BI DÎMEN

Karayilan sersaxî ji malbata Tanit re xwest

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, ji malbata Saît Tanit (Bedran Cûdî) re peyameke sersaxiyê şand.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, ji malbatên fermandarê gerîla Saît Tanit (Bedran Cûdî), kurê wî Mehmet Tanit û 3 milîsên di heman bûyerê de jiyana xwe ji dest dan re, peyamek bi dîmen şand û sersaxî ji wan re xwest.

Fermandarê gerîla Saît Tanit (Bedran Cûdî) û kurê wî Mehmet Tanit, tevî milîsên bi navê Mûrat Atak (Zekî), Osman Arzû û Abdulkerîm Îzer, roja 22'ê Nîsanê li bejahiya Amediyeyê, ji ber êrîşa balafirên şer ên artêşa Tİrk jiyana xwe ji dest da bûn.

Peyama Karayilan a bi dîmen, bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan. Tevî malbatên Tanit û milîsên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, Fermandarê gerîla yê eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat, Fermandara YJA Starê ya eyaletê Raperîn Gabar, ji fermandariya eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Şahîn Amed, ji rêveberên kampê Ferat Botan û gelek mirovên ji şêniyên kampê li tevlî bîranînê bûn û li peyama Karayilan temaşe kirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan sersaxî ji malbatan re xwest û got, "Em sersaxiyê ji malbatên pênc şehîdên xwe, ji gelê Mexmûrê, gelê Botanê û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soz didin, em ê Kurdistanê azad bikin, ku ev yek hesret û daxwaza wan e."