KCD'ê bang li gel û saziyên Kurdistanê kir

KCD'ê bang li sazî û gelê Kurdistanê û hikumeta Başûr kir ku li dijî dagirkeriya qeyûm seferber bibe.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li dijî darbeya qeyûm bang li gel, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li çar parçeyên Kurdistanê kir.

'HIQÛQA NÛ YA MÊTINGERIYÊ'

Daxuyaniya nivîskî ya KCD'ê wiha ye:

"Di vê demê de ku li herêmê bûyerên girîng diqewimin, netewe dewleta Tirk a modern û bloka niha, bûye sedema krîzek civakî, siyasî û rêveberiyê. Ji ber polîtîkayên hundir û derve, her tim krîzan diafirîne û ji bo xwe bi awayekî optimal sûdê werdigire, bi rêbaza siyaseta lewaz rojeva gelê me mijûl dike.

Desthilatdariya îro, bi rewşa heyî ya niha ku xwedî dîrok û sedemên xwe hene, li dijî zagonên cûntayê jî tevdigere, bûye nûnerê aqilê îrrasyonel û xwediyê xeta şer. Hemû amûrên zext û qirkirinê di serî de li ser gelê Kurd li dijî hemû hêzên mûxalîf pêk tîne. Bloka AKP-MHP'ê li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkarkirinê dimeşîne. Bi sepandina polîtîkayên xwe yên qirkirina siyasî ketiye merhaleyekî nû û dixwaze hiqûqa metîngeriyê ya nû bide qebûlkirin.

'ÊRÎŞ LI DIJÎ TEVAHIYA KURDISTANÊ TÊ KIRIN

Polîtîkayên desthilatdariya heyî, bêyî cûdahiyê bixe navbera, Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat dixwaze êrîşî hemû rêxistinkirinê bike û di vê çerçoveyê de dixwaze îmhakirina giştî pêk bîne. Di pêvajayo referandûma Serxwebûna Başûr de politikaya ku meşand, dagirkirina Efrînê, veguhastina li sînorê Rojava û dagirkirina di bin navê ‘Pençe’ ya li dijî Başûr, tayînkirina qeyûman a ji bo 3 Şaredariyên HDP’ê yên mezin, her yek perçeyek vê konseptê ye û ev yek potansiyela şerê herêmî pêş dixe. Ev pêvajoya ku li Rojava û Başûr bi awayekî hevrast (Paralel) hat meşandin, hemû qadên rêxistinkirî hedef girtin û ev yek ji hêla Erdogan ve wekî ‘têkoşîna topyekûn’ hate pênasekirin.

'PÊWÎSTÎ BI SEFERBERIYA BI RUHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ HEYE'

Divê li hemberî mejiyê dewletê yê înkarker û tasfiyekar, gelê li 4 perçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl bê fikar, bi ruhê yekîtî û neteweyî seferber bibe. Ev yek êdî pêwistiyek jiyanî ye. Duh ew aqilê metînger ku vîna ji bo serxwebûnê Başûrê Kurdistanê derket holê tune hesiband, çi be, bi tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê jî heman aqile metînger e. Lewma li kîjan perçeyê Kurdistanê dibe bila be, ji kîjan hêlî ve bê bila bê, divê ev êrîş li dijî hebûn û vîna neteweya gelê Kurd bê nirxandin. Ev êrîş li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava pêk bên vê rastiyê naguherîne.

'GELÊ BAKUR DIXWAZE LI GEL XWE BIBÎNE'

Gelê Bakurê Kurdistanê, tevahî rêxistin û saziyên demokratîk di hemû merhaleyan de, di qezenckirina statuya Başûr de ev deskeftiyan parastiye, xwedî derketiye û li rex gelê Başûr rawestiyaye. Êrîşên ku li dijî Başûr pêk hatine wekî ku li dijî Bakûr pêk hatibe nirxandiye û mil bi mil li rex gelê Başûr cîh girtiye. Li hemberî zext, sepandinên dijdemokratîk, gef û şantajan, gelê Bakûr ji sedî 60’an zêdetir û bi vîna gel Şaredariyan hilbijart, lê mixabin li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Li hemberî vê yekî mafê gelê Bakûr heye ku, hemû gelên 4 parçeyên Kurdistanê, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl li rex xwe bibîne. Ji ber ku em birayên hev ên neteweyekî, qederekê parve dikin û li hemberî metîngeran li perçeyên cûda ji bo fikarên Netewebûnê têkoşînê didin, divê bi taybet Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Hikûmet, Partiyên Siyasî û Saziyên Sivîl li rex gele Bakûrê Kurdistanê cih bigire. Ev yek ji bo fikirandina neteweyî û jiyana neteweyî pêwistiyek jiyanî ye.

Dema ku berjewendiyên neteweyî û vîna neteweyî bibe mijar, divê hemû cûdahiyên wekî bîrdozî, siyasî, partibûnî û komî li pêş helwesta neteweyî nebê asteng. Ji ber ku qeyûm tayînî 3 Şaredariyên me yên mezin hatin kirin, dema mirov balê dikşîne ser bertek û nerazîbûnên ku ji bo piştgiriya gelê Kurd li Tirkiye û 4 aliyên cîhanê hatin dayîn dinêre, ji ber biratiya me ya Netewî û hiqûqa di navbêra me de, em dixwazin diyar bikin ku li hemberî bêdengiya Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Hikûmet, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl em zehmetiyê dikêşin. Ji ber vê yekî bi taybet em dixwazin binê wê xêz bikin ku, tevahiya gelê Bakur bi mafekî watedar di nav bendewariyeke bi vî rengî de ye. Wekî peyvirek dîrokî û ji bo DI DÎROKÊ DE BÊ NIVÎSANDIN divê hemû kes li hemberî êrîşên desthilatdariyê, xwedî helwest be û li vîna ku derketiye holê xwedî derkeve. Ev yek îro li pêş lîderên Kurdistanê, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, Saziyên Pîşeyî û Yekitiyên wan, Nivîskar, hunermend û rewşenbîran wekî erkek neteweyî ye."