KCÊ-E’yê Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) Cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got, “Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivsînin. Azadî bi hêsanî nayê bi dest xistin.”

CEJNA ÇARŞEMA SERÊ NÎSANÊ

Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi wesîleya Cejna Çarşema Serê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev cejn li tevahiya civaka Êzidî, li gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Di daxuyaniya KCÊ-E’yê de ev tişt hatin gotin:

“Cejna Çarşema Serê Nisanê, bi navên ‘Cejna Sersalê’, ‘Cejna Tawisî Melek’, ‘Bûka Salê’ û ‘Roja Afirandina Cîhanê’ jî tê naskirin.

Ev cejn, cejna civaka Êzidî ya herî mezin û watedar e. Ji dîroka qedîm ve tê pîrozkirin. Cejna ‘Çarşema serê Nîsanê’ li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Serê Nisanê destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê demê de.

Li gorî mîtolojî û baweriya Êzidiya, berê cîhan hemû av bû. Bi diharbûna miliyaketên Xwedê re cîhan tê meyandin. Wê rojê Tawisî Melek ji ezmana daketiye erdê. Lewma jî li gelek deveran wekî cejna Tawisî Melek tê pîroz kirin. Şêxadî di gotareke xwe de wiha dibêje,

‘Çarşem rojeke fadil e.

Tawisî Melek afirandiye ji eşk û dil e.

Bar tê nebê kesê ku î xafile.

Deng yeke û hezar reng e.’

Di vê cejnê de basimbar (ji benê bi rengê kesk û sor û zer) tê çêkirin. Wateya basimbar xêr, bereket, pêṣîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her tiṣtekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem destpêka şînbûna xweza ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kulîlkên reng bi reng ji xemla Nîsanê bi her cihekî pêwîst û girîng ve têne daliqandin.

Dîsa, di meha Nîsanê de Êzîdî bûka dernaxin, ji ber ku meha Nîsanê bi xwe bûka Salê ye. Cejna Çarşema Serê Nisanê di heman demê de xemla çanda Kurdî û baweriya me ye. Lê mixabin bi sed salaye ji ber zordestî û desthilatdariya biyanî û di hindirê civakê de vîna perçe bûyî, ne hiştiye Çarşema Serê Nisanê li gorî pîroziya xwe were pêşwazî kirin.

Êzidiyên dilsoz, girînge ev çanda qedîm ji aliyê civaka me ve were parastin. Pêwîste em weke civak û saziyê wê di vê têgihiştin û zanistiyê de bin, çanda me û baweriya me, bi taybetî Ṣengal di bin xeteriyeke mezin de ye û em di pêvajoya hebûn û tunebûnê de derbas dibin.

Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê me naparêze, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivsînin.

Ji bo avakirina Êzdîxan û azadiya civaka me derfetê heyî ne hindikin û di dîroka civaka me de kêm hatine bi dest xistin. Pêwîste em van rojên zêrîn baş binirxînin û ji bo serkeftinê hemû hêza xwe seferber bikin.

Dîsa li welatê me bi destê dijminê hov şerekî qirêj berdewam dike. Girînge em weke civaka Êzidî û saziyê wê li ku derê dibe bila bibe li dijî zordestiyê û koletiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin û bi hemû hêza xwe tevlî pengava ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd tê berdewam kirin bibin.

Em hêvîdarin û bangawaziyê li tevahiya gelê xwe û dostên civaka me dikin, ku bi girseyî tevlî pirozbahiyê Cejna Çarṣema Serê Nisanê bibin. Bi van bîr û baweriya em cardin cejna Çarşema Serê Nisanê li civaka Êzdiya, li gelê Kurdistanê û li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.”