KCD'ê ji bo rojiya mirinê banga lezgîn kir

KCD'ê bi bîr xist, grevên birçîbûnê veguherîne rojiya mirinê û nerazîbûn nîşanî bêdengiyê da.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser rojiya mirinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de işaret bi grevên birçîbûnê hate kirin û hate bibîrxistin, ji ber xemsarî û nedîtîhatina dewletê, 15 girtiyên ku 136 roj in di greva birçîbûnê de ne biryar dane bikevin rojiya mirinê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çalakiya greva birçîbûnê di asteke krîtîk de ye ku di her kêliyê de dibe ku mirinên girseyî rû bidin."

KCD'ê diyar kir, nepêkane ku rewşenbîr, raya giştî, saziyên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan li pêşberî vê rewşê bêdeng bin û destnîşan kir, daxuyaniyên tên dayin gelekî lawaz in ku zextê li hikumetê nakin ku gavê biavêje.

Di daxuyaniyê de hate gotin, wezîfeya her kes û saziyê ye ku bi lezgînî dengê xwe bilind bikin, qîrîna malbatên girtiyan bibihîzin û piştgiriyê bidin wan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, "Divê were zanîn, yên ku îro ji wezîfe û berpirsyariyê direvin wê ji mirovahî û dîrokê dûr bikevin."

KCD'ê bi bîr xist, çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê û diyar kir, CPT, Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa, saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên navneteweyî divê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê û zorê bidin hikumeta Tirk ku gavê biavêje.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo gelê me û saziyên me, ji bo raya giştî ya neteweyî û navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê, divê çalakiya rojiya mirinê weke bangeke lezgîn bê dîtin.

Ji ber vê yekê em careke din bang li raya giştî û saziyên demokratîk dikin ku bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Em bang li Serokkomar, hikumeta AKP'ê dikin ku li pêşberî daxwazên hiqûqî, meşrû, însanî û exlaqî yên çalakgerên greva birçîbûnê bi xemsarî tevnegerin, dawî li tecrîdê bînin û nehêlin mirov bimirin."