KCD: AKP di her şert û mercî de dijminatiyê dike

KCD'ê desteserkirina şaredariyan şermezar kir û diyar kir ku gelê Kurd wê serî netewîne. KCD'ê ragihand, desthilatdarî di demeke wiha de jî dijminatiyê li mirovahiyê dike û bang li gel û mûxalefetê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser desteserkirina şaredariyên HDP'î daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gel şewba vîrûsa koronayê ku li tevahiya cîhanê belav bûye, dewlet, dewleta partiyê dest datîne ser şaredariyên gelê Kurd, diavêje ser malên hevşaredaran, wan destgîr dike û digire. Em tayînkirina qeyûman li şaredariyên xwe di demeke wiha ya şewbê de bi tundî şermezar dikin."

'DIJMINÊN MIROVAHIYÊ'

KCD'ê diyar kir, di demeke wiha de ku jiyana mirovan li tevahiya cîhanê di nava rîskeke mezin de ye, yên ku bi dijminatiya li Kurdan radibin û radizên, mohra xwe danîn binê biryareke wiha ya li dijî mirovahiyê û navê xwe weke 'dijminê mirovahiyê' li dîrokê nivîsandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, gelê Kurd çawa ku li Koçgirî, Dersim, Zîlanê li pêşiya rejîma Kemalîst serê xwe netewand, îro jî wê li pêşberî faşîzma AKP-MHP a Neo-Osmanî ya mûxafazakar netewîne û li dijî faşîzmê li ber xwe bide.

D daxuyaniyê de bang li partiyên mûxalefetê yên li Tirkiyeyê hate kirin û hate gotin, "Rejîma qeyûm wê bi şewba korona welêt bi temamî êsîr bigire. Em, gelê Kurd û dostên me ne nobedarên nirxên demokratîk in. Mafê hilbijartinê, nirxên demokratîk û gerdûnî yên du sed salî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye. Eger nirxê me hemûyan be wê demê divê bi rengekî hevpar bên parastin."

Di daxuyaniyê de ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê jî hate gotin, "Tavilê destê xwe ji nirx, îrade û şaredariyên Kurdan vekişînin."

KCD'ê bang li gel jî kir, ku li ser bingeha yekîtiya neteweyî bi biryardarî xwedî li saziyên xwe yên siyaseta demokratîk û siyasetmedarên xwe derkeve.