KCD’ê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da: Em ê qebûl nekin!

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina li Stenbol û Wanê da û diyar kir ku wê gel van êrîşan qebûl neke.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî siyasetmedarên hatin destgîrkirin daxuyaniya nivîskî da çapemeniyê. KCD'ê, di daxuyaniyê de diyar kir ku dizanin ku desthilatdariya AKP-MHP ya faşîst di salên dawî de li hemberî hêzên demokratîk ên mûxalîf, hêzên azadîxwaz û dorhêlên ku wekî wan nafikire ji hêla daraza AKP’ê bi hincetên cûr be cûr tên destgîrkirin û girtin. KCD'ê da zanîn ku ji siyasetvanan heta endam û rêveberên Saziyên Sivîl, ji akademîsyenan heta rojnamegeran, ji jinan heta ciwanan, ji extiyar heta zarokan hemû civak bi destgîrkirin û girtinê re rû bi rû ne.

KCD'ê bal kişand ser destgîrkirina siyasetmedaran û wiha cih da daxuyaniyê: "Vê sibehê jî li Stenbolê, Hevserokê ESP’ê birêz Şahîn Tumuklu û rêveberên partiye, li Wanê jî rêveberên HDP û delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî dinav de gelek hevalên me hatin destgîrkirin. Welatê me bi destê tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê veguheriye girtîgeha vekirî. Hemû kesên ku wekî xwe nafikirin bi rêya darazê derdest dike. KCD ji sala 2007’an û vir ve bi delegeyên xwe yên hilbijartî, ji bo civakek demokratik û azad ava bike, ji bo doza Kurd di çarçoveya Yekîtiya Neteweya Demokratîk de bê çareserkirin têdikoşe. Hemû xebatên wê ji raya giştî re zelal û aşkere ne. Ligel vê yekî jî, daraza AKP’ê xebatên wê krîmînalîze û asteng bike. Di vê çarçoveyê de gelek delege û endamên Dîwanê bi awayekî bê hiqûqî tên destgîrkirin û girtin. Ligel vê yekî jî heta niha tu sûc nehatine tesbîtkirin. Xebatên KCD’ê ligel hemû êrîşên faşîzane û bê hiqûqiyan jî didome û dê her dem bidome."

Di serî de li girtîgeha Îmraliyê tê xwestin ku li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê îşkence û binpêkirina mafên mirovan bê rewakirin. Polîtîkayên îşkence û hov di hemû jiyana civakê de tê sepandin. Di pergalên faşîst de derve û hundir tuneye. Li hemberî hemû civakê qirkirina siyasî pêk tê. Li hemberî îşkence û her cûre êrîşan gelê me bi mafê xwe yê demokratik û xwezayî vê yekî red dike.Gelê me, li hemberî zîhniyeta ku qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê kir, xwedî li vîna xwe derket û bi awayekî demokratik çalakiyên xwe didomîne. Êrîşên ku li hemberî gel pêk tên bêtahamuliya AKP-MHP’ê ya li dijî demokrasiyê derdixe holê.

Têkoşîna demokratîk û rewa ya li hemberî zîhniyeta faşîst û qirker mafê ji hiqûqa Netewî û makezagonî ye. Li hemberî helwesta dijmin a li dijî demokrasiyê û ji bo parastina demokrasiye em banga têkoşînê li hemû gelên xwe û dorhêlên demokratîk dikin. Em dixwazin hemû siyasetmedarên hatine destgîrkirin serbest bên berdan.

Roj roja têkoşîna li hemberî faşîzmê û avakirina Tirkiyeyeke demokratîk e."