KCD'ê rojbûna Ocalan pîroz kir

KCD'ê rojbûna Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û xwest ku tecrîda li ser demilest were rakirin.

Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û got, tecrîda mitleq, ''bi tifaqa mitleq a dewletê û sermiyanê tê domandin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin Ocalan li gundekî Rihayê 4'ê Nîsana 1949'an li nav malbateke hejar jidayik bûye, dema berdest bûye yek ji nûnerê herî mezin ê aştî, xwîşk û biratî û demokrasiyê.

Bi berdewamî hate gotin Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji roja bûyî ji bo hemû mirovahiyê dahurandinên siyasî kirine, dîroka serwer a nêr daye ber pirsan, li ser cihê jinê ya di nav civakê de û statûya wê rêberiya guherînên şoreşî kiriye û ji bo ku ji pirsgirêkên Kurdan re bibe çareserî bi helwesteke siyasî, exlaqî, entellektuel jiyana xwe domandiye û li gel ku ev 22 sal in li Girtîgeha Girtî ya Imraliyê tecrîda mitleq li ser heye jî ji vê helwesta xwe nehatiye xwarê.

KCD'ê herî dawî bang li hikûmeta Tirk kir ku di van rojan de Covîd-19 gefê li ser hemû cîhanê dixwe, dawî li sûcê mirovahiyê, tecrîda li ser Ocalan bînin, bihêlin ku Ocalan malbat û parêzerê xwe bibîne û ji bo ku dawî li tecrîda mitleq were xwest ku raya giştî ya demokratîk û rêxistinên amfê mirovan bihistyar bin.