Karmendekî Zanîngeha Kerkûkê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate kuştin
Duh bi derengiya şevê li qezaya Dubis a Kerkûkê karmendekî Serokatiya Zanîngeha Kerkûkê hate kuştin.
Duh bi derengiya şevê li qezaya Dubis a Kerkûkê karmendekî Serokatiya Zanîngeha Kerkûkê hate kuştin.
Duh bi şev li gundê Quşqaye a qezaya Dubis a li Başûrê Rojavayê bajarê Kerkûkê dema komek çeteyên DAÎŞ’ê hewlda ku dexilûdanên herêmê bi şewitînin, çeteyan gule li karmendê bi navê Enes Naîf Xemîs (45) berda û kuşt.
Piştî kuştina Xemîs tabûra 56’ê ya Heşdî Şebî gihişte gund û rastî çeteyên DAÎŞ’ê hatin.
Li ser vê çeteyên DAÎŞ’ê neçar man ku birevin.