Kawayê Hemdem ê serdema nûjen: Mazlûm Dogan

Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê PKK’ê Mazlûm Dogan bi jiyan, têkoşîn û çalakiya xwe ya canbexşane bû Kawayê Hemdem ê serdema nûjen a gelê Kurd û tevgerên şoreşgerî.

Yek ji sembola serfirazî û serketinê Newrozê kadroyê pêşeng ê Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê Mazlûm Dogan e. Bi jiyan û têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm û zilmê di nava Kurdan de weke Kawayê Hemdem ê serdema nûjen jî tê pênasekirin.

Mazlûm Dogan li navçeya Dep a Elezîzê hatiye dinê. Delîl Dogan birayê wî yê ji wî mezintir e. Piştî Darbeya 12’ê Îlonê li Dersimê şehîd dibe. Mazlûm Dogan 1976’an û şûnde tevlî nava rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê dibe. 

‘WEKE NÛ HATIM DINÊ’

Dema li Girtîgeha Amedê di parastina xwe de vê dibêje; ‘Heval Heqî Karer 4 saetan ji bo min qala PKK’ê kir, bi qedîna axaftina wî re weke nû hatî dinê li min hat. Min got tevlî hemû nêrînên te dibim, tevlî nava PKK’ê bûm.’ Bi vî rengî Mazlûm Dogan tevlîbûna xwe ya nava refên PKK’ê îfade dike. 

‘EZ APOYÎ ME; TEVLÎ RASTIYA RÊBER APO BÛME’

Mazlûm Dogan dema li zindanê vê jî ji hevalên xwe re dibêje; ‘Hûn PKK’yî ne, ez Apogerîm e. Hûn tevlî PKK’ê bûne û bi hinek rêbaz û rêyan ve girêdan e, ez tevlî xetê bûme. Ez tevlî rastiya Rêber Apo bûme. Wê kengê rojek were ku em bê ku xwe vejêrin, bi serbilindî bêjin em Apogerin û xebatê dikin.’

Berxwedana Mazlûm Dogan bû çirûska agirê berxwedana nava zîndanan. Li hemberî zextên girtîgehê ên weke, teslîmkarî, çewisandin û zextê dibe sembola berxwedanê.

Mazlûm Dogan piştî xwendina xwe ya fakulteye ya li Eskîşehîr û Balikesîrê diqedîne 1975’an diçe Enqerê û li vir Zanîngeha Hacîttepe dixwîne. Weşanên çepgiran dixwîne, Marksîz û Lenînîst nêzî xwe dibîne.

DOGAN DIBE KADROYÊ PÊŞENG Ê ÎDEOLOJÎK Ê PKK’Ê

Piştî Dogan kadroyên PKK’ê dinase û şûnde zêdetir bi pirsa Kurd re eleqedar dibe. Karê esas ê Dogan gel e û piştî 1976’an û şûnde dest ji dibistanê berdide, bi temamî êdî li ser xebatên îdeolojiya tevgerê kar dike. Bi 500 lîleyên di berîka wî de dikeve ser rêya başûrê rojavayê Kurdistanê. Wê demê 21 salî ye.

Di parastina xwe de Mazlûm Dogan vê dibêje; ‘Di nava zorî û zehmetiyan de bi kotekî hewl didim propagandayê bikim. Dema bi ciwanekê re dirûniştim, ça an jî cigareyek pê dixist, min hema lezûbez mijarek vedikir, berê wî dida aliyê nêrînên tevgerê, hewl dida nêrînên wî yên li ser vê yekê bigirim. Li derve dimam, birçî mam, ketim rewşên ku perîşan jî, me bi fonek diyar ku ji aliyê cihekê yan navendekê ve bihata wiha bikira xwe îdare nedikir. Dema em li gundek, li bajarokek, li vir û wir dirûniştin, dibe nasîbûnek, dostanî û xizmek ba em wisa dirûniştin. Nimûne em bi yekê re ji cihekê bi otubusê diçûn ciheke din, wî bi xwe binasin, baxivin, bizanin ku ji kûderê ye, piştre me pey wî nediberda, digeriya didît û bi rêya wî li wir kar dikir, hinek kes dinasî, îdeolojiya tevgerê û nêrîna wê parve dikir.’

DIBE ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê

Li Amedê sala 1977’an agahiya şehîdbûna Hakî Kare dibihîse. Destpêkê diçe Amedê, ji wir jî diçe Dîlokê tevlî merasîma cenaze dibe. Ji bo cihê Karer bigire, li Amedê dimîne, piştî salekê 27’ê Mijdara 1978’an li gundê Fîsê yê Lîcê tevlî kongreya avakirina PKK’ê dibe. Dogan êdî endamê komîteya navendî ya PKK’ê ye. 

LI DIJÎ XIYANET Û TESLÎMKARIYÊ TÊ DIKOŞE

Dogan erka derxistina weşana rêxistinê digire ser milê xwe, 1’ê Cotmeha 1979’an dema diçe Wêranşar a Rihayê tê girtin. Dibin Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ku cihê êşkencexaneyê ye. Dogan li vir li ber xwe dide, teslîmyetê weke îxanet pênase dike û têdikoşe.

BI DERXISTINA HEWARÊ HOVÎTIYA LI ZINDANÊ RADIGIHÎNE DERVE

Dogan ji bo têkiliya xwe ya têkoşînê ya bi girtiyan re xurt bihêle, 19’ê Tebaxê heta 9’ê Îlona 1980’ê rojnameya Hewar a bi dest hatî amadekirin, derdixe. Bi vî rengî hovîtiya li Zindana Amedê li ser girtî û kadroyên PKK’ê dihate kirin, bi raya giştî re parve dikir. 

Dema doza PKK’ê 13’ê Nîsana 1981’ê destpê kir, ji bo girtî parastina xwe bikin hinek pîvanan qebûl dike, vê rewşê piştre weke ‘windakirina 1981’ê’ tê pênasekirin. Dogan li pey serketinê ye. Ji bo berxwedanê li rêbazan digre.

BI 3 DARIKÊN KÎBRÎTÊ DIBE KAWAYÊ SERDEMA NÛJEN

Salname vê carê şeva 20 bi 21’ê ya sala 1982’an ve girê dide li ber çavan e. Mazlûm Dogan berxwedan xwe ya mezin bi pêxistina 3 darikên kibrîtê geş dike. Agir pê dixe û dawî li jiyana xwe tîne. Berê Kurdan tev dide berxwedanê. 

Faşîzim nikare xwe li ber vê berxwedanê bigire, li pey wê ‘Şeva Çaran’ û ‘Rojiya Mirinê ya Mezin’ bi Berxwedana Mazlûm Dogan ku weke Kawayê Hemdem tê nasîn destpê kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê berxwedana Mazlûm Dogan weke ‘Li dijî teslîmyetê çalakiya herî mezin’ pênase kir û vê dibêje:

EW XWEDÎ KESAYET Û SEKNEKÎ WELÊ BÛ KU RUHÊ PARTIYÊ HILDIGIRT Û DIPARAST

“Bi biryardariyeke xurt û heybet pêxistina darikek yê kîbrîtê tarîtî kirina ronahî, li dijî radestkirina bi awayek hovane ya jiyanê, xwe wiha fedakirin, ji bo jiyanê bûna îdîayek wiha, wek îdîa hebûna xwe domandin, pir girîng bû û ev yek pêk hat. Ji ber ku bi wî xeyalî domandina jiyanê ne mimkûn bû. Hovîtî û zextek ewqas mezin hebû ku; ji bo bûna gotina jiyanek azad, bi rûmet û keramet, enceq bi çalakiyeke wiha mimkûn bû.

Şehîdbûna hevrê Mazlûm îafadekirina vê rastiyê pir girîng e û dide nîşandan ku vê fam kiriye. Ew hevrêyeke welê bû ku baş îdeolojiya me fam kiribû. Ew xwedî kesayet û seknekî welê bû ku ruhê partiyê nas dikir, ji bo ku wiha bimîne xwedî kesayetek bi heybet bû. Di vê wateyê de ev kesayet tam dibû PKK’î; dibû soza jiyana PKK’ê û lûtkeya wê. Ji ber ku wê demê tam teslîmeyet dihate sepandin, teslîmyet li kesayeteke xwedî van taybetmendiyên xurt hebû, dihate sepandin. Heta ne tenê teslîmyet li ser PKK’ê dihate ferzkirin. Bê şik û guman em ên li derve li ber xwe didan. Tişta ku em jî bikin hebûn. Teslîmyeta li wir dihate ferzkirin, ji ya me zêdetir bû. Wê piştî teslîmyetê gelek tiştên din jî bihata. Tam serketina teslîmeyata li Zindana Amedê dihate ferzkirin, tam serketina xiyaneta Şahîn-Yildirim, wê bikira ku bi hezaran kesên din teslîm bibûna.

Di vê nuqteyê de berxwedêriya Mazlûm xwe zêdetir xiste devreye. Ji ber ku li wir her tişt serberjêr bû, teslîmyet pir lez belav dibû. Tişta bihata kirin rengekî çalakiyê bû. Ew jî bi vê terzê çalakiyê di rojeke pir girîng de, di rojeke jiyînê de, di rojeke nû de, di rojeke berxwedanê de, vê kir. Bi rastî jî berxwedana hevrê Mazlûm pêvajoyên piştre bi temamî bandor ki, dizanî li dijî teslîmyetê berxwedan serwer e. Niha vê baştir dizanin ku ev berxwedan wê berxwedana me jî bihêz bike, wê bigihîne berxwedana çiayn. Niha baştir dizanin ku berxwedaneke netewî û vejîneke.” 

Nameya Mazlûm Dogan a bi dest li ser du parçeyên kaxezê hatî 17’ê Sibata 1981’anli nava şert û mercên giran ên Girtîgeha Amedê hatiye nivîsin. Mazlûm Dogan şert û mercên giran ên girtîgehê berxwedanê ji bo hevrêyên xwe yên derve radigihîne.”

Nameya kadroyê pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan wiha ye:

ZEXT Û ZORÎ ROJÊN DAWÎ ZÊDE BÛNE

“Di rojên dawî de zext û zorî li ser me dijwar bûne. Herî dawî Xeyrî ji qawîşê derxistin. Nizanim birin bi kûderê ve. Li gorî texmîna min wê di nava hefteyê de îdîanameyên me bên. Ji bo Xeyrî ji girseya me qût bike, li ser fermana fermandar, avêtin hucreya yek kesî. Dema birin ji bo yên li hundirê qawîşê gotibûn ‘em dibin qawîşeke din’. Ev jî dide nîşandan ku wê tim di hucreyê de be, ji girseyê bê dûrxistin.

JI BER SERÎ NATEWÎNIN LI BER XWE DIDI, BI HOVANE LI WAN DIDIN

Di nava vê hefteyê de qawîşa 9-13’an a nêzî qawîşa ku Xeyrî wan lê diman, bi temamî hate valakirin. Bi lêdanê hemû hevrê hatine derxistin û xitine hucreyan. Dîsa alîgirên partiyê yên di qawîşa 19’an hemû hatin derxistin û piştî lêdana bi saetan û şûnde birine qawîşa wan. Li gorî me bihîstî û texmînên me, alîgirên partiyê li dijî pêkanînên dagirkerê li ber xwe didin, ev yek li qawîşên din jî pêk hatibûn. Serê hevrêyên me yên li wan hatibûn xistin, şikestibûn, lê hevrêyên me yên bi saetan li wan hatibûn dayîn, hefteyekê nalîn û hewarên wan dom kiribûn. Li gorî me bihîstî hemû hevrêyên me yên li wan hatin dayîn ji ser hişê xwe çûne. Ser, çeng, poz û her derê hevrêyên me hatine şikandin.

Niha em du qawîş mane. Roja me ya bê lêdan jî nîne. Dema diçin serdan, dîtina parêzer û dîsa dozgerî û dadgehê bi hovane li me dixin. Ser û rûyê me di nava xwînê de dimînin, bi kaşkirina erdê re dibin qawîşan. Êşkenceya madî û menewî bandorekî zêde li hevrêyan dike. Li ser girtiyên li nava qawîşan bi temamî tirs, zext û fikar serwer kirine. Ji xwe girse ji bin kontrola me derketiye. Taybet ji derveyî qawîşa Mazlûm û Yildirim lê, li hemû qawîşên din teslîmyet serwer bûye. Li hinek qawîşên heskiriyên me lê, ji ber nebûna hevrêyên rêveber, tirşikçî, DDKD, Rêya Azadiyê (Ozgurluk Yolu) serî li ber îdareyê ditewînin. A rastî li gorî agahî û texmînên me, ji deveyi qawîşên hevrêyên me M û Y, ti qawîş nemane ku serî li ber îdareyê netewandî. Ji xwe tenê qawîşa me li ber xwe dide. Dev-Yol û Ala Rizgarî jîxwe bê xwestek li ber îdareyê serî ditewand. Niha jî yên lewaz li ber xwe didin, serî li ber îdareyê ditewînin (ji derveyî yên di hucreyan de).

EWLEHIYA CANÎ NÎNE

Li du qawîşên berxwedanê ti ewlehiya canî nemaye. Her roj, her saet li bendê ne ku li wan bixin, bavêjin hucreyê. Eger ku neavêjin hucreyê bi temamî hatine tecrîdkirin. Devjê berdin bi kîtleya xwe re, ti derfetek nîne têkilî bi qawîşên din ên siyasî re bê kirin. Lê wê ev her du qawîş jî bi teqez bihata belavkirin. Hevrêyên girêdayî partiyê li ber xwe didin, wê bên avêtina hucreyê.

JI HEMÛ MAFAN HATINE BÊ PARKIRIN

Tê texmînkirin ku heta niha nêzî 500 hevrêyên me li nava hucreyan in. Bi kêmanî 300 hevrêyên me li ber xwe didin. Ji bo vê qedexeye ku ji kantîn, fam doxtor û serşoyê ji bo wan qedexe ye. Her rojê li wan didin. Bi giştî derdorî 1000 alîgirên partiyê yên mahîn li ser qawîşên din bicih kirine. Li qawîşên ku hevrêyên di asta kadro de ne li ber xwe didin. (Niha agahiya me ji du qawîşan nîne). Yên din li gorî me bihîstî, serî li ber îdareyê tewandine. (Ev qawîş tevlîhev in), dema dibin serdanê, hevdîtina parêzeran, dadgeh û dozgeriyê bi dirêjkirina rê dixwazin serî li ber wan bidin tewandin û ya xwe li ser bisepînin. Li ser fermanê rê ve dibin, li ser xwarinê bi dirûşmên ‘artêş, milet sax be’ duayan bi wan didin xwendin. Sirûda netewî li wan didin xwendin. Dirûşmên ‘Kêfxweşim ku Tirkim’ bi wan didin qîrkirin.

JI HEV BÊ AGAHÎ NE

Yên li gel me serî li ber îdareyê tewandin, yan jî ji gel kesên ji rêzê ji aliyê polîsan ve hatibûn xistin in. Beşek vê heskiriyên bê biryar û rast in. Ev beş, ji ber tirsa û yên din ên li qawîşê dimînin, serî li ber îdareyê ditewînin. Ev hevrê ji ber nû natine û bê rêxistinkirî ne, nikarin li ber xwe bidin. Dîsa di nava heman qawîşê de di asta komînekê de nikarin bijîn. A rastî em ê li dadgehê parçe bibin û nîva wê (bi kêmanî) teslîmyetê qebûl bike derkevin. Avaniha rewşa girtîgehê hewldanên berxwedanê dixe nava zehmetiyê. A destpêka vê tê, em agahî ji hev nagirin. 

DDKD Û RÊYA AZADIYÊ TEV TESLÎM BÛNE

Rêbaza îdareyê li ber me danî, pir balkêş û hesan bû. A yekem me ji siyasetmedarên din dûr dikir, ji bo wan li dijî me sor bikin û bikin xwedî helwest, çi ji destan dihate dikir. Hemû siyasetmedarên din hinek bi lêdan, hinek bi gef û hinek ji bi terzê nerm teslîm girtibûn. Bi taybet qawîşa DDKD’ê ketibû xizmeta îdareyê. Ji bo tirşikçiyan weke mînak didan nîşandan. Rêya Azadiyê jî ji DDKD’ê ne cuda bû. Azadîxwaz bi gotina ‘Em her tiştên îdareyê pêk tînin û wê bê wate dikin. Bi vî rengî, meşîn, sirûd û merş xwendin bê wate dibe. Wateya xwe ya berê winda dike.’ Dev-Yol û Ala Rizgarî ya di dema greva birçîbûnê de li ber xwe didan, bê daxwaz jî be, êdî ketibû reweşek serî li ber dijmin tewandibû.

A duyemîn jî xwestin me ji hundir ve parçe bike. Di vê mijarê de serketineke xeyalî bi dest xistin. Di dorê de heskirî û kesên ji gel bi lêdanê ji me qût kirin. Van xistin an qawîşên siyasetmedarên din an jî kesên ji rêzê, yan jî yên li ber xwe didan (kadro) cuda dikir dixistin hucreyê. Bi êşkenceya madî û menewî teslîm girtin. Eger ku di nava dile hinekan de hesta berxwedanê jî hebe, di van qawîşan de zehmet bû ku bikare li ber xwe bide. Ji ber ku teslîmyet rêeyeke wilo bû, yên diketinê nedikarî jê vegerin. 

BI TIRSÊ DIXWAZIN TESLÎM BIGIRIN

A sêyemîn jî, yên nû hatine destgîrkirin, hevrêyên çavên wan hatî tirsandin, bixin heman qawîşan jî, bi hatina wan a gel hev û civînê bi êşkenceya derûnî ya lêdanê hatibûn teslîmgirtin. Bi temamî têkiliya wan a bi aliyên berxwedêr re hatibûn qûtkirin. Ji ber vê yekê hevrêyên ecemî yên nû ji lêpirsînê hatibûn, ji derveyî serîtewandina li ber îdareyê ti rêyeke din a wan nebû.

ÎDARE JI BO SERÎ BITEWÎNIN HER ŞANTAJÊ DIKE

Du meh in (ji roja greva birçîbûnê destpê kir û vir ve) ji bo me (ji derveyî DDKD ji bo hemû qawîşan) radyo, tv, amûrên germkirinê hatibûn rakirin. Amûrên demborandinê yên weke xişik (stranc), dama û yên din hemû hatibûn rakirin. Li qawîşan parçeyek rojname û pirtûkên qanûnî tinebûn. Bi qasî 15 rojan ji bo me di nava hefteyê de, 4-5 rojan rojname dida, ew jî şevê dubare digirtin. Niha (ji ber nexwendina duayan, kî ye midir nedir nizanin) ew jî tine. Êdî ti têkiliya me bi cihana derve re nîne. Berê, nanê ji bo 2 kesan dihate dayîn niha ji bo 3 kesan tê dayîn. Ji ber ku em nikarin ji kantînê ti tiştekî bigirin, nikarin nan jî bigirin. Hevrê ji birçîna hedara wan nayê. Berê me dikarî ji derve cil û cixare bigirin. Niha bê cixare mane. Îdare ji bo serî bitewînin, xwarin, vexwarin, cixare, rojname û derketina bêhndana eywanê weke amûreke şantajê bikar tîne. Bi qasî du meh in, me nekariye ji kantînê pêwîstiyên xwe bigirin, her wiha nekariye ça, bikevin bêhndana eywanê, dîsa doxtor nedîtiye. Ji ber ku dermanên me jî hatine berhevkirin, hevrêyên me ji êşa hedarî bi wan nayê.

BIRYARA DARVEKIRINÊ

Hevrê Zekî Yilmaz ê ji Gîresûnê ku li Rihayê hate destgîrkirin, bi darvekirinê hate cezakirin. Ti têkiliya Zekî bi bûyera ku li ser cezayê bidarvekirinê lê hate birîn ve tine. Çeka li ser paqij bû. Çek piştre ji aliyê polîsan ve hatiye bikaranîn û qalikê wê weke ku çeka ku di bûyerê de hatiye bikaranîn, şandine balîstikê. Jixwe Zekî li gel polîsan bûyer qebûl nekiriye. Heta beriya 12’ê Îlonê qala berdana wî dihate kirin.

Bidarvekirina Zekî dişibe biryara mijara Orhan a bi zanabûn hatiye kirin. Ji ber ku tenê hevrê û kadroyeke siyasî yî, bû mijara esasî ya biryara darvekirinê. Yanî hevrêyên me ji kîjan madeyê (450, 168) bihata darezandin, lê ya rast li gorî madeya 125’an dihate cezakirin. Biryar ne hiqûqî siyasî bûn. (divê ev rewş hem bi raya giştî ya navxwe û derve bê kifşkirin).

Dîsa çawa ku li me dikir, heman êşkence û ezyet li hevrêyên ku bi darvekirinê ceza lêhatî birîn jî dikirin. Bi qasî me bihîstî, hewl didin ji devê hevrêyên me, belge û lixwemikurhatinên sexte derxînin. Hevrê li ber xwe didin, moralê wan baş e. Zekî piştî biryarê dirûşmên ‘Bijî PKK! Bimre mêtinger-faşîst TC, Bijî Marksîz û Lelînîzim’ qîr kiriye. Ji ber vê yekê li eywana dadgehê leşkeran li wî dane. Dema birin hucreyê ji hevalan qût kiriye û pir li wî dabûn. 

EM HEWL DIDIN PARASTINA XWE TEMAM BIKIN

Amadekariyên ji bo parastina xwe du meh in rawestane. Jixwe metna di destê xwe de belav kiribûn. Qismek vê jî em şewitandibû. Qisma dîroka PKK’ê me hewlda ji bo we bişînin. Em nizanin gihane destê we an na. Ji ber ku ji aqûbeta hevrêyê ku bigihîne derve, tiştek jê nizanin.

Dema ku îdîaname bigihêje destê me, em ê bersiva îdîanameyê bidin. Eger fersend hebe (yanî bikarin binivîsim) hewl bidim bigihînim we. Nizanîn metna esasî ya parastinê çi ye. Eger ku di destan de mabe, em ê temam bikin. A rast çi dibe bila bibe, em ê tema mbikin û hewl bidin bigihînin we. Weke min li jor anî ziman, şertê me yê kar tine. Ne diyare wê çi bê serê me, wê derfetê kar hebe an na. Mêtinger ji bo pêşiya helwesta me ya sîyasî û parastinê bigire, tişta ji destê bê dike. Sibe, şevê-roj û şevê destgîrkirî ne. Saet 11’ê şevê û şûnde kesên li ser lingan hebe, digirin û dibin, piştî lêdanek tund û êşkenceyê davêjin hucreyê. Lêgerînên pir zirav li qawîşan dike. Heta pulên nameyan jî yek bi yek lê digerin. Yanî nivîsîn û veşartina wê pir zehmet e. Îdare û gardiyan dijminê her cûre nivîs û tiştên nivîsandinê ne. 

Bi qasî me bihîstî dosyaya 11 hevrêyên me yên li Enqerê û Elezîzê li Amedê ne. Lê hê îdîanameya wan li naverastê tine. Li gorî texmîna me dosyayên hevrêyên me yên din, jî wê li Amedê kom bikin, wê îdîanameya wan mîna yên me, li Enqerê amade bikin û bişînin. Wê biryarê jî li Amedê bidin. Yanî dibe hevrêyan nebin Amedê. Ji xwe biryar tê wateya biryara cunta û MÎT’ê. Xeterî heye heta dikare bi gotina ‘bê huzurî derxistin’ em hevrêyên li girtîgeha Amedê, piştî îfadeyê û şûnde dernexînin pêşberî dadgehê jî. Hedefa wan rê nedin parastinê bikin, raya giştî çênekin, di vê navê de cezeyek pir giran li me bibirin û înfaz bikin.

JI BO REWŞA VIR BÊ BIHÎSTIN ERKEK MEZIN DIKEVE SER MILÊ PARTIYÊ

Di vê mijarê de ji bo çêkirina rayeke giştî û doza me baldar bişopînin erkekî mezin dikeve ser milê partiyê. Tişta ji destê me bê me texsîr nekiriye, nakin. Her ku (navxwe) em di nava têkiliyê de bin, rê nadin ku girseya me parçe bibe, serî li ber dijmin dane û teslîm bibe. Bi şev û roj ji bo parastinê me amadekarî kiriye. Ji niha û pêve jî, ji bo berjewendiyên partiyê û bilindkirina prestîja wê tişta ji destê me bê em ê bikin. Bila di vê mijarê de ti guman nebe. Lê pir ditirsim ku ev nota min a dawî be, dibe ne êdî bi we re û ne jî hevrêyên din ên li girîgehê re têkilî bê danîn. Eger ku parastineke ku weke propagandakirina partiyê neyê amadekirin jî, li ber dijmin, em ê hewl bidin bi gotinî parastina partiyê, îdeolojî û polîtîkayê bikin. Sûcê me ew e ku metna parastinê beriya 12’ê Îlonê amade bikin, nusqeyek wê gihandina we ye. Wê demê (li girtîgehê) bi perwerdehiya hevrêyan re mijûlbûn heye, ji bo wê karê parastinê tenê şevê û ew jî pir veşartî tê kirin. Ji ber vê me nekarî temam bikin.

DIXWAZIN TIRKIYE BIKIN TRÛVAYÊ ROJHILATA NAVÎN

Rewşa derve em nizanin. Ji bo wê nikarin pêşniyarekê jî bikin. Lê qasî ku hîs dikin, Cunta dixwaze Tirkiye bike hespê Trûva yê DYE û NATO yê Rojhilata Navîn. Polîtîkaya wê bi bi Reagen DYE a emperyalÎst bi polîtîkaya Rojhilata Navîn re li hev nake. Cûnta bi paşverûtiya herêmê re di zik hev de ye. Bi qasî ku dibînin, Iraq an jî amadekariyên guherîna Iraqê tê kirin. Ji bo Kerkûk û Musilê dagir bikin bê sebrin. 

DIVÊ AMADEKARIYÊ PARTIYÊ LI DERVE Û HUNDIR LI DIJÎ CÛNTAYÊ HEBE

Cuntaya êrîşkar û har a Tirk, wê êrîşên xwe yên li ser Partiya me, hêzên şorşger ên Tirkiyeyê bidomîne. Wê bê navber mafê mirovan binpê bike û bê perwa êrîşî gelê em bike. Ji ber ku bûrjûvaya Tirk xwe ji vê rewşê rizgar bike, ji derveyî zext û zilmê ti rêyeke din nabîne. Partiya me divê amadekariyê xwe yên li hundir û derve yên li dijî cûntayê li gorî vê rewşê pêş bixe. Divê bê zanîn ku demê aştiyê siyasetmedarên oportonîst ên rastgir ku li çirava legalîzmê pêş dikeve, îflas kirine. Ne mimkûne ku careke din wan hêzên berê komî ser hev bikin. Wê parçe bibin û ji hev bikevin. Ji ber vê yekê ji şefên siyasetmedarên DDKD û Rêya Azadiyê yên teslîm bûne, zêdetir heskirî û girseya wan têkoşînê bikin. 

Niha maceraya çep jî di xeteriyê de ye. Wê partiya me ji hev bixe, hêza me belav bike. Taktîka amadekarî û komîserhevûnê rast e. Divê ji lezûbezê û çavsoriyê xwe dûr bixin. Li gorî me ji bo amadekarî, propaganda û leşkerî bi qasî 2 salan dom bike.

Silav”

HELBESTA MEZLÛM DOGAN

Ülkem
Toprağım kadar,
seslerim, aşklarım kadar
büyük olamaz ihanetler
onlar bir serçe kuşun
kanatları bile olamazlar
Welatê min
Bi qasî axa xwe
Bi qasî deng û evîna xwe
Îxanet nikare mezin bibe
Ew nikarin bibin 
Biqasî baskê çûkekê

***
yağmur damlacıklarını,
çocuk seslerini,
uçan kuşun kanatlarını,
çırpınışlarını yazmalıyım
Ülkemin
Dilopên baranê,
Dengê zarokan,
Baskên çûkên difirin,
Divê pirpira wan binivîsim 
Welatê min

***
Tutsakların yaralı yüreklerini,
vurulan bir gencin o anda
duyduğu şeyleri,
bir ölünün son sözlerini
çizmeliyim kağıtlara,
yıldızlara
Dilê birîndar ên girtiyan,
Di wê kêliyê de gulekirina ciwanekê
Tiştên hest pê kirî,
Gotinên dawî yên miriyekê, 
Xêz bikim li ser kaxezekê
Stêran

***
Bir yılanın sessiz kayışı ve
iz bırakışını toprakta
akrep kadar, çiyan kadar
bilinen kötü şeyler kadar
zulmü de yazmalıyım
ihaneti de


Bêdengiya marekî mîna werîsan û 
Şopa wê ya li ser erdê hiştin
Bi qasî dûpişk û bi qasî zîvzîve
Bi qasî tiştên xirab ên tên zanîn
Divê zilmê jî binivîsim,
Xiyanetê jî
Mazlûm Dogan