KCD: Kedkar wê AKP-MHP'ê têk bibin!

KCD'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û diyar kir ku kedkar wê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin. KCD'ê ji bo mîtînga banga tevlîbûnê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser 1'ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî da.

KCD'ê 1'ê Gulanê li karker, kedkar û gelan pîroz kir û diyar kir ku AKP'ê hewldana darbeyê kiriye darbeyek faşîst ji bo tepisandina kedkaran.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi vê armancê, medya, daraz, zanîngeh, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên kedê, sendîka, nivîskar, akademîsyen, kedkar, bawermend û hwd. hemû alî, kes û saziyên li ber vê dîktatoriyê rabûn bûn hedefa tifaqa AKP-MHP'ê. Ji bo wan bêdeng bikin û tasfiye bikin êrîşên dijwar dikin.

Zêdeyî sedhezar kedkarên cemaweriyê û karker, rewşenbîr, akademîsyen, kedkarên çapemeniyê, nivîskar û hwd. bêyî ku biryara darazê hebe ji kar hatin derxistin. Bi vê re xwestin bi birçîbûne civakê terbiye bikin û serê xwe li ber faşîzma AKP-MHP’ê deynin.

Bi deh hezaran siyasetmedar, akademîsyen, rêveberên rêxistinên saziyên sivîl hatin binçavkirin û girtin. Xwestin siyaseta demokratîk û muxalefetê çavtirsandî bikin û tasfiye bikin.

Bi bêdengkirina medya, çapemeniya rexnegir a muxalîf û demokratîk re sîstema 'çapemenî-medya' hawizê ya di xizmeta faşîzma AKP-MHP’ê de ye ava kirin.

'FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê WÊ WERE TÊKBIRIN'

Lê belê, em zanin û di wê baweriyê de ne ku wê ti carî gelê me û hemû çîna kedkar ên Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî van pêkanînên faşîzan û rejîma dîktatoriyê dev ji têkoşîna xwe bernede. Faşîzma AKP-MHP'ê wê wekî mînakên li dinyayê rû dane têk bibin û vê têkoşînê bi ser bixînin.

1'ê Gulanê cejna karkeran, roja ku têkoşîn û daxwazên demokrasî û azadiyê yên hemû kedkar-karkeran bilindtir dibe.

'EM BI COŞEKE MEZIN TEVLÎ MÎTÎNGAN BIBIN'

Bi vê bîr, bawerî û biryardariya têkoşînê re em 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû çîna kedkar-karker û gelê xwe pîroz dikin. Bang li hemû kedkarên cemaweriyê, karkeran û gelê xwe dikin ku bi ruhê têkoşîna bêhempa, bi vîn û coşeke mezin beşdarî mîtîngên 1'ê Gulanê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bên pîrozkirin bibin."