KCD'ê jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anî

KCD'ê têkilî Komkujiya Parîsê daxuyanî da û got, ''Mirov dikare bibêje berxwedana jiyanê ya Sakîne Cansiz jî li dijî pergala zilamserwer avaniyên hegemonîk ên netewdewletê ye''.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatin bibîranîn û hate gotin, ''Di pêvajoyeke wiha de ku bi hikûmet û dewleta Tirk re muzakereyan dest pê kiribû, ev suîkast nîşan dide bê ka dewlet çawa nêzîkatiyê li têkoşîna mafdar a Kurdan dikin.''

'ROLA SEREKE YA JINÊ'

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

''Israra civakbûnê ya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn a li hemberî modernîteya kapîtalist, rola sereke ya jinên Kurd a di civakbûn û bi parastina nirxên çandî re pêşxistina têkoşîna çandî û rêxistinkirina civaka exlaqî-polîtîk radixe ber çavan.

Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku Sakîne Cansiz (Sara) yek ji pêşenga têkoşîna azadiya Kurd a ku jiyana xwe ya şoreşgerî gengeşiya hezar salan a nasnameya jinan û neteweyan derxistiye holê, li hemberî pergala desthilatdar a zilam têkoşiyaye. Ji ber vê yekê bi 2 rêhevalên xwe re li Parîsa ku yek ji navenda hegemonyaya kapîtalîzmê ye hatin qetilkirin.

'PÊDIVÎ Bİ PEVGIHÎNEKE BÊSÎNOR A JINAN HEYE'

Ji Rozayan heta Sarayan; wextê ku mirov her du suîqest-komkujî di aliyê dem-cîh û tevgavbûna modernîteyê tîne ber hev, wê were dîtin ku ji bo pêşketina enternasyonaliya jinên cîhanê û  gîhandina hemû jinan a tu sînoran nas nakin di demeke kurt divê de pêk were.''