Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

KCD: Divê Ocalan tavilê azad bibe

Şandeya Êlihê ya KCD'ê got, "Ji bo rakirina tecrîda tecrîdê, afirandina mercên danûstandinê û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya demokratîk, divê Ocalan tavilê azad bibe."

Şandeya Êlihê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her hefte civîna çapemeniyê lidar dixe. Îro jî cara çaran pêk anî. Civîn li avahiya DBP'ê ya Êlihê pêk hat û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kes tevlî bûn.

Li ser navê şandeya Êlihê ya KCD'ê Adil Erîn axivî û diyar kir, KCD hedef tê nîşandan û hewl tê dayîn li derveyî siyasetê bê hiştin.

Erîn got, "KCD weke meclîsekê hewl dide pirsgirêkên tenduristî, perwerde, aborî û hiqûqî yên gelên li herêmê çareser bike. Her wiha rêxistinbûneke welê ye, ku ji bo gelên li herêmê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, siyasetê dimeşîne. Rol û mîsyona KCD'ê bi vî rengî zelal e. Weke pêkhateyên KCD'ê em bang li hikûmeta AKP'ê dikin. Derhal dest ji hewes û zîhniyeta Îttîhat û Terrakkî berdin. Ji bo rakirina tecrîda tecrîdê, afirandina mercên danûstandinê û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya demokratîk, divê Ocalan tavilê azad bibe."