KCD'ê li dijî vîrûsa koronayê Maseya Krîzê ava kir

KCD'ê li dijî vîrûsa koronayê Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir û hin hişyarî da.

Koordîsyona Krîzê ya Kongreya Civaka Demokratîk têkildarî şewba li Tirkiyeyê belav dibe daxuyanî da.

Koordînasyona Krîzê ya KCD'ê, anî ziman ku Pergala Kapîtalîst a cîhanê gefa xwe ya li ser xweza, civak û kesayetan didomîne û wiha got: "Ev gef di serî de bi amûrên hilberîna heyî, endustriyên şer û çekan û bi modela Netewe dewletê pêk tê. Pergal dixwaze li şûna civaka ku dikare di nava aşitî û azadiyê de bijî civaka şer a hiyerarşîk û xweparêz ava bike."

Koordînasyonê da zanîn ku ligel ku pergal dixwaze xwe bi krîzên wekî karasetên xwezayî, zad, av, birçîbûn, xizanî, koçberkirin û penaberiyê bide jiyan jî êdî xwiyaye ku ev ne pêkan e û wiha berdewam kir: "

Ji ber avakirina nakokiyên pergalê tevahî cîhan bi bapêşa 'Koronavirusê ku bi awayekî zanisti hatiye îspatkirin re rû bi rû ye. Li hemberî vê gefê têkoşîna zanistî û dermankirina wê hêj nihatiye dîtin. Him Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û him jî Saziyên Herêmî yên Tenduristiyê diyar dikin ku ev karaset hêj nehatiye kontrolkirin û bipêşbinî ne ku vîrûs hêj bêhtir belav bibe.

Ji ber bi awayekî zanistî têkoşîna li hemberî vê bapêşê nehatiye dîtin, nêzîkatiya ne cîddî, û ji ber agahdarkirina rast û di demê de nayê kirin me dixe binê berpirsiyariyê."

'DISTÛRA YEKEM MAYÎNA LI MALÊ YE'

KCD'ê bang li hemû beşên civakê kir û wiha got: "Ziman, bawerî, nêrîna îdeolojîk û polîtîk çi dibe bila bibe ji bo ewlehiya bê girtin û em dê bikaribin ji bo gelê xwe çi bikin biaxivin, wekî hemû krîzan di vê krîzê de jî wekî erkek mirovî li pêş me ye. Ji ber vîrusa korona yê gefê li civaka me dixwe, di encama hevdîtinên bi partiyên me yên siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl pêk hat de wekî vîna hevpar me biryara 'Hewariya Sor' girt. Ji bo rêvebirina vê krîzê me bi hev re biryar girt ku di pêşengiya KCD'ê de 'Maseya krîzê' bê avakirin.

Ji ber vê sedemê û hessasiyeta me ya tenduristiya civakê wekî gavê pratîk ê yekemîn, Newroza ku di nava hemû şert û mercan de dihate pîroz kirin me betal kir. Ji xeynî vê li hemberî rîska ku dê derketiye holê, bi awayekî vekirî xwiyaye ku divê gelê me bi lezgînî ewlehiya xwe bigire. Di vê watê de ji bo ku em bikaribin bêjin 'Cîhana ku pêdiviya civakê pê heye mimkune' em dixwazin bangên xwe bi civakê re parve bikin.

JI MALÊ DERNEKEVIN

Banga me ji gelê me re!

Distûra Parastinê ya yekemîn "Mayina li Malê ye". Ewlehiya herî bi tendurist, aborî û sade ev e. Ji ber vê yekî ji xeynî rewşên lezgîn em bang li gelê xwe dikin ku ji malên xwe dernekevin. Ji bo pêwendiya civakê neyê windakirin, têkiliyên bi dê, bav, xwişk, bira û xizmên xwe re pêk tê divê bi awayekî derbasdar bê guhertin. Em dixwazin hûn bizanibin ku dema em vê daxwazê ji gelê xwe yê ji dîrokê ve mêvanperwer û germ re dikin em gelek zorê dikêşin.

Mirovên me yên ku ji bêçaretî derdikevin derve divê mesafeya xwe ya civakî biparêzin."

'METROYEKÊ DÛR BISEKININ'

Koordînasyonê hişyarî kir û wiha lê zêde kir: "Divê kedkarên tenduristiyê, karker, esnaf û kesên pêdiviyên xwe yên rojane pêk tînin divê bi kesên ku hevdîtinê pêk tîne re teqez herî kêm metroyekê mesafê bixe nava xwe.

'Şuştina destan a bi sabûnê' jiyanî ye. Mirovên me yên li hundir malê û li derve divê daîma destên xwe bişon. Ji ber vê sedemê şûştina destan ewlehiya sereke ye.

Agahdarkirina gelê me divê ne li gorî agahiyên çewt, divê ji çavkaniyên bi tendurist pêk bê. Di vê warê de maseya me ya krîzê di demên pêwist de dê bi daxuyaniyan civakê agahdar bike.

Gelê me yê ku gelek caran ceribandina 'Piştevaniyê' jiyaye, divê li apartman û taxên xwe bêyî li nasnameya wan a bawerî, ziman û siyasî binêre di nava piştevaniyê de be.

Ji ber gûmana wekî tedbîrên sereke; “Biryara girtina Karantînayê” ya bajaran bê dayîn divê gel ê me bi awayekî maqûl û bi pîvan tedbîrên xwe yên zadê pêk bîne. Ev tedbîr divê bêyî ku mirovan bixe nava panîkê bi awayekî hestiyarî pêk bê. Ji bo gelê me yê xizan ji niha de hin amadekariyên maseya krîzê hene û divê gelê me vê yekî bizanibe."

KOMA BI RÎSK KAL Û PÎR IN'

KCD'ê bal kişand ser rewşa kal û pîran û got: "Koma herî bi rîsk 'Kal û Pîr in' Kalepîrên me bîra me tevane. Ligel ku li cîhanê ev kom tê wêdekirin jî cihê wan di nava civaka Kurd de cihê herî bi rêz e. Ji bo xwediderketin, parastin û pêdiviyên wan ên rojane bicih bên em dixwazin têkiliya bi wan re daîma bidome.

Wekî tê zanîn, bajar mekanên mîkrobên serdema hemdem in. Ger ku derfetê gelê me yê vegera gundan hebe bêyî ku jiyana gundan bixe nava metirsiyê em pêşniyar dikin ku li gundên xwe bicih bibin.

Banga me ji Hikûmetê re!

Em di wê zanebûnê de ne ku di vê serdema tevahî mirovahî pirsgirêka tenduristî dijî de divê mirov herî zêde berê xwe bide tenduristiya mirovan û ji kaprîsên siyasî dûrbikeve. Beriya her tiştî em desthilatdariyê dawetî tevgera zanistî, zelalbûn û pratîka civakî dikin.

Di vê pêvajoyê de, em dê polîtîkayên ku tenduristiya civakê bixe talûkeyê bi zimanekî avaker û rast rexne bikin. Ji bo hêsankirina tedbîran em dê dem bi dem pêşniyarên xwe bikin. Divê desthilatdar ji bo tenduristiya civakê pêşniyarên hemû dorhêlan li ber çavan bigire.

Li girtîgehan bi hezaran zarok, jin kalepîr û mirovên nekarin pêdiviyên xwe bicih bînin hene. Tehliyekirina van kesan dê gava herî bi tendurist a yekemîn be. Em bang li desthilatdariyê dikin ku hêj bêhtir rîskê mezin neke û wekî li gelek welatan pêk tê, girtiyên nexweş, kalepîr û girtiyên ducanî tehliye bike.

'DIVÊ CIVAK RAST BÊ AGAHDARKIRIN'

Em daxwazê ji hikûmetê dikin ku heta bapêşa koronayê bikeve binê kontrolê av, ceryan, xizmetên tenduristiyê û amûrên paqijiyê bêyî pere li civakê bê belavkirin.

Em daxwazê ji hikûmetê dikin ku deynê hezaran esnaf û mirovên me yên banqayan di vê pêvajoyê de taloq bike.

Ji bo nexweşxaneyên taybet xizmetê bidin tevahî raya giştî em bang dikin ku bêyî dem bê windakirin sereraskirinên pêwist bên kirin.

Em daxwaz dikin ku divê serdemê de civak rast bê agahdarkirin û gûmanên heyî bên derbaskirin.

Bi avakirina vê maseya krîzê me berpirsiyarî girtiye ser milê xwe. Em radigihînin ku divê serdemê de em dê bi hemû saziyan re di nava pêwendiyê de bin û em diyar dikin ku em ji xebatên hevpar re jî vekirî ne. Li ser navê gel û civakê ji bo cîhanek bi tendurist em ji tevahî gelê xwe re radigihînin ku em kirdeyê vê xebatê ne.

Ji xeynî vê maseya krîzê, li bajar û navçeyên me, dê partiyên siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl û Şaredariyên me maseyên krîzê bi awayekî lezgîn ava bikin. Her wiha dê li gund û taxan tora piştevaniyê bê avakirin.

Rêveberiyên me yên Herêmî û maseyên me yên krîzê ji bo pêdiviyên civakê bi awayekî maqûl bicîh bîne dê xebatên xwe bidomîne û amade be.

Li ser medya civakî dê hin xebat bên kirin.

Derbarê xebatên me de dem bi dem dê daxuyanî bên dayîn.

Em naxwazin ne kalepîr û ne jî ciwanên xwe bikin qûrbanê vê bapêşê. Em careke din bang li gelê xwe dikin ku bangên tên kirin guhdar bikin û bînin cîh. Em bang li Hikûmetê dikin ku gavên pêwist demek ji ya din zûtir bavêje.

BANGA RÊXISTINÊN SAZIYÊN SIVÎL

Em bang li hemû Dorhêlên Demokratîk û Rêxistinên Saziyên Sivîl dikin û dixwazin di vê pêvajoyê de rol û rista xwe bilîzin.

Em bawerin ku piştevanî, zanistî û hesasiyet dê me ne tenê ji vîrusa koronayê ji gelek talûkeyan biparêze. Heta ku vîrusa koronayê bê kontrolkirin dê dilê me bi gelên hemû cîhanê re bavêje! Dê piştevanî, axavtin, deng û mejiyê me vê talûkeyê rawestî ne!

Di rewşên lezgîn de hûn dikarin bi rêya telefon û whatsapê xwe bigihînin vê nimreyê: 0552 48618 20 ya Maseya Krîzê."