Karayilan: Piştgiriya derve ya ji bo Tirkiyeyê, şer dirêj dike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku piştgiriya hêzên derve ya ji bo dewleta Tirk li pêşiya çareseriyê asteng e û got, "Feraseta qirker nijadperest a dewletê û berjewendiyên hêzên derve vî şerî dirêj dike."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF'ê.

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re ku ji aliyê gelek derdoran ve wek ‘Hilbijartina Çarenûsê’ tên pênasekirin, hindik maye. Ji hilbijartinên giştî yên dawî heta bi niha, li ser nêzîkahiya rejîma AKP’ê ya li ser Kurdan hûn çi dibêjin?

Polîtîkayên ku rejîma AKP'ê ji hilbijartinên dawî heta niha dimeşîne xwe dispêrin 'Plana Têkbirinê' ya sala 2016'an. Yanî weke encama fiîlî ya konsepteke ku hingê planê wê saz kir, ji mehên havînê yên sala 2015’an heta bi niha, heman polîtîkayê bi rê ve dibin. Lewma koalîsyona AKP, MHP û Ergenekon bi esasî ji bo serxistina Plana Têkbirinê ya li dijî gelê Kurd, plan kirin ku rejîmê mayinde bikin û desthilatdariya xwe dewam bikin. Bi planê têkbirinê , ji xwe re kir armanc ku Kurdan bê pêşeng bike, saziyên wan belav bike, destketiyên wan hemûyan ji nav bibin, bêhêz bike û rê li ber bigire da ku nebe vîneke siyasî. Ji ber wê ye ku heşt sal in, di serî de li Îmraliyê, li bejahiyê û di warê siyasî-civakî de, serî li her rêbazê da. Kurt û kurmancî, rejîma AKP-MHP-Ergenekonê, ji bo çewisandinê, radest girtin û şikandina vîna gelê me, çi tiştên jê hat, kirin. Ji ber wê, rêgezên hiqûqê, mafên mirovan xistin bin pêyan. Kir ku rewşa awarte li Kurdistanê her berdewam be. Di nav van 8 salên dawî de, li Kurdistanê tu carî şertên asayî çênebûn. Şert û mercên şer hat ferzkirin û rewşeke awarte ya neragihandî hat pêkanîn. 

Ji bo ji van pêkanînên xwe re pal û piştan çêbikin, mijar mezin kir, got: “Pirsgirêka hebûn û nebûnê ya Tirkiyeyê heye“ û li ser vî asasî bi eşkerehî şerekê giştî li dijî Kurdan, rêxistinên wan ên demokratîk û hemû avaniyên wan ragihand. Gava ku ev kir jî li dijî zagonên neteweyî û navneteweyî sûc kirin. Lewra bi van zagonan nekir. Armanc, şikandina vîna gelê Kurd, radest girtin û şikandina hêviya gelê Kurd a hemberî paşerojê û rakirina ji holê ya hemû destketiyên Kurdan e. Li ser vê bingehê, xwest siyaseteke qirkirinê ya nû ya ku li Tirkiyeyê jê re dibêjin ‘Pergala Serokkomariyê ya bi awayê Tirkan’ bi meriyet bikin ku di esasê xwe de awayekî dîktatoriya faşîst e ku bi awayekî mayînde bidin rûniştandin.

Karîbûn bi ser bixînin?

Lê tevî van hemû hewildanan, di serî de Gladîoya NATO’yê, tevkariyên hêzên ji der ve yên cur bi cur û piştgiriya xeta xiyanetkar a Kurd, nekarî vê bi ser bixin. Ger bikariya tevgera azadiyê û gerîla ji holê rabikirana, zêdekirina dozaja êşkenceya derûnî li ser Rêber Apo li Îmraliyê, çewisandina civakî û radest girtina wê ji xwe re kiribû plan. Lê bi têkçûyîna li ber gerîla, di hemû waran de nekarî bigihîje tu encamê. Berxwedana gerîla ji aliyekî ve ji hemû dînamîkên demokratîk ên Kurd û yên li Tirkiyeyê re, bû hêz, ruh û pal û pişteke xurt. Li ser vî esasî, di xeta Rêbertiyê de pêvajoyeke berxwedanê ya mezin pêk hat.  Pêvajoyeke ku mirov dikare jê re bibêje ‘Berxwedaneke bi giştî li dijî şerê bi giştî’ pêk hat. Bê guman bedelê wê hat dayîn, ne hêsan bû lê gelan karî vê planê qirker a faşîst xera bikin û encamê werbigirin. 

Li aliyê din, mirov ku guhdariya rêveberên AKP’ê dike, ew jî dibêjin ew bi ser ketine… 

Helbet AKP jî dibêje ku biserketî ye lê ev ne rast e. Wan dixwest ku gerîla bi tevahî ji holê rabikin; her wiha rakirina ji holê ya destketiyên heyî ji xwe dikir armanc. Du salên dawîn xwest Zapê bi dest bixin û gerîla li wê derê ji holê rabikin. Ji wê boneyê, dest bi şerekî teknolojîk ê pir gur kir. Çekên qedexekirî bi kar anîn. Piştgirî ji xeta hevkar a Kurd a li Başûr wergirt. Lê nekarî gerîla ji wir derbixe, nekarî bibe serwer. Li Zapê cihê herî giring û stratejîk ku bi temamî ji Geliyê Zapê re serwer e, Girê Cûdî û derdora gir e. Girê Cûdî, dilê Zapê ye. Nekarî girên Şehîd Çekdar, Şehîd Yunus, Şehîd Leşker û Girê Amediyê û Girê Şehîd Pîrdogan, Girê Bahar û hwd. bigire; ji bo bi dest bixe pir hewil da lê dawiyê neçar ma ku vegere. Nexwe wê pir wendahiyên wan çêbibûna. Ê ku li van deran nebe serwer, nikar bibêje “Ez li Zapê gihîştim encamê“. Li heman herêmê ne bi tenê ev der, li xeta Sîda û Çemçoyê gelek nuqteyên berxwedanê yên cuda hene ku nekarî bixîne.  

Her wiha xwe disipêre feraseta me ya taktîkî ya serdemê ya di warê hejmara gerîla de li Bakurê Kurdistanê, Suleyman Soylû ji xwe re çîrokên serketinê li hev tîne, civaka Tirkiyeyê dixapîne. Me feraseteke polîtîk-taktîk a li gor pêvajoyê heye. Wek ku li dijî ÎHA-SÎHA’yên pir pê bawer in, tu çare nîn e, nîşan didin. Ev jî ne rast e. Bi tevdîrên me yên taktîkî, diyar bû ku me heta bi astekê encam wergirtiye. Di vî warî de, bipêşvebirina awayê rast ê tevgerînê, diyar e ku wê rê li ber encamên xurttir vebibe.

Ya rast, ji ber ku nikarin vê berxwedanê bişîkînin, nikarin hêza berxwedêr û vîna gelê Kurd bişikînin û gav bi paş de bidin avêtin. Her wiha nikarin li ber hêzên çep-demokrasîxwaz ên Tirkiyeyî bi ser bikevin. Hêzên çep-demokrasîxwaz jî ku bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re dimeşin, di vê serdemê de berxwedaneke mezin û hêza vînê nîşan dan.  

Li gel vê rewşê jî diyar e ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di Plana Têkbirinê de israr dike. Operasyona qirkirina siyasî ku li gelek navendên Kurdistanê kir jî, dibe ku mirov wek perçeyekî heman konseptê binirxîne? Li ser armanca vê operasyonê, hûn dikarin çi bibêjin? 

Erê. Desthilata AKP-MHP’ê, di Planê Hilweşandinê de hêj jî israr dike. Dixwaze pê bigihîje encamê û hilbijartinan kar bike. Wek perçeyekê vê konseptê, pêngavên wan ên dawîn jî, bi êrîşa qirkirina siyasî, ji derdorên welatparê-demokratîk, destgîrkirina nêzîkê 150 kesan e. Desthilata AKP’ê, bi vê êrîşê, dixwaze têkoşîna siyasî-hiqûqî, kûrahiya çandî û hêza propagandayê ya Kurdan bişikîne. Rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, hiqûqnas hatin armanckirin. Mirov dikare bibêje ku berpêbûyînek e li dijî derdorên dikarin bibin çaviyên refleksê yên civakê. Ev êrîş jî êrîşek e ji bo şikandina hêzên bandora gelê Kurdistanê. 

Mirov li dema wê jî binihêre, ev ne êrîş nebû surprîz? 

Bê guman ev ne surprîz e. Ya rast êrîşek e ku dihat payîn. Çimkî dixwazin ku gava ketina hilbijartinê rageşî hebe. Dibû ku êrîşê Rojava, gerîla ya jî êrîşê derên din jî bikira. Lê tevî hemû hewildanên xwe, zemîna siyasî ku ji bo Rojava dixwest nekarî çêbike. Dizane ku li qadên gerîla jî nikare encameke ku veguherîne propagandaya siyasî, werbigire. Di dest de derdorên bêçek û parastin man. Jixwe hêz têr bikira, wê berê xwe bida Rojava, her wiha wê Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû bidana ber xwe. Lê ji ber ku nekarî, derdorên sivîl, siyaseta legal dikin, ya jî di vê astê de gelê Kurd îfade dikin, ji xwe re kirin armanc. 

Diyar e ku destwerdanek e li hilbijartinên 14’ê Gulanê. We encamên vê ku wê bibin sedem, binihêre û biryar bide bê ka li êrîşên wiha dewam bike ya na. Erê, ji hilbijartinan ditirse; rast e lê ji aliyê din ve ew bixwe rewşeke tirsnak çêdike da ku Tifaqa Ked û Azadiyê û xebatên Partiya Çepên Kesk qels bike. Bi qelskirina Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê, ji xwe re dike armanc ku hemû muxalefeta li Tirkiyeyê û bi vî awayî rê li ber karkirina hilbijartinan vebike. Nexwe wê çima ji nişkan ve rojnamevan, hiqûqnas, siyasetmedar, saziyên civakî yên sivîl, kesên şanoger ku bi awayekê yasayî dixebitin û her roj li ber çavan in, bigire. 

Hûn helwesta muxalefetê ya li dijî vê êrîşê, çawa dibînî? 

Mixabin, muxalefeta giştî ya li Tirkiyeyê anku muxalefeta di nava pergalê de, vê berpêbûyîna AKP-MHP’ê têr tênagihîje û heta niha tu helwesteke ku divê, diyar nekiriye. 

Bi ya we, wê desthilata heyî bi van rêbazên ewlehîperest bikare bigihîje encamê?   

Çi dibe bila bibe, êdî bi rêbazên tundiyê yên bi vî awayî, anku bi girtin, êşkence, tirsandin û kuştinê, siûda wê ku encamekê bi dest bixe, pir kêm e. Jixwe li tundiyê dewam dikin. Di serî de Zap, her tim êrîşê derên cur bi cur dikin. Bi eşkerehî dibêjin, ‘min li vir lê xist, li wir lê xist’. Bi piştgiriya Rûsyayê jî, bi dewletên wek Sûriye û Îranê re tifaqan çêdikin û hewil didin ku wan jî daxilê vê konseptê bikin. 

Lê, AKP ku bi awayekê bi israr dixwaze bi Sûriye û Îranê re tifaqê çêbike, armanca wê çi ye? 

Beriya hilbijartinê dixwazin serkeftinekê bi dest bixin. Bo mînak; ji xwe re kir armanc ku herêma Til Rifat (Şehba) û Minbicê ku di destên Kurdan de ne, ji destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbixin. Plan dikir ku vê bi Sûriyeyê re bike. 

Ketiye hewil û heweseke zêde ku derbeyekê li Kurdan bixe. Beriya hilbijartinê, bi kirina tiştekê wiha, xwedêgiravî wê ev encama ku girtiye veguherîne dengan. Hesabê wê, ev e. Lê bi qasê ku xuya dibe, di civîna çaraliyî de encama dixwaze, wernegirtiye. Dewleta Tirk, bi helwesta xwe, hewil dide ku Sûriyeyê bixe şûna keran. Berpirsên sereke yên xerakirina Sûriyeyê bi vî qasî, hikûmeta AKP’ê û Mîrîtiya Katarê ne. Ev, hêzên li pişt hemû muxalefeta xeraker a Sûriyeyê ne. Axa Sûriyeyê dagir kiriye, bi ser de dibêje ‘were êm êrîşê Kurdan bikin’. Wisa xuya ye ku Sûriyeyê qebûl nekiriye. Ji vê seetê û pê ve nikarin bi tundiyê tu encamê bi dest bixin. Lewra, dînamîkên berxwedanê yên bingehîn ên doza azadî û demokrasiyê, li ser pêyan in. Gelê me, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, bi xwe spartina van dînamîkên berxwedanê yên bingehîn, vînek derxistiye holê. Pir dijwar e jê gav bi paş de bidin avêtin. Anku gelê me û hêzên din ên azadî û demokrasiyê bûn xwedî tecrûbeyekê; girseyên qelebalix li Tirkiyeyê, rastiya AKP-MHP’ê dît û bûn xwedî tecrûbe. Van got, ‘weten-milet-Sakarya’ û tevî hemû dewlemeniyên Tirkiyeyê, welêt birçî hişt. Mirov, ji bo bikarin bijîn, dexil û danê bingehîn ku nebe nabe, bi dest naxin. Her tişt di ber şer de xerc kirin. Tirkiye xera kir. Lewma çi jî bikin êdî nikarin bigihîjin encamê. 

Li dijî van êrîşan, têkildarê tiştên divê derdorên welatparêz û demokrasîxwaz bikin, mirov dikare bibêje çi? 

Bi ya min, wê civaka Kurdistanê û Tirkiyeyê, wê li ber êrîşên bi vî awayî neçewisin û bêhtir berê xwe bidin têkoşînê. Helbet di pratîkê de jî tiştên divê bên kirin, hene. Bo mînak; şoreşger, welatparêz û demokratên li Kurdistanê, divê van mirovên hêja ku hatine girtin, demildest dagirin. Divê valahî nemîne, xebat qels nebe. Pergalê, ji bo qelskirina xebatê û bipaşvebirina wê, ev kes destgîr kirin. Nexwe, li dijî van berpêbûyînan, divê mirov bersivê bi xurttirkirina xebatê bide. Li Amedê, gelê me bi awayekê jidil bertek nîşan da; tevî hemû astengkirina polîsan, li derên cuda jî helwest diyar kir. Hemin ku dixwazin xebata hilbijartinê asteng bikin, hingê tiştê kirinê ew e ku, mirov xebata van kesan dikir, xurttir bike. 

Bo mînak; ew herî pir ji xebatkarên çapemeniya azad ditirsin. Lewra xebatkarên çapemeniya azad li Kurdistanê, rastiyên ku ew dixwazin vebişêrin, derdixin holê. Ew jî ji derketina holê ya rastiyan ditirsin. Lewma wan pêşî berê xwe da rojnamevanan. Berê jî di du operasyonên ji hev û din cuda de, gelek rojnamevanên Kurd ên dînamîk û behremend ên şoreşger xistin girtîgehan. Niha ez dibêm qey, di nav destgîrkiriyan de 10 jê rojnamevan in; her wiha hiqûqnas, siyasetmedar, ji saziyên civakî yên sivîl kes hene di nav de. Divê mirov şûna wan dagire. 

Bi derfetên teknîkî yên serdema me, her mirovekê me dikare bibe rojnamevan. Her kesekê xwedî telefon, dikare bibe nûçegihan. Her kesê xwenda dikare nûçeyekê binivîse û bigihîne navendên nûçeyan. Ji bo ji bêr kêmasiyê valahî çenebe, divê mirov xebata şoreşger-welatparêz-demokratîk, hinekê din jî xurt bike.

Helbet dibe ku êrîşên bi vî rengî zêdetir bibin. Di vir de ya girîng ew e ku mirov bikaribe bi biryardariyeke mezin bi van hemûyan re rû bi rû bimîne. Gelê Kurdistanê û derdorên demokratîk ên dostên gelê me hêzeke civakî ya girîng e. Heya ku ev hêza civakî di nava xwe de bi hevgirtinê bi rêxistin be, kes nikare wê paşde bide. Ji ber vê yekê divê gelê me bi ducarkirina xebatê bersivê bide. Ger bersivek wiha bê dayîn dê hemû hewldanên wan bê encam bimîne.

Gava pêvajoya hilbijartinê dest pê bû, mijara propaxandaya herî girîng a eniya AKP-MHP'ê tevgera we bû. Gava dixwazin bizivirin kê û kîjan derdoran, tevgera we derdixin pêş; ku ew bi we re di têkiliyê de ne, hwd. Wisa xuya dike ku ew hewl didin ku bertekek biafirînin. Li hemberî vê yekê hin daxuyaniyên girîng ji aliyê hin rêveberên tevgera we ve hatin dayîn. Hûn li ser vê mijarê dixwazin çi bibêjin?

AKP niha hewl dide me, yanî PKK'ê wekî tirsdêr (tirsîner) nîşan bide. Mîna ku bibêje 'Wey li halê kesê ku eleqedar be an silavê bide!' Belê, hevrêyên din ên rêveberiya me jî li ser vê mijarê axivîn û gotin; "Yên ku herî zêde têkiliya xwe bi PKK'ê re heye AKP bi xwe ye." Ev tespîtek rast e. AKP wekî bazirganekî ye. Xwedî hişmendiya pir pragmatîk e. Berê jî gava bi me re di têkiliyê de bû, timî armanc dikir ku ji wan pêwendiyan sûd werbigirin. Lê dema ku ferq kirin ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê di demokratîkbûna Tirkiyeyê de israr dikin, bi prensîban nêzî vê mijarê dibin û dê prîmê nedin pergala dîktatoriyê; Vê carê ji bo berjewendî û armancên xwe yên sereke guncav dîtin ku Maseya Dolmabahçeyê ya ku di wê demê de gihîştibû encamek diyarkirî hilweşînin û bi temamî bizivirin û derbasî xeta MHP‘ê bibin. Pişt re hemû stratejiyên xwe li gorî dijî Kurd û dij-demokrasiyê diyar kirin. 

Baş e, ev têkiliyên ku ji aliyê rêveberiyê ve hatiye gotin, kengê dest pê kir? Di kîjan qonaxan re derbas bû û çawa bi pêş ket?

Bi rastî, 11 salan, ji 2005‘an heta 2015‘an, rasterast an nerasterast her dem rewşek têkiliyê hebû. Ne şaş e ku mirov bibêje di van deman de têkiliyên PKK û AKP’ê di asta cuda de hebûn. Destpêkê di sala 2005'an de saziyeke navneteweyî xwest bibe navbeynkar, diyar kir ku ew çûye Tirkiyeyê bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtin kirine, wî jî navbeynkarî qebûl kiriye û ew şandine gel kesê bi navê Emre Taner ku hingî Musteşarê MÎT'ê bû. Lewma jî xwestin di vê mijarê de nêrîna me werbigire. Me jî qebûl kir. Ji ber ku em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rastî jî bi diyalogê çareser bikin. Di vê mijarê de her kes zane ku Rêberê me salên dûr û dirêj gelekî hewl da. Eger di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk-siyasî de hêviyek hebe, em ê xwe ji vê yekê nedin alî. Lewma me ev pêşniyara ku li me hate kirin nirxand û ji bo çareseriya demokratîk pêşî li pêvajoya diyalogê vekir.

Vê koma navneteweyî demeke dirêj di navbera me de çû û hat, peyam bir û anî. Herî dawî li Belçîkayê heyetan rû bi rû hevdîtin pêk anîn. Piştre ji Îlona 2008'an heta bi Nîsana 2011'an di navbera heyeta fermî ya Komara Tirkiyeyê û heyeta PKK'ê de bi rengekî rêk û pêk hevdîtin hatin kirin. Hejmara wê baş nayê bîra min, lê belê di qeydan de heye; salê çend caran heyeta me bi rengekî fermî ji Hewlêrê hate wergirtin û birin Osloyê; her wiha beşek ji heyeta me jî ji Belçîkayê diçû Osloyê; heyeta Tirk jî dihat wir û hevdîtin bi vî rengî dihate kirin. Heyeta me naveroka her hevdîtinê bi kurtasî dikir rapor û dida heyeta Tirkiyeyê; wan jî dibir Îmraliyê û radestî Rêber Apo dikir. Bi kurtasî ji bo çareseriya pirsgirêkê têkiliyeke bi vî rengî hebû û ev ye ji bo çareseriya pirsgirêkê, aramî û paşeroja Tirkiyeyê tiştekî erênî bû. Eger bi ser bihata xistin ji bo Tirkiyeyê, ji bo gelê Kurd tişta herî guncaw bû. Eger bi ser biketa îro ti ji pirsgirêkên heyî yên gelên Tirkiyeyê tune bûn.

Di encama danûstandinan de bihara 2011'an mutabaqateke hevpar hate amadekirin. Mutabaqata ku heyetan li ser li hev kirin radestî hikumeta AKP'ê, heyeta Tirk hate kirin. Lê belê piştre bersiv nehat û xumamî ma. Piştre jî rêveberên AKP'ê qala taktîka Srî Lankayê ya li dijî Tamîlan kirin û dest bi pêvajoya şer kirin. Dawiya sala 2012'an jî li Îmraliyê careke din hevdîtin bi Rêberê me re hate kirin û pêvajoyeke nû hate destpêkirin.

Di vê navberê de sala 2010'an hin deman rewş xitimî. Rêveberiya Enqereyê ji bo çareserkirina xitimandinê Birêz Celal Talabanî xist dewrê. Bi wî re jî hevdîtinên me çêbûn. Li ser pêşniyara heyeta Tirk a li Celal Talabanî, wî bi xwe rewşenbîr û siyasetmedarê naskirî Mehmet Emîn Pêncewînî weke nûnerê xwe şandibû Enqereyê. Li wê derê bi YNK'ê re gihîştin wê encam û biryarê ku 'çareseriya pirsgirêkê li Osloyê bi nîqaş-diyalogê bi pêş naçe, ya rast ew e ku di navbera Enqere û Qendîlê de xeteke yekser bê avakirin'. Ev yek biryara hevpar a YNK'ê û hikumeta AKP'ê bû. YNK'ê ev yek ji me re ragihand. Lê belê me ev qebûl nekir.

We çima qebûl nekir?

Ji ber ku weke xitimandina hevdîtinên li Osloyê dihate nîşandan û ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi diyalogê jî danûstandinên navbera Qendîl û Enqereyê dihate nîşandan. Lê belê bi esasî Îmrali kiribûn hedef, bi rengekî veşartî taktîkeke welê ava kirin ku Rêber Apo bypass bikin. Wan digotin, 'Çima biyanî ji me re bibin navbeynkar; em bi xwe nîqaş bikin û pirsgirêka xwe çareser bikin. Di vê mijarê de jî bila Mam Celal bibe alîkar'. Ev yek weke nêzîkatiyeke maqûl xuya dikir, lê belê di nav vê planê de Îmrali li derve dihiştin. Lewma em neketin nava vê taktîkê; me ev yek red kir. Her wiha ji ber vê yekê, ji bo ku YNK şaş fêhm neke me peyameke taybet şand û hevdîtin li ser vegotina mijarê lidar xist. Piştre di navbera YNK û Tirkiyeyê de pêvajoyeke sarbûnê destpê kir.

Beriya vê pêvajoyê Hakan Fîdan bi xwe ragihand ku ji bo rewşa xitimandî çareser bike dixwaze bi xwe bê Qendîlê û hevdîtinê bi min re bike. Ez hingî Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê bûm. YNK'ê bi israreke mezin pêşniyar kir û got, 'Em ê jî bi heyetek ji rêveberiya xwe bên Qendîlê; Hakan Fîdan dixwaze yekser bi we re hevdîtinê bike, ev baş e, ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtina we wê baş be'. Me ev qebûl nekir. Min got, 'Îmrali hîn bêhtir nêzî Enqereyê ye, bila li wir hevdîtin bê kirin, ew ê çima bê û bi min re hevdîtinê bike'. Li ser vê bingehê me ew pêşniyara hevdîtinê red kir.

Dawiya sala 2012'an pêvajoya hevdîtinên li Îmraliyê hebûn ku raya giştî bi giranî hay jê hebû. Di vir de jî heyeta HDP'ê navbeynkarî kir. HDP hem aktorekî çareseriyê bû, hem jî bi rola navbeynkariyê rabû. Gelek caran bi agahiya Dewleta Komara Tirkiyeyê hat Qendîlê, encamên hevdîtinê bi me re parve kir, nêrîna me wergirt û di hevdîtinan de parve kir. Me name bi rengekî eşkere şand. Ev name radestî dewletê dihatin kirin, dewletê piştî ku xwend û lêkolîn kir li Îmraliyê radestî Rêber Apo dikir. Ev hemû karên qanûnî bûn. Her wiha wê demê li meclîsê ji bo kesên ku vî karî dikin neyên darizandin qanûnek hate amadekirin. Lê belê piştre hate fêhmkirin ku ew qanûn tenê ji bo xwe çêkirine.

Di vir de tişta girîng a ku divê bê dîtin bi vî rengî ye: Derdê AKP'ê çareserkirina pirsgirêka Kurd nîne ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Derdê xwe berjewendiyên xwe ye. Li gorî hesabên xwe tevdigere. Rêber Apo bi samîmiyeteke mezin ji bo çareseriya pirsgirêkê xebitî; em jî bi heman rengî. Lê belê AKP ji dil nebû û pirsgirêk çareser nekir.

Lê belê AKP niha vê yekê dike amûreke sûcdarkirinê û li hemberî hinekî din bi kar tîne...

Dawiya dawî Kurd rastiyeke Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka Kurd heye û ev rastiyeke. PKK jî hêzeke ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dest bi têkoşînê kiriye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a ku pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye, hêza herî maqûl a ku hevdîtin pê re bê kirin bêguman PKK û Rêberê wê Abdullah Ocalan e. Ji vê jî wêdetir Rêber Apo di dilê gelê Kurd de bûye îradeyeke mezin. Hevdîtinek ji bo çareseriya pirsgirêkê çima şerm be ku AKP niha weke amûreke sûcdarkirinê bi kar tîne! Halbûkî wan bi xwe ev derî vekirin; bi xwe ev hevdîtin da destpêkirin. Tevî ku niha kesek hevdîtinê nake û têkilî nîne jî şermeke mezin e ku hêzên cuda bi têkiliyan sûcdar dikin.

Yanî bi muxalefetê re hevdîtineke bi vî rengî nîne...

Hevdîtineke welê nîne. Ji xwe kes ji tirsa AKP'ê nikare vê mijarê bîne ziman. Tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê zexteke welê afirandiye ku muxalefet û hêzên cuda ditirsin ku qala vê pirsgirêkê bikin. Hinek jî ji xwe dema mijar Kurd be, ji desthilatdariyê cuda nafikirin. Me dît; tifaqa jê re Maseya 6'an hate pênasekirin salekê nîqaş kir, gotin ku belgeyek nêzî hezar rûpelî amade kirine. Di nav de gotineke bi tenê ya Kurd nîne, qala pirsgirêka Kurd nayê kirin. Çima? Ji ber vê rewşa tirsê ye ku hatiye afirandin. Bi hestên faşîzan û nijadperest, dema ku hevdîtin bi nûnerên Kurdan re bê kirin mîna ku wê qiyamet rabe, nîşan dan. Em PKK'ê bidin aliyekî; hevdîtina bi HDP'ê re jî weke tiştekî ku nayê qebûlkirin pêşkêş kirin. Halbûkî HDP sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê ye û tevgereke qanûnî ye. Lê belê xwe dispêre Kurdan; bi îdîa ye ku nûnertiyê ji doza Kurdan re bike û xwedî wê bernameyê ye ku demokrasiyê bîne Tirkiyeyê. Lewma êrîşî wê dikin. Ji xwe wê li pêşiya xwe weke astengiyê dibînin. Ji ber helwesta HDP'ê ya sala 2015'an zexteke ewqasî giran li HDP'ê dikin, me û HDP'ê weke hev nîşan didin. Halbûkî tiştekî bi vî rengî nîne; HDP partiyeke siyasî ye ku li ser bingeha legal kar dike. Lê belê ji ber helwesta HDP'ê mîna ku têkildarî Rojava îdîa dikin, wê jî weke PKK'î pênase dikin. Halbûkî ev yek berevajîkirina rastiyê ye.

Hûn dixwazin em piştre bên ser beşa Rojava. We qala helwesta HDP'ê ya sala 2015'an kir. Helwesteke çawa bû?

Di vir de divê rastiyeke din bê îzahkirin: Tayyîp Erdogan kesekî gelekî şexsî û nerazî ye. Bi esasî xwedî hesta tolhildanê ye. Eger bê bîra we Hevserokê Giştî yê HDP'ê bi rengekî ne ji rêzê civîna koma meclîsê ya heftane tenê bi hevokekê ku sê caran dubare kir, civîn qedand. Got 'Em ê te nekin serok'. Ji ber vê helwestê Tayyîp Erdogan ewqasî ji Selahattîn Demîrtaş û HDP'ê nerazî ye.

Di vê mijarê de hin agahiyên cuda jî bidim: Mînak li gorî agahiyên ku piştre gihîştin me, li pişt helwesta li hemberî Osman Kavala jî heman bûyer heye.

Çi têkiliya Osman Kavala bi vê bûyerê re heye?

Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, axaftineke bi vî rengî ya li meclîsê fikrê Osman Kavala bû. Yanî wî bi xwe pêşniyar li Selahattîn Demîrtaş kir ku bi vî rengî bike; Selahattîn Demîrtaş jî ev qebûl kir û çû li meclîsê ew civîn lidar xist. Ez zanim ku rejîma AKP'ê û Erdogan vê yekê bi vî rengî dinirxînin.

Ji ber vê yekê Tayyîp Erdogan hem Selahattîn Demîrtaş hem jî Osman Kavala xiste girtîgehê. Ji bo Tayyîp Erdogan sûcê rastî yê van herdu mirovan ev e. Xwediyê fikrê gotina 'Em ê te nekin serok' û rastdîtina vî fikrî û bilêvkirina wê li meclîsê. Hemû tiştên din ên ku li dadgehan li hemberî Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş têne nîşandan pûç in, bêbingeh in. Ti ji wan rast nînin. Ya ku min qalê kir, ew a esasî ye. Bala xwe bidin ser; Tayyîp Erdogan gelek caran bi xwe tevlî dozên van herdu kesayetên hêja bû. Got 'Hûn ê wan bernedin', 'sûcê wan giran e'. Ji ber ku bi esasî ji ber vê sedema ku min qalê kir, hatin girtin. Ev yek radixe pêş çavan ku Tayyîp Erdogan çawa dadgerî xistiye bin xizmeta xwe û çawa kiriye amûrek ji bo xwe.

Em li ser Rojava vegerin; we gotin ku nabe Rojava weke PKK bê pênasekirin. Eger Rojava ne PKK be, hingî dewleta Tirk çima li dijî hêzên şoreşa Rojava helwest nîşan da?

Bi esasî em karin vê bibêjin: Dewlet ji Şoreşa Rojava tirsiya. Ji ber vê yekê destpêkê xwestin ku têkiliyê deynin û kontrol bikin. Bang li Salih Muslim kirin û li Enqereyê çend caran hevdîtin pê re kirin. Piştre dîtin ku nikarin kontrol bikin, tirsa wan zêdetir bû. Hesabê wan bi esasî bi vî rengî bû: Rojava parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye, nifûsa xwe derdora 3 milyon kesî ye. Eger Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî statu, mînak eger xweseriyê bi dest bixin, li Iraqê ji xwe statuya federasyonê ya Kurdan heye, wê rewşeke welê biafire û bibêje 'Çima li Bakur 20 milyon Kurd vê yekê wernegirin'; lewma gihîştin wê baweriyê ku Kurdên li Bakur wê teqez xweseriyê bixwazin; dikare bigihêje asteke hîn xetere û tirsiyan. Di vê mijarê de dikare bê gotin ku 'Pirsgirêk nepixand, veguherand pirsgirêka mayindebûnê û li dijî vê kete çeperê'. Bi fikra 'Ji xwe PKK di lîsteya terorê ya DYE û Yekîtiya Ewropayê de ye' hewl dan Şoreşa Rojava û PKK'ê weke hev nîşan bidin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha derdora 5 milyon kes hene. Bi qasî welatekî ye. Li wir rêxistinek nîne, li wir rêveberiyeke xweser a xwecihî heye. Dibe ku nêzî xeta Rêber Apo bin, lê belê rast nîne ku yekser PKK'î bê nîşandan. Ev nêzîkatî ji ber ku li hesabê wan tê, bi vî rengî kirin.

Heman tiştî li hemberî saziyên legal ên li Tirkiyeyê jî dikin. Her wiha li Rojhilat jî dikin. Bi vî rengî ji wan heye ku wê karibin bi hêsanî êrîş bikin. Lewma jî bi gotin û nêzîkatiyeke bi vî rengî dixwazin destketiyên Kurdan tune bikin. Ya ku jê ditirsin jî ew e ku xelkê Rojava bibe xwedî statu. Ji vê tirsiyan. Diyar kirin ku ev ê bibe mînak, Kurdên li Bakur wê teqez mafên xwe bixwazin, wê nikaribin pêşî li vê bigirin û gotin 'wê welatê me parçe bikin, dewleta terorê ava bikin'.

Ji ber vê yekê hewl didin PKK'ê û Rojava weke hev nîşan bidin. Belê, dibe ku têkilî hebe lê belê heman tişt nîne. Beriya her tiştî eger qala tevgera Rêber Apo tê kirin hingî gotina 'wê dewletê ava bikin' rast nîne. Lewma ev gotin bi temamî ew senaryo ne ku li ser maseyê hatine amadekirin. Ji ber ku fikrê Rêber Apo li dijî dewletê ye. Tevgera me ku li gorî fikrên Rêber Apo tevdigere, planeke xwe ya avakirina dewletê nîne. Armanca me statuya xweseriyê ye. Yanî li şûna dewletê em li ser bingeha perspektîfa konfederalîzma demokratîk a ku rêveberiyên xwecihî dide pêş, sîstemek yekîtiya dilxwaz a bi sîstema xweseriya demokratîk dixwazin ku gel hemû bi xweseriya xwe lê dijîn.

Armanca me ya ku em Tirkiyeyê parçe bikin tune…

 Bêguman. Em Tirkiyeyê parçe nakin. Em dixwazin Tirkiyeyê veguherînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin, di nava sîstema komara demokratîk de bi sîstema xweseriyê em yekîtiya Kurdan a dildar ava bikin. Yanî em naxwazin Tirkiyeyê parçe bikin,  em dixwazin li Tirkiyeyê yekîtiya gelan a dildar ava bikin û xurt bikin.Niha yekîtiya ku tê xwestin bi çek, tank, top û balefiran were avakirin, em veguherînin yekîtiya dildar. Ji ber vê em vî tiştî diparêzin ku divê her kes bi edalet, heq, hiqûq û xweseriya xwe bijîn. Ya ku em jê re dibêjin xweseriya demokratîk di rastiyê de ev e; yanî yekîtiya gelan a wekhev û azad. Armanca me ev e. Di vî warî de AKP, MHP, hinek hêzên din û rayedarên dewleta Tirk têgeha cihêxwaziyê li tevgera me bar dikin û ev ne rast e. Em qala xeteke îdeolojîk û siyasî dikin a ku tê xwestin yekîtita dildar were avakirin. Di rastiyê de xetereya cihêxwaziyê ya Tirkiyeyê ne ji aliyê me ye, ji feraseta Tirkbûna zêde ya di bin navê nijadperestiyê de tê. Kesên bi vê ferasetê tevdigerin cihêxwaz in û rastiya vî tiştî wisa ye.

Gotineke din a AKP'ê ya li dijî têkoşîna we jî ev e ku hûn bi desteka hêzên derve vî şerî dimeşînin. Hûn derbarê daxuyaniyên wiha de çi dibêjin?

Dewletên serdest di dîrokê de her tim li pişt doz û daxwazên mafdar ên gelê Kurd de li piştgiriya hêzên derve geriyane. Li Îranê dema ku gel bi slogana ‘Jin, jiyan, azadî’ dakevin qadan, ew diyar dikin ku hêzên ji derve li pişt vî tiştî ne. Dewleta Tirk jî ji dema Şêx Seîd û vir ve daxwazên gelê Kurd ê ku di nav hejariyeke gelekî mezin de ye û di warê siyaset û dîplomasiyê de li paş hatiye hiştin jî, bi hêzên derve ve girêdaye û li hemberî gelê Kurd qetlîam kiriye. Ji bo hincetên êrîşên xwe yên hovane her tişt kirin û gotin.

Di vê mijarê de rastiya bingehîn ev e ku hêzên derve li pişt dewleta Tirk in. Dewleta Tirk di şerê li dijî Tevgera me de her tim ji NATO’yê piştgiriya siyasî û leşkerî wergirtiye. Niha jî werdigire. Heger NATO piştgiriya wiha ya siyasî û leşkerî nedaya, dewleta Tirk nikarîbû ev şer evqas dirêj bikira û dibe ku serî li çareseriyên din bidaya. Yanî piştgiriya NATO’yê ne di berjewendiya gelên Tirkiyeyê de ye. Ji ber ku helwesteke wisa derdixe holê ku piştgiriya şer dike û şer teşwîq dike. Ji ber vê yekê ev şerê ku evqas dirêj dom kir, ne şerê gelan e, şerê yên ku piştgirî didin polîtîkaya tundiyê ya dewleta Tirk e û ji ber ku şer li gorî berjewendiyên xwe yên emperyal dibînin, ev şer didome. Li Tirkiyeyê feraseta nîjadperestî, qirkirinê ya di nava dewletê de û berjewendiyên emperyal ên hêzên derve sedemên sereke yên berdewamiya vî şerî ne.

Îro her kes dizane ku qada hewayî ya Iraqê di bin kontrola Emerîkayê de ye. Her wiha tê zanîn beşek ji esmanê Sûriyeyê di destê Rûsyayê de ye û beşek jî di destê Emerîkayê de ye. Baş e, heke Emerîka piştgiriyê nede êrîşên Tirkiyê yên li dijî me û alîkariya Tevgera me neke, çawa dibe ku firokeyên şer û firokeyên bêpîlot ên Tirkiyeyê 250 kîlometreyan têkevin nav Iraqê. Pir baş tê zanîn ku; DYE bixwaze dikare bike ku çûk li asîmanan nefirin. Çûkek jî ku ji sînor derbas bibe, wê lê din! Baş e, çima ji balafirên Tirk re dengê xwe dernaxin? Ji ber ku jixwe piştgirî dide wê. Dîsa weke mînak têkiliya DYE’yê bi hêzên Rojava re her tim di rojevê de ye, lê wek mînak di sala 2019’an de me hemûyan dît ku DYE’yê rê li ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî (Til Ebyad) vekir.

Tişta ku li vir eşkere ye ev e; Dewleta Tirk her tim xwe spartiye hêzên derve, xwestiye ku tevgera Kurd ji holê rake, niha jî heman tiştî dike. Niha bi tenê bi alîkariya NATO’yê vî tiştî nake, ji bo ku piştgiriya Rûsyayê werbigire, gelekî hewl dide.  Ma bi piştgiriya Rûsyayê êrîşa Efrînê pêk nehat? Gelo bi piştgîriya Rûsyayê li deverên curbicur ên Sûriyeyê li hember Kurdan pozîsyonek bi dest nexistin? Ji bo ku piştgiriya li dijî Kurdan werbigirin, hemû dewlemendiyên Tirkiyeyê pêşkêşî hêzên super ên dinyayê kirin, her tiştî dikin û dixwaze têkiliyên ku a niha bi Sûriyeyê re datîne, dîsa têkiliyan ava bike.

Ligel vê yekê ji hin derdoran jî daxuyanî tên ku dibêjin Tevgera we projeyeke DY’yê ye. Li ser çi esasî vî tiştî dibêjin, çima van îddîayan dikin?

Diyar e ku; li vir rewşeke pir bêwijdanî heye. Dixwazin hemû hêzên super ên dinyayê bişînin ser tevgera ku azadiya Kurdan dixwaze û gelê Kurd ji holê rakin. Ne bi tenê vî tiştî dikin, pê re jî dibêjin’Têkiliya PKKê bi DYE û filan hêzê re heye’ û diyar dikin ev proje ye. Dema ku vî tiştî dikin jî qet şerm nakin.  

Min jî Dogû Perînçek nas dikir û pê re axivîbûm jî. Piştre her kes dizane ku ew veguherî kesayetiyeke çawa. Niha jî diyar dike ew li dijî Emerîkayê ye lê tevgera me jî projeya DYE’yê ye. Baş e çima dema ku ew dibêje ez li dijî Emerîkayê me tiştek bi wî nayê lê Emerîka bi milyon dolaran xelatê dide girtina me? Dev ji vê nakokiyê berdin, ew b bi MHP’ê re ye ya ku nûnerê Gladyoya NATO’yê ye û ji bo ku bi vê projeyê tevlî nav tifaqê bibe, nêzikatiyên bi dilxwazî nîşan dide. Rastî gelekî cihê ye. Kesên ku teoriyên wiha pûç derdixin pêş û hemû îdiayên trolên AKP'ê yên di vî warî de bi tevahî derew in, ev gotinên wisa gelekî bêwijdanî û bêexlaqî ne. Ev ne tiştekî din e. Bi kurtasî, ji bo pelçiqandin û tunekirina Kurdan hewl didin ji hemû dinyayê piştgiriyê werbigirin, qîma xwe bi tenê vî tiştî jî naynin û dibêjin ‘Têkiliya Kurdan bi hêzên derve re heye û Kurd Tirkiyeyê parçe bikin’. Dibe ku mirov bibêje ‘Evqas jî nabe’ lê rastiya ku tê jiyîn wisa ye.

Divê mirov têkiliyên hêzên şoreşger ên Rojava yên bi DYA’yê re divê çawa fêm bikin?

Di şert û mercên gelek awarte de, di şert û mercên pir cuda de, hevkariya pêkhateyên Rojava bi DYE’yê re di şerê li dijî DAIŞ’ê de pêş ket. Weke ku min behs kir, Rojava ne PKK ye. Dibe ku yên di bin bandora xeta Rêber Apo de bin û yên ku wê xeta Rêber Apo dişopînin hebin, lê PKK diyardeyeke cuda ye. Her wiha têkiliya hêzên Rojava ya bi DYE û hêzên Koalîsyona Navdewletî re ne têkiliyeke siyasî ye, têkiliyeke wisa ye ku li ser têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin. Weke mînak, her çend leşkerên Emerîkî li wir bin jî, ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tu piştgiriya wan a siyasî nîne. Dîsa ne mimkûn e ku statuya siyasî ya Rojava nas bikin. Di civînên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Sûriyeyê de, ji ber ku piştgirî nedane, di rastiyê de nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tune bûn. Ger piştgiriya DYE’yê hebûya wê nûnerên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li wir hebûna. Bi kurtî, li wir li dijî DAIŞ'ê rewşeke hevkariyê heye û ne diyar e ku wê ev rewş heta kîngê bidome.

Mirov vê rewşa bêhempa ya li vir bi tevahî Tevgera Azadiya Kurd ve girêbide an jî Tevgera Azadiya Kurd weke projeyeke Emerîkayê nîşan bide, ev berevajîkirin û dereweke mezin e. Him ji wan piştgiriyê distînin û li me didin û him jî me sûcdar dikin ku têkiliya me bi wan re jeye. Trolên AKP’ê her roj di televîzyonan de vî tiştî nîqaş dikin, bêyî ku şerm bikin bi alîkariya hêza ku xwe spartina wan dibêjin têkiliya hêza ku em li wan didin heye.

Berê we di gotineke xwe de diyar kiribû ku AKP bûye pispor ku tiştekî tune weke heyî û tiştek heyî jî weke tune nîşan bide…

Karneya AKP’ê ya nelirêtiyê, gelekî tijî ye. Gelek gotinên wa ên ne rast hene. Car car çapemeniya muxalîf jî tiştên wiha derdixe pêş. Ez lêborîn dixwazim; evane gelên Tirkiyeyê mîna keriyekê dibînin. Difikirin ku ew çi bêjin wê mirovên Enetoliyê rast qebûl bike; dihesibînin ku eger zext û şîdetê pêk bînin wê Kurd bitirsin û xwe paş de bikêşin. Tiştek wiha nîn e. Ew dem derbas bû. Mesele gotinên herî dawî yên wezareta edaletê. Dibêje, ‘Me maf da Kurdan’. Eger we maf dabe Kurdan, we qedexeya li ser zimanê Kurdî rakiribe, wê demê çima hûn siyasetmedarên ku xizmetê ji zimanê Kurdî re dikin û çanda Kurdî nîşan dikin, dibin zîndanan! Hem jî li wan girtîgehên ku di bin kontrola wezareta edaletê de nêzî deh hezaran siyasetmedarên Kurd hene. Çend ji wan di çengê rêxistina çekdarî de ne, yanî dema têkoşîna çekdarî didan, hatine girtin? Ji sedê jî derbas nake. Yên din hemû xebatkarên siyasî ne; hemû jî ji ber ku kar û xebatên çandî dimeşandin, ji ber Kurdbûna xwe û ji ber ji bo nasnameyekî têdikoşiyan, ceza lê hatine birîn. Hem van tiştan dike, hem jî derewan dike. Madem ku dema van tiştan hemûyan dike rûyê wan qet sor nabe, wê demê ji bo derewkirinê bûyîne pispor.

Di lîsteyên Partiya Çepên Kesk a hilbijartinên 14’ê Gulanê de du namzetan pir bal kişand. Hasan Cemal û Cengîz Çandar. Hin beşên çepgir derdorên HDP’ê rexne kir ku ev her du kes weke namzet hatin nîşandan. Hûn vê mijara namzetiyê çawa dinîrxînin?

Erê, nîqaşên wiha me jî bi rêya çapemeniyê zanî. Bi rastî me ti xeletî nedît ku Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal û Cengîz Çandar mîna namzet nîşan da. Berovajî, ji ber nêzîkatiyên wan ên çareseriya demokratîk a pirsgirêkên esas ên Tirkiyeyê û ya Kurd, me di awayê hewldana amadekirina lîsteyek ku di vê yekê de rol bilîze, fêm kir. Helbet agahiya min nîn e lê ez hêvî dikim wiha be; herî kêm ez wiha dinirxînim. Dema ji derve tê temaşekirin, wiha tê dîtin. Rast e; hem li Tirkiyeyê hin beşên çepgir ên tên zanîn rexne kir ku ev her kes weke namzet hatin nîşandan, hem jî ez dizanim ku hin kesên ku ji xwe re digotin ‘netewperest’ ne tenê ji van her du kesan re, ne rehetiya xwe ya li hemberî namzetên tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê anîn ziman. Lê em nêzîkatiyên wiha şaş dibînin. Dibe ku rexne bikin lê ev rastiyek e ku; ev mirovane nivîskar û rojnamevanên ku li Tirkiyeyê tên naskirin in. Van kesane beriya her kesê pirsgirêka Kurd didît, bi cesaretî diyar dikirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd di demokratîkbûna Tirkiyeyê de derbas dibe û têkildarî vê yekê bi israr xwedî helwest bûn. Ji vî alî ve nîşanda van her du kesan weke namzet li aliyekê nêzîkatiya wefayê, li aliyekê jî nêzîkatiya rol dayînê raber dike. Lewma em fêm dikin ku HDP û Partiya Çepên Kesk bi israr e ku pirsgirêka Kurd li derdora Tirkiyeyê çareser bike û di encama vê israra xwe de wê di siyaseta Tirkiyeyê de bi bandor bibe û dixwaze ku gelek mirovên bi nirx ên ku asta wan hene, di bin sîwana xwe de kom bike. Ev tiştek baş e. Ev ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo çareseriya têkoşîna demokrasiyê ya giştî û pirsgirêkan tiştek baş e. Bi esasî divê gelê me vê yekê bibîne û mirovên wiha hîn xurtir hembêz bike.

Li aliyê din çîna desthilatdar û dewleta bûrjûvaya Tirk, bi hewldanekî stratejîk dixwaze asteng bike ku tevgera çep a Tirkiyeyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê were ba hev. Eger hûn bala xwe bidinê, ji salên dirêj û vir ve li bajarên Kurdistanê 1’ê Gulanê hatiye qedexekirin û li bajarên Tirkiyeyê jî Newroz hatiye qedexekirin. Pêkanîna tiştên wiha ji bo wê yekê ye ku têkoşîna hevpar a Tevgera Azadiya Kurdistanê û tevgerên çep-sosyalîst-demokratîk asteng bike. Li aliyê din; dewleta Tirk a mêtinger di demê xwe de gelek sûd dît ku Partiya Komunîst a Tirkiyeyê rast yan jî şaş nêzî xwestekên bi maf ên gelê Kurd û berxwedana wê, bibe û heta ji bo pirsgirêka Kurd di asta navneteweyî de marjînal bike, helwesta wê demê ya TKP’ê kir zemînek. Lewma ev mijar ne mijareke hêsan e, mijareke girîng e. Heman refên desthilatdar ji ber qirkirin û zexta faşîst a ku li Kurdistanê pêk dianîn, timî demokratîkbûna Tirkiyeyê rawestandine. Ji vî alî ve demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo li Tirkiyeyê tevgera şoreşê pêş bikeve, hevkarî û yekîtiya bi Tevgera Azadiya Kurd re mijarek gelek girîng e. Lewma Rêber Apo di helwesta xwe ya yekem de gelek girîngî da vê mijarê. Kesên destpêkê ku Rêbertiya me fikrên xwe yên di derbarê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pê re parve kir, weke tê zanîn hevrê Hakî Karer û Kemal pîr bûn. Rêber Apo ti carî Şoreşa Tirkiyeyê û Kurdistanê qut nenirxandiye. Ev helwesta Rêbertiya me ya destpêkê, îro jî dewam dike.

Em yekparebûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û tevgera çep-sosyalîst-demokratîk a Tirkiyeyê girîng dibînin. Ji ber vê yekê me xebatên îtîfaqê yên bi tevgerên çep ên li Tirkiyeyê re her tim girîng dîtin, di asteke stratejîk de me girtiye dest. Em ti carî li ser bingehê taktîkî nêzîk nebûn. Her çendî di pratîkê de dem bi dem kêmasî derketibe jî, nêrîna me ya sereke ne wisa ye. Lewra wek min diyar kir; Beriya her tiştî rêgeza sereke ya pergala ramanê ya Rêbertiya me li ser bingeha yekîtiya gelan, hevpariya şoreşa Tirkiyeyê û şoreşa Kurdistanê ye.

Bi vê munasebetê ez 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li hemû kedkar, çînên bindest û gelê me yê welatparêz ên li Tirkiyeyê ji niha ve pîroz dikim û ji bo her kesên ku ji Newrozê heta 1’ê Gulanê di çerçoveya vê dozê de têkoşîna bindestan dimeşînin re serkeftinên mezin dixwazim.

Bi taybetî di van rojên dawî de di çarçoveya nîqaşên hilbijartinê de li ser Rêber Apo hin axaftin hatin kirin. Desthilatdarî û muxalefet jî behsa vê rewşê dikin. Hûn çawa bersivê didin van nîqaşan?

Beriya her tiştî ne rast e ku di çarçoveya hilbijartinê de behsa Rêbertiya me were kirin. Rêber Apo rêbertiya stratejîk a gelê Kurdistanê ye û li ser wî barekî giran heye. Divê kesên xwedî niyeta baş bêyî ku li ser wê bifikire, xwe ji wê yekê cihê nakokiyê dûr bixe.

Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Rêbertiyê ku pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ne, ne mijarên ku di çarçoveya taktîkên hilbijartinê de werin nîqaşkirin, bigirin dest û bê çareserkirine. Erdogan û derdorên AKP'ê gelek caran vê mijarê tînin ziman. Di rastiyê de ev mijara ku pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye, mijareke cidiye ku nabe bi taktîkên hilbijartinê bigirin dest. Ne tenê desthilatdarî, mûxalefet jî û bi taybetî jî derdorên CHP’ê dem bi dem bi rengekî bêhurmetî nîqaşan dikin. Ev hemû helwestên asayîkirinê ne ku mijarê cidî nagirin. Divê gelê me û raya giştî bi ti awayî xwe nespêre nêzîkatiyên bi vî rengî.

Divê her kes bizane ku; di Tevgera Azadiya Kurdistanê de çend armanc tune ye, tenê yek armanc heye. Çiqas hewl bidin jî êdî nikarin di pêkhateya siyasî-civakî ya gelê Kurd de, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê armancên cuda ava bikin. Ji ber ku bingeha rê û şêwaza çareseriyê ya rast hatiye danîn û ev helwest dê bibe hêza sereke ya serkeftinê.

Di 27’ê Nîsanê de li Ewropayê dengdayînê dest pê kir. Bi vê wesîleyê peyama we ji bo hilbijêrên welatparêz û demokrat ên li Ewropayê çi ye?

Weke ku ji hilbijartinên derbasbûyî jî tê dîtin, girseyên Kurdistanî yên li Ewropayê zêde ji hilbijartinan hez nakin. Rêjeya beşdarbûnê kêm e. Pêwîste di serdema nû de ev yek were derbaskirin, ji ber ku niha hem ji bo gelê Tirkiyeyê hem jî ji bo gelê Kurd ne hilbijartineke asayî ye, hilbijartineke girîng e. Gelên Tirkiyeyê wê bi vê hilbijartinê qedera xwe diyar bikin. Hilbijartinek di navbera serkeftina demokrasiyê û sîstema dîktator de ye. Civaka Tirkiyeyê ji bo vê dê deng bide. Di vî warî de ev hilbijartin xwedî girîngiyeke mezin e.

Her wiha divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên çep di vê hilbijartinê de bi awayekî herî bi bandor nîşan bidin ku êdî di siyaseta Tirkiyeyê de îradeyek in û xwedî rol û mîsyoneke girîng in. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê destek û deng dane Partiya Çepên Kesk gelekî girîng e.

Di vî warî de banga min ji hemû gelên Ewropayê yên şoreşger, demokrat û welatparêz re ev e: Divê em li hemberî vê pêvajoya girîng a li Tirkiye û Kurdistanê xemsar nebin; teqez pêwîst e ku biçin ser sindoqê û rêza rast hilbijêrin. Banga min a taybet ji hemû Kurdistaniyên welatparêz re; divê beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. Divê em ji bîr nekin ku; Eger li cihekî dîktatorî yan jî zordarî hebe, li hemberî vê bêdeng bimîne, tiştekî neke, dibe hevparê wê zilmê. Di vî warî de ger hemû gelê me yê welatparêz ên li Ewropayê nexwazin bibin hevparê vê zilma AKP-MHP’ê ya li Kurdistanê tê kirin, teqez divê biçin ser sindoqan û nerazîbûna xwe nîşan bidin.