hatiye çêkirin, têne bombebarankirin. Di encama bomberanan de di serî de li Colemêrg û Licê li gelek deveran bi dehan welatiyên me jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Di 21’ê tebaxa 2011’an de gundê Kortek ji hêla balafirên şer ve hat bombebarankirin û pitika biçûk Solîn jî di nav de 4 jê zarok 7 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dabûn.

REXNEYA LI RÊVEBERIYA HERÊMA FEDERA YA KURDISTANÊ

Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê li hemberî vê komkujiyê bêdeng mabû û ev bêdengî rê li ber komkujiyên din vekir.

Herî dawî balafirên şer welatiyên li gundên Horê, Rêkan û Nerwê yên başûrê Kurdistanê diçûn ser bax û baxçê xwe bombebaran kirin û di encama bomberanê de 10 welatî jiyana xwe ji dest dan.

Bêdengiya Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê ya li hemberî van komkujiyan, cesaretê dide dîktatoriya AKP’ê û ji ber vê yekê bombebaranên xwe dijwartir dike. Di ser de Herêma Federe ya Kurdistanê, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê, em bang li gelê xwe û civaka navneteweyî dikin ku li hemberî van komkujiyan bi hestyarî tevbigerin û berteka xwe nîşan bidin.

BANG

Bila rehma Xwedê li Kesên di vê êrîşa dawî de jiyana xwe ji dest dane be û sersaxiyê ji malbatên wan dixwazin. Em van êrîş û komkujiyan a li hemberî welatiyên me bi awayekî eşkere li ber çavên dinyayê pêk hatiye şermezar dikin.