KCD, HDP û DBP çûn Sûrê

Heyeta KCD, HDP û DBP’ê çûn Sûra Amedê. Heyetê got ku; “Tişta ku li vir hatiye dijminatiya li hemberî Kurd, dîrok û civakê ye.”

KCD, HDP û DBP çûn Sûrê ya ku 4,5 sal in ‘qedexe’ lê heye. Nûnerên partiyên siyasî û saziyan li Sûrê hatin astengkirin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşan da.

Aydenîz got: “4,5 sal in li Sûrê qedexe hebû û dema ku me bihîst qedexe hatiye rakirin, ji bo lêkolîn û çavdêriyê me heyetek ava kir. Îro li 6 taxên Sûrê qedexeyek heye ku, ev qedexe li tu dera dinyayê tune. Faşîzmeke wisa li tu dera dinyayê tune. Ev faşîzm li dijî Kurdan û gelên din dijminatiyê dike. Desthilatdarî dixwaze vê şewbê ji xwe re bike firsend û faşîzmê mayinde bike. Ev serê 5 salan e vê desthilatdariya faşîst dijminatiyeke mezin dike. Sûr li dinyayê cihekî gelekî nadîde ye ya ku dîrok û civak di nav hev de lê dijîn. Ji ber ku li vê derê dîrok hate tunekirin 40 hezar kes bê cih û war man. Tişta ku li vir hatiye dijminatiya li hemberî Kurd, dîrok û civakê ye. Em dixwazin careke din bidin diyarkirin, gelê me yê ku ji vê derê koç kirine, em ê her dem bi wan re bin. Em dizanin ku li vir çi bû. Me di 31’ê Adarê de û di 23’ê Hezîranê de nîşanî gelên Tirkiye û dinyayê dan ku em dikarin vê faşîzmê hilweşînin.”