Karayilan: Hûn nikarin bi rêya tundiyê gelê Kurd teslîm bigirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser polîtîkaya tundiyê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li Kurdistanê axivî û got, "AKP-MHP bi tundiyê nikare gelekî tune bike. Nikare gelê Kurd bi tundiyê teslîm bigirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di beşa 2'emîn a bernameya taybet a Stêrk TV de, li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd axivî. Beşa duyemîn a hevpeyvînê wiha ye:

Dewleta Tirk ji bo civaka Kurd bi temamî têk bibe, ji bo tevgera azadiyê têk bibe hîn jî rêbazên zirav bi kar tîne. Mînaka wê jî sîxuriyê bi rêxistin dike. Li dijî vê yekê di nava civakê de divê helwesteke çawa bê nîşandan?

Ne tenê ji bo tevgera me, bêguman sîxurtî û hewldanên mêtingeriya Tirkiyeyê hemû li dij tevgera me ye, lê esas dixwaze kesayetê Kurd bişikîne. Yanî gemarî bike, ji Kurdîtiyê dûr bixîne. Yanî ew nikare bibe Kurdekî baş. Ji bo vê li ser Kurdan, li ser kesayetê Kurdan gelekî radiweste. Weke me beriya niha di mijara ciwanan de got, ya dikire, pere dide û dide xwendin, ya jî dixîne, ya bi zextê dixwaze encamê werbigire. Bike çi? Bike sîxur. Ya sîxurekî civakî be, ya sîxurekî siyasî ya jî sîxurekî normal ajan be, agahiyan kom bike. Dixwaze her kesî wisa bike. Niha MÎT di vê mijarê de rêbazên cur be cur bi kar tîne. Berê kesekî ku agahî bigirta, ev milîseke. Hema êriş dibirin ser mala wî û ew digirtin. Demekê jî dikuştin, dema salên 1990'î, înfaz dikirin. Demekê wisa digirtin. Niha wer nake. Bi saxî dikuje. Çawa? Berê dişopînin, qeyd dikin, dokûman çêdikin. Piştre bang lê dikin, dibin cihekî û dokûmanan nîşan didin, dixwazin teslîm bigirin, bikin sîxur.  Yanî sîxurtiya pir berfireh dixwazin li Kurdistanê bimeşînin. Di vê mijarê de bi taybetî ez bang li hemû însanên welatparêz, saziyên welatparêz, hemû saziyên me yên ku xwe welatparêz dihesibîne, Kurd dihesibînin, hemû partiyan, ez dixwazim bang li wan bikim. Divê her kes li dijî sîxurtiyê xwedî helwest be, di civakê de em çandeke wisa biafirînin. Divê mirov xwe nefiroşe, xwe biparêze. Beriya her tiştî divê tu xwe biparêze. Xwe neke bin bandora kesî, xwe nefiroşe, xwe biparêze, xwe paqij bihêle. Di vê demê de xwe weke welatparêzekî paqij hiştin jî tiştekî hêja ye. Qet nebe tu xwe xerab nakî. Ji ber ku ev dijmin dixwaze her kesî xera bike, her kesî gemarî bike. Her şêwazî bi kar tîne. Mal û malbatê bi kar tîne, namûsa mirovan bi kar tîne, şantajan dike. Bi taybetî ew wisa kamera ew çêbûne, jiyana mirovan qeyd dikin û dûre li dijî wan bi kar tîne. Mesela yên li derveyî exlaqî hebin, tiştên wisa hebin. Dixwaze di nava civaka Kurd de dagirkeriya Tirkiyeyê pir pir zêde sîxuriyê biafirîne, mirovan bixîne. Di nava civakê de kesayetiyê nehêle. Wer bike ku kes ji kesî bawer neke. Bi taybetî ev telefon çêbûne, sîstema elektronîk bi pêş ketiye, telekomunîkasyon li her derê belav bûye, tu dinere li malekê mirovekî zehîf heye, xistiye, lê haya malbatê jê tune ye. Wer lê hatiye malbat kes bi kesî bawer nake. Wisa tevgerînê bi pêş dixîne. Li ser malbatên herî welatparêz, malbatên me ne, meseleya yên hevalên me ne, yên şehîdan e, li ser zarokên wan pir disekinin. Dinerin, mesela malbateke pir welatparêz e, tê de gelek şehîd çêbûne, dixwazin li wir jî sîxurekî xwe çêbikin. Li ser dixebitin, li wê malbatê kî zehîf e, kî pêwîstiya xwe bi pereyan heye, kî zehîfiyên xwe yên cinsî heye, zehîfiyên bêexlaqî pê re heye, van hemûyan lêkolîn dikin, bi van rê û rêbazan wan dixînin. Di vê mijarê de divê malbatên welaparêz xwe biparêzin, zarokên xwe biparêzin, endamên xwe biparêzin. Hemû ne zarok in, yên mezin jî dixînin, xwedî li endamên xwe derkevin. Mesela malbatên mezin, xwedî mal, bavik, qebîle, divê li xwe, li mirovên xwe xwedî derkevin. Nehêlin ku li nava wan mirovên xwefirotî, yên xwe bi destê MÎT'ê, polîsan, jendermeyan berdayî peyda bibin. Ez bi xwe wisa dibêjim; erka destpêkê ya welatparêziyê îro têkoşîna li dijî sîxuriyê ye. Divê li her derê em têbikoşin. Ji ber ku dijmin dixwaze li her derê teqez sîxurê xwe ava bike. Ev bi psîkolojiya civakê jî dilîze, dixwaze psîkolojiya civakê bixîne. Welê lê bike, mesela li gundekî kes ji kesî bawer neke, li nava malekê kes ji kesî bawer neke. Wisa civakê belav bike. Lewma sîxurî ne tenê li dijî gerîla ye, yan jî ne tenê li dijî xebatkarên şoreşê ye. Esasen dixwazin kesayetî bixînin, ji bo wê berfireh dikin. Ji ber vê mêtingeriya Tirkiyeyê gelekî mesref dike, gelekî pere dirijîne, gelek kadroyên xwe amade kiriye. Ew kadroyên wan hemû Tirk in lê ferî Kurdî kirine, weke Kurdekî diaxive. Ji xwe yên Kurd jî hene, Kurdên wisa bi kar tînin hene. Yanî rê û rêbazan hemûyan bi kar tînin ji bo li nava civakê sîxuriyê bi pêş bixînin. Ji bo xistina civakê weke pêlekê bi kar tîne. Ji ber vê yekê lazime her kes li hemberî vê hişyar be.

Dixwazim balê bikişînin ser wan malbatên ku bi destê dewleta Tirk li pêşiya HDP'ê hatine danîn. Ji van malbatan re tiştekî ku hûn bixwazin bêjin heye? Civaka Kurd li dijî vî şerê taybet ê dewleta Tirk divê helwesteke çawa nîşan bide?

Ev jî qirêjiyeke şerê taybet ê Tirk e. Lîstikek dijmin e. Tê zanîn berê pir zêde kuştinên kiryar nediyar çêbûn. Yanî kiryar diyar bûn, lê dibêjin kiryar nediyar. Gelek kes hatin windakirin. Yên çep, sosyalîst, Kurd, welatparêz pir însan aqûbeta wan nayê zanîn. Malbatên Şemiyê çêbûn. Li Stenbolê her hefteyê roja Şemiyê kom dibûn. Ev li ser dagirkeriya Tirkiyeyê zexteke mezin çêkir. Carekê Erdogan bi xwe jî xwest wan tasfiye bike, bi vê armancê bi wan hinekan re hevdîtin çêkir. Dayikên Şemiyê giraniya xwe çêbû û dijmin tengav kir. Dûre Dayikên Aştiyê bi tevger bûn, wan jî bi roleke girîng rabûn. Wisa aştî xwestin, xwestin şer raweste. Xebateke dayikan çêbû. Dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo bandora Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê têk bibe planeke wisa çêkir. Çi kir? Yên hevalên me, malbatên wan ku ne dayik in hemû, ji malbatên wan ên zehîf, ên têgihiştina welatparêziyê bi wan re nîne bi rê û rêbazên gava din me qal kirin hinek malbat xistine û derxistine pêş HDP'ê sekinandine. Bi vî awayî dixwaze wê bandora dayikên Kurd a li ser wan çêbûye bişkînin, rakin. Yên ku ev bi rêxistin kirine Erdogan bi xwe û Suleyman Soylû ye. Di asta herî jor de hatine birêxistinkirin. Weke şerekî taybet li wir tê meşandin. Ew mirovên me ne, Kurd in, ew xapandine bi kar tînin. Mirovên belkî zarokên wan, ku li gorî me bihîstî hinek ji wan zarokên wan winda bûn, ne di nava me de ne, li gorî hinek nûçeyan; lê yên di nava me de kesî kes nerevandiye. Em tevgereke ji dil in, mirov ji dil tên beşdarî me dibin. Beşdarî me bûne. Dibêjin PKK'ê revandine. Ew bi xwe hatine xapandin, lê dibêjin 'zarokên me xapandine'. Yanî rastiyê berevajî dikin. Ev bi rûmeta xwe xera kirin, yê li wir rûniştî. Ez careke din dixwazim bêjim; ew li wir 10 salên din jî rûnên tiştekî bi dest naxînin. Ji ber ku hevalên me yên ji wan malbatan, ew êdî ji malbatî avêtine. Hevalên me hene, min hin ji wan dîtine. Wan ew ji dayik û bavitî avêtine. Ji ber ku yek; gerîla rûmet e, temsîla rûmetê dike. Bi şeref û bi namûsa xwe bi rûmeta xwe hatiye ji bo doza welatê xwe tevlî nava refên gerîla bûye. Malbata xwe jî diçe li kêleka dewletê bûye piyonê îstîxbarata Tirkiyeyê. Ev ji bo wî hevalî weke bargiranî ye. Lewma wan hevalna ew malbatna ji malbatî avêtine. Ew ne malbatên hevalên me ne. Wan xwe xistine bin bandora siyaseta taybet, xwe xistine rewşeke sîxuriyê, di karekî xerab de ne. Dixwazin hestê dayikê bi kar bînin, hestên dayikan. Em ji bo hestên dayikan ketine rê. Ji bo hêstrên çavên dayikên Kurdistanê êdî bi dawî bibin em bûne gerîla û derketine çiyê. Ewqas Kurd, ewqas ciwanên Kurd di zindanan de ne, ewqas ciwanên Kurd hatine şehîdkirin, ew çi sûcê wan hebû? Dewleteke hov e. Li aliyekî her roj balafiran dişînin ser zarokên wan, li aliyê din jî ew li wir danîne dibêjin li dijî wan şer bikin. Bi rastî jî bêrûmetiyeke, tiştên ku dagirkeriya Tirkiyeyê, Erdogan di şexsê wan kesan de dike. Yanî lîstikeke, yên ku hinekî bi wan re rûmet heye divê ji wir derkevin. Bila hîn zêdetir bextê xwe reş nekin. Bila li ser zarokên xwe wisa giraniyê çênekin, nebin cihê şermê. Ji bo Kurdekî şerm e. Eger ewladekî xwe derketiye çiyê, ji bo hebûna netewe têdikoşe, ji bo wan rûmet û şerefeke. Lê belê kirinên van kirî bi rastî şermeke, lazime mirov zêde nede berçav. Mirovê xwe firotî tuyê çi bide ber çavan? Ewqasî xwîn diherike, ewqasî li zindana mirov hene, ewqasî dozeke Kurd heye îro li Rojhilata Navîn, lê ew çûne çend kesên zehîf, bi pereyan, bi zextê xapandî li wê derê danîne. Bi vî rengî li gorî xwe dixwazin mezinbûna doza Kurd tarî bikin, ser bigirin, wan bi kar bînin. Di vir de şerê taybet naçe encamê. Yên ku bi rastî jî malbatên hevalên me bin, ew ji malbatî derxistine. Yanî malbatên hevalên me li wir tune ne.

Ev demeke operasyonên siyasî dewam dikin. Girtin heye, binçavkirin heye. Ev konsept her diçe berfireh dibe. Ev niha ji bo lawazkirina HDP'ê tê birêvebirin. Dixwazin HDP'ê bi temamî berteref bikin. Siyaseta li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê ji bo hêzên demokrasiyê divê çawa be?

Yek ji rêbazên şerê taybet li ser Kurdan û çepên Tirkiyeyê tê meşandin ev e. Ji ber ku niha di nava çepên Tirkiyeyê de jî du beş çêbûn. Yên rastiya Kurd û Kurdistanê qebûl dikin, yên çep, sosyalîst, rastî demokratîk, rastî xwedî wijdan ew jî niha hedefa vê rejîma faşîst e. Yek jî Kurd ji xwe hedef e. Rêbazên ku civakê bipelçiqîne û bixîne, yek rêbaz jî girtine. Digire, dixe binçavan, êşkence dike. Mesela mirov heye, deh doz lê vebûne, heta hîn zêdetir. Mesela di çapemeniyê de hate weşandin, berpirseke Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan niha girtî ye. Qalê dikirin, nizanim derdora 80 doz lê hatine vekirin. Ewqas doz hene. Dixwazin mirovan aciz bikin, êdî mirov dev jê berde. Gelekî digirin. Ji ber vê yekê niha zêdeyî 10 hezar kes mirov li zindanê ne. Divê mirov bi vê zanibe, li Kurdistanê her kes ketiye zindanê demekî xwedî rûmet e ku heta çûye zindanê. Yanî ketina zindanê tiştekî şeref e. Şehadet jî di vê rêyê de şerefeke mezin e, rûmeteke mezin e, girtin jî rûmeteke mezin e. Bi esasî yên nehatine girtin divê ji xwe bipirsin, gelo çima negirtine. Her yekî hatiye girtin divê zanibe ku ev ji encamê sekneke bi şeref û rûmet e, wisa dijmin dixwaze bigire û ceza lê bibire. Cezakirin bedeleke rast e, lê li beramberî tu şerefê diparêze, rûmeta mirovahiyê diparêze, tu nirx diparêze, tu edaletê diparêze, tu bi vî rengî tê cezakirin ji aliyê rejîmeke qirker, mêtinger, faşîst. Eger tê cezakirin ev ceza ji bo her mirovekî demokrat, Kurd ê welatparêz şerefeke. Yanî divê em ji girtinan netirsin. Di vê demê de eger em weke netewe dixwazin azad bin û bibin hebûn, em bibin hebûn, divê em ji şehadetê jî ji girtinê jî netirsin. Eger ev gel ji şehadetê netirse û ji girtinê netirse wê teqez azad bibe. Meseleya me ne tenê azadî ye, niha em şerê hebûnê dikin. Ji ber ku hebûna me di xeteriyê de ye. Em ji bo hebûn û azadiya xwe divê ji berdel re amade bin. Lewma her mirovê hatiye girtin, divê jê netirse. Lê belê ev heye, hin mirov hene tu dibîne mala xwe li holê dimîne, zarokên xwe li holê dimîne, lazim e hemû welatparêz pîvaneke wisa esas bigirin. Li taxa wan, li kolana wan kî hate girtin, derhal li malbatê xwedî derkevin. Yanî kî hate girtin, divê malbata wan, zarokên wan perîşan nebin. Di nava civaka me de di vê dema girîng de hevkarî pir zêde pêwîst e. Divê mirovên me li hev xwedî derkevin. Kes kesî tenê nehêle. Wisa hevkariyeke civakî divê hebe. Mesela hinek hate girtin, divê mirov malbatên wan xwedî bike. Tiştên xwe bi wan re parve bike. Ev tiştekî pir hêja ye, ev nîşaneya netewebûnê ye. Mirovên me yên welatparêz divê teqez vê esas bigirin. Mesela em bêjin, du tiştên xwe hene, eger hevalekî malbatek şehîdan, yan jî malbatek girtiyên xwe hene, divê bi wan re parve bike. TiştekÎ bide wan tiştekî ji xwe re bihêle. Welatparêzî, wijdanî wiha ye. Mirovên xwedî wijdan, xwedî îman, xwedî dîn ma ne dîndariya me de ya misilmantiyê de çi heye? Ku cîranê de birçî be divê tu têrbûnê ji bo xwe qebûl neke. Yanî tu bi cîranê xwe yê birçî re parve bike. Ev jî eweke Îslamiyetê ye. Eger tu li gorî Îslamiyetiyê jî nêzîk bibe, li gorî her mezhebê nêzîk bibe wisa ye. Di Êzidiyatiyê de jî wisa ye, di Elewîtiyê de jî wisa ye. Yanî di nava olan de parvekirin heye. Di olên pîroz de parvekirin heye. Tu ji aliyê ol ve nêzîk bibe wisa ye, ji aliyê mirovî ve nêz bibe wisa ye, ji aliyê welatparêziyê ve jî wisa ye. Çi? Divê tu hevkariyê bike. Hevkarî hebe, hevkariya civakî pir bi wate ye. Mirovê me divê li hev xwedî derkevin. Kî bikeve zindanê divê malbatên wan birçî nemîne, bêxwedî nemîne. Her kes li wan xwedî derkeve, erkê destpêkê yê hemû welatparêzan ev e. Ji bo wê dijmin niha dixwaze bi girtinan peskirin bide, yanî mirov teslîm bibin. Mal û malbat feqîrin, li erdê bimînin û ew li zindanê bêmoral bibe û wisa malbat jî perîşan bibe, bi vî awayî dixwaze biçe encamê. Lewma ez dibêjim, divê xwedîderketin hebe. Ya din jî mesela qirkirina siyasî tê gotin. Bi rastî li ser hemû saziyên demokrat, çep, sosyalîst, Kurd, welatparêz zextek heye, girtin heye. Weke tê zanîn HDP jî partiyeke hem çepên Tirkiyeyê tê de ne, hem jî welatparêzên Kurd tê de hene. Dewlet gelekî bi ser wan ve diçe. Dagirkerî bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP ji bo temenê xwe dirêj bike, hesabên hilbijartinê dike, reqaman dide ber hev, dibînin lazim e HDP'ê daxîne binê ji sedî 10, yan jî bigire, bi şêwazekî tasfiye bike. Ji bo karibe desthilatdariya xwe dewam bike niha HDP zêdetir hedef e. Wisa wan bi me re dikin yek. Halbûkî ti eleqeya xwe nîne. Ew cuda ne, em cuda ne. Bi qasî ku ez dibînim HDP weke partiyeke ji bo çareseriyê ye, xwedî mîsyon e. Yanî mîsyona xwe wiha zelal kiriye, wan bi xwe wisa gotine. Li dijî her cûre tundiyê ne, dixwazin çareseriyê de bi rolê rabin. Berê wisa bû. Demekê di navbera me û dewletê de diçûn dihatin. Tiştên ew tînin ziman, heqîqetekê tînin ziman, lê belê li gorî dîtina min bi rastî mirovên kedkar in, di bin zextekê de ne. Ez naxwazim tiştekî bêjim, lê li gorî ez dibînim weke ku xwe tam nikarin îfade bikin. Yanî hin rastî hene divê mirov bi rengekî xurt ji civaka Tirkiyeyê re jî vebêjin. Îro yê ku tundiyê bi kar tîne, ne tenê PKK ye. Dewlet hîn zêdetir bi kar tîne. Bi xwe dibêjin, ku ew li dijî her cûre tundiyê ne. Çareseriya pirsgirêka Kurd wê çawa be, heta çareserî nebe li Tirkiyeyê aramî û demokrasî pêk nayê, bernameya xwe li ser vê amade kirine. Dikarin vê rastiyê hîn bi xurtî bînin ziman. Dibêjin 'dewamiya PKK'ê ye, nizanim çi', çi eleqeya xwe heye? Tiştekî welê nîne. Ev derewên AKP-MHP'ê ne, dixwazin bi vî rengî zextê li wan bikin, wan li pêşiya xwe weke astengî rakin û temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin. Tiştekî welê nîne. Eger dikarin bila belgeyan deynin holê. Hemû derew in. Tenê çi heye? Ev rêxistin jî bi hebûna pirsgirêka Kurd bawer dike û dibêje ku pirsgirêkên Tirkiyeyê bi çareseriya pirsgirêka Kurd wê hal bibe. Û bi tundiyê bawer nake. Niha dewleta Tirkiyeyê dixwaze bi tundiyê biçe encamê. Yanî me hemûyan bikuje, bi hezaran kesî bikuje, di zindanê de bike û wisa biçe encamê. Ew jî dibêjin, na ev ne çare ye. Ev rastiyeke, tiştekî tînin ziman. Li gorî min eger rêzdar berpirsên HDP'ê ku rastiya xwe bi xurtî bînin ziman wê gelek mirovên Tirk jî heq bidin, qebûl bikin, ji xwe dikin jî. Rast e, belkî çapemenî li pêş wan hatiye girtin, di bin zextekê de ne, ez wê fêhm dikin. Lê belê bi qasî derfet hene divê mirov rastiya heyî hîn zêde bi dengekî bilind bînin ziman. Ji ber ku hin tiştên nerast li ser wan tên ferzkirin. Wan tiştên nerast divê bi xurtî red bikin û bersivê xwe hebin. Bêguman ez ji derve lê dinerim, ez nizanim, ne karê min e ez rabim aqil bidim wan, lê weke we pirsî ez nêrîna xwe dibêjim. Li gorî min weke ku hinekî kêm dimînin. Di xweparastinê de ez dibêjim hîn xurt bin, rastiya ew tînin ziman wê ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve bê qebûlkirin. Ji ber ku tiştên Tirkiyeyê bibe aramî û demokrasiyê bi rastî çareseriya pirsgirêkan e. Ne weke ku îro AKP-MHP dibêje bi tundî bi kar bîne. Bi tundiyê miletek ji holê nayê rakirin, miletê Kurd bi tundiyê teslîm nabe û doza Kurd çareser nabe. Ev rastiyeke mezin e. Niha yek jî ev heye; bêedaletî heye. Bêedaletiyeke pir zêde heye, hiqûq nîne. Yanî çawa AKP dixwaze bi wî rengî dimeşîne. Mesela niha li Pirsûsê bûyerek heye. Malbata Şenyaşar, neheqiyeke mezin lê çêbû. Ji malbatê 3 kes hatin kuştin lê tevî vê yekê jî ji malbatê kesek hatiye girtin. Yanî mesela ev bêedaletî li kîjan devera dinyayê heye? Lê belê kesekÎ weke Tayyîp Erdogan, di bin berpirsyariya xwe de rê dide bêedaletî û bêwijdaniyeke wisa. Niha ew dayika bi tena xwe li ber xwe dide. Li pêşiya dadgeha Tirkiyeyê sekiniye, tiştekî pir hêja û pîroz e. Lê divê gelê Pirsûsê, malbatên wisa bi tenê nehêle. Çima ew tenê li wir maye? Ma qey mirovekî xwe tune ye? Ma qey kesekî xwe tune ye? Ev bûyer ji bo temamiya xelkê Pirsûsê, ku xelkekî bi rûmet û welatparêz e, ev ji bo wan pir mijareke esas e. Wan kesan ne tenê li malbata Şenyaşar xistin, rûmeta Sirûcê hemû dan ber lingan, li wan xistin. Ev êrişek li ser welatparêziya Sirûcê ye. Divê her kes bi vê zanibe, vê êrişê li ser xwe bihesibîne. Wisa bibîne, wisa li malbatê xwedî derkeve, piştevaniyê bike. Li dijî her cûre bêedaletiyê bisekine. Eger em wisa nekin ji xwe em nikarin bêedaletiyê ji holê rakin. Em wisa nekin, em nikarin wehşeta qirkeriya Tirk eşkere bikin. Ji ber vê mirovên me di hin mijaran de divê karibin destê xwe di bin kevir bike, hinekî wêrekiya medenî pêwîst e, xwedîderketin pêwîst e. Em weke civak bi hêz bin. Li Sirûcê divê derdoreke berfireh xwedî helwest be, li hember tiştên wisa. Li dijî vê êrişkariya dijmin divê kes kesî bi tenê nehêle. Ev girîng e.

Ji bo têkoşîna giştî ya gelê Kurd eger bangeke we hebe, em bernameya xwe bi vî rengî biqedînin.

Em li hemberî siyaseteke qirker, mêtinger ku li ser welatê me şerê taybet û şerê psîkolojîk pir berfireh dimeşîne têkoşîn dikin. Rastiya me ji kûrahiya dîrokê tê, em rastiyekê temsîl dikin. Em edaletê temsîl dikin, edaletê dixwazin. Li gelê me neheqiyeke mezin hatiye kirin û em têkoşîna wê dimeşînin. Lê belê dijmin jî dixwaze rastiyê berevajî bike. Yanî her mijarê de teqez berevajîkirinê dike. Ji ber ku wekî din nikare rastiya Kurd tune nîşan bide. Her tiştî berevajî dike. Divê civaka me li hemberî vê hişyar be. Şerê psîkolojîk, yanî şerê derew pir berfireh dimeşîne. Di asta herî jor de dimeşîne. Çapemeniya xwe hemû ji bo vê xistine meriyetê. Weke me berê got, li aliyekî dibêjin 'me qedandin', li aliyekî dibêjin 'mayindetiya Tirkiyeyê'. Tiştekî welê nîne, ti meseleya beka, mayindetiya Tirkiyeyê nîne. Em dixwazin Tirkiyeyê bikin Tirkiyeyeke demokrat, demokratîk. Ne ku dahatûya Tirkiyeyê xera bikin. Qaşo dibêjin, PKK tevî Emerîka nizanim tev kê Tirkiyeyê parçe bike. Ew jî dereweke mezin e. Tiştekî welê nîne. Em dixwazin li Tirkiyeyê aştî, demokrasiyê pêk bînin. Em dixwazin li Tirkiyeyê vê tundiyê ji holê rakin, vê rejîma faşîst bibuhirînin. Em ne tenê bi navê Kurdan, em bi navê gelên Tirkiyeyê têdikoşin, bi navê gelên herêmê têdikoşin. Em şerê hebûnê, azadî û demokrasiyê dimeşînin. Lê ew niha dixwazin her tiştî berevajî bikin. Lazime hemû demokrat, welatparêz li hemberî vê hişyar bin. Mesela yek ji derewên wan ên herî mezin çi ye? Mînak di dema Şêx Seîd de, feqîrê xwedê bû, bi ti kesî re eleqeya wan tune bû. Yê Seîd Riza jî wisa. Lê gotin 'tiliya ji derve', pêçiya Îngilizan heye. Îro jî heman tiştî dikin. Ev wisa ne. Ji bo di civaka xwe de şovenîzmê xurt bikin, kesên nijadperest têxin meriyetê, li dora xwe bicivîne timî dibêjin 'Kurd bi Îngilizan re, bi Fransa re, bi Emerîka re têkiliyê de ne, dixwazin Tirkiyeyê parçe bikin'. Hemû derew in. Hem bi xwe bi piştevaniya Emerîka li dijî me niha şer dikin. Li Garê, ma ne êriş kir û têk çû. Bi piştevaniya kê kir? Kê destûr da wan? Li ser Iraqê çûkek nikare bifire bêyî Emerîka. Lê belê têgihiştina niha li Tirkiyeyê çêdikin, dibêjin Emerîka alîkariya PKK'ê dike, dixwaze 'teror dewletê' çêbike. Derewan dike, hemû derew in yanî. Hem diçin ji Emerîka alîkariyê digirin hem jî wisa dibêjin. Emerîka li ser hin hevalan, ma ne ez jî tê de bûm, niha xelat daye ku kî cihê me bibêje, nizanim 5 milyon dolar wê xelatê bide. Ev çi ye? Carekê di vê mijarê de min bang kir ku Emerîka dest ji vê siyaseta xwe berde. Hinek kesên xwe weke çep dihesibîne, ne çepê heqîqî li ser pişta wan sepeta hêkan tuneye wisa dikarin ji xwe re bimeşe, her tiştî biaxivin. Gotinên min, banga min ji bo Emerîkayê, xwestin rexne bikin. Ne wisa ye. Em têkoşîna cidî dimeşîne, em şoreşger in. Em li hember her cûreyê hegemonîzmê têdikoşin. Em tevgereke serbixwe ne, heta niha me qasî neynûkekê ji derve ji kesî sûd negirtine. Em li ser hêza xwe heta niha hatine. Em PKK partiyeke wisa ne, tevgereke wisa ne. Lê belê hezar qulpî pê dixin. Emerîka bi we re ye, ma kê Serokatiya me girt û da we? Baş e, kê destûr da we ku hûn têkevin Serêkaniyê, Girê Spî, kê destûr da we ku hûn ketin Efrînê? Ma ne komplo ne, ev hemû komployên navneteweyî ne. Ev tişt hemû dewama komploya 15'ê Sibatê ye. Lê belê rayedarên wan ji civaka xwe re dibêjin 'na Emerîka di nava vî karî de ye, dixwaze welatê me parçe bike'. Bi derewan dixwazin hestên şovenîst xurt bikin û wisa xelkê biajon ser gelê Kurd. Ev ne rast in. Bi temamî derew in. Em dixwazin Emerîka siyaseteke rast bimeşîne, doza Kurd bibîne, alîkariyê ji faşîzma Tirk re neke. Bes e. Em vê ji Emerîkayê dixwazin, ne alîkariyê dixwazin. Me ti carî alîkarî ji wan nexwestiye. Em bi xwe bawer dikin, rastiya me heye, em li ser rastiya xwe dikarin têkoşîna xwe bi hêza xwe bimeşînin. Me ji kesî alîkarî nexwestiye, bi ti kesî re eleqeya me nîne. QSD li hemberî DAÎŞ'ê şer dike, paytexta DAÎŞ'ê têk bir, Emerîka tenê di çarçoveya dijî DAÎŞ'ê de têkiliyek xwe li wir heye, alîkariya wan dike. Tirkiye jî vê mezin dike, weke ji bo Kurdistanê giştî ye, ji bo PKK'ê ye jî! Mezin dikin, hezar qulpî pê dixin. Tiştekî wiha nîne, ew hemû senaryo ne. Ew bi xwe niha ji Emerîkayê piştgiriyê dixwazin. Binerin, niha Erdogan çend carin diaxive, dibêje 'ez ê reformê bikim, ez ê çalakiya mafên mirovan bi rêxistin bikim'. Navê wê jî bi gotina 'plana çalakiyên mafên mirovan' neqiş dike. Van hemûyan ji bo çi dike? Li bendê ye ku Biden telefonî wî bike. Eleqeya xwe bi Emerîkayê re nû bike. Ji ber ku Trûmp çû niha kete tengasiyê. Ji ber ku wan li dijî doza Kurd heta niha bi piştevaniya Emerîkayê têkoşîn dikir. Yanî ew bi xwe ji Emerîka ji hemû dewletan alîkariyê digire baş e, ku Kurdekî got merhaba, QSD'ê merhabayek kir, tiştekî biçûk wergirt, qiyametê radikin. Wisa ye. Em dixwazin rastiya Kurdistanê her kes bibîne. Emerîka jî, Ewropa jî her kes bibîne, Tirk bi xwe jî bibînin. Bizanibin ev bi kuştin, bi şer bi encam nabe. Vê rastiyê, hebûna me qebûl bikin. Rastiya Kurd, mileteke, îradeyeke vê qebûl bikin. Em vê dixwazin. Lê belê ew dixwazin bi alîkariya Emerîka, NATO'yê; mesela ew Xulusiyek heye, çûye NATO dibêje PKK li dij NATO ye. Welê nîşan dide ku li dinyayê çi tiştekî xerab heye dixe stuyê PKK'ê. Yaw alçax, ma ne hûn dibêjin 'me PKK qedandiye'. Madem te PKK qedandibe çima tu diçe li Brukselê di civîna NATO'yê de bi saetan li ser PKK'ê demecan dide. Tu diçe vedigere dibêjî 'me qedand'. Li aliyekî wisa dibêje, li aliyekî jî bi saetan dosyayan pêşkêş dike, hewl dide nîşan bide ku hemû xerabî ji PKK'ê pêk tê, lazim e li dijî PKK'ê hûn divê piştgiriyê bidin me ku ji bo em PKK'ê tasfiye bikin. Ev wisa ne. Hem alîkariyê ji wan dixwazin û alîkariyê ji wan digirin, hem jî dibêjin 'hûn bi PKK'ê re ne'. Herhal bi rayedarên wan re jî diaxive, dibeje ev 'meseleya navxweyî ye, meseleya siyaseta navxweyî ye'. Ji ber ku em dinerin ew dewlet jî dengê xwe nakin. Çiqasî Erdogan bêje PKK, Emerîka, NATO bi hev re ne, kes nabêje yaw tu derewan dike. Xuya ye berê bi hev dane fêhmkirin.  Yanî 'em li hundir neçar in wisa biaxivin'. Yanî bi xwe alîkariyê werdigirin, ji wan çekê digirin, desteka siyasî digirin her tiştî digirin, dûre jî dibêjin PKK digire. Hûn bi alîkariya wan li dijî me şer dikin. Mesela tu çawa hat Garê? Tu têk çûyî, lê têr nabîne. Dixwaze ew bi xwe jî tevlî bibin. Dewleta Tirk wisa ye. Dixwaze dinyayê, her kesî li dijî Kurdan rake, Kurdan ji holê rake. Wisa derewan mezin dike. Yanî kesek weke rayedarên Tirkiyeyê nikare wisa bi hostatî derewan bike. Di derewan de ewqasî bûne hoste ku dikarin rastiyê weke tune nîşan bidin, tunebûnê jî weke rastiyê û hebûnê nîşan bidin. Di vê mijarê de bi rastî jî bûne hosta, wisa derewan çawa bi cih bikin, çawa bibêjin. Weke ku bi xwe bi derewên xwe bawer dikin. Bi xwe derewan dike, piştre mirov dinerin wisa hêsir bi çavan dikeve, nizanim çi dibêjin. Xuya ye bi derewên xwe bi xwe jî bawer dikin. Wisa ye. Yanî bi xwe tê zilmê dike, komkujiyê dike, lê dixin stuyê me. Mesela me got li Garê bi bombardûman ew mirovên êsîr hatin kuştin. Çawa derewan dikin? Dibêjin, me bedena wan nîşan da. Wêneyên wan li cem min hene. Tevî vê jî dibêjin bedena wan yek e, yek parçe ye. Dema ku me got bi bombardûmana balafiran hatine kuştin, me negot parçe li bedena wan ket. Ma ne hûn bi xwe dibêjin, ew di bin heft deriyan de li hundir de bûn. Wê çawa parçe bigihêje wan. We gaz avêt gaz. Alçaklar (Namerdno), bêwijdan. We mirovên xwe li wir kuştin. Hûn gazan diavêjin. Me negotiye ku bedena wan parçe bûye. Bombarduman ma tenê parçe ye. Bombe ji xwe li wan şikeftan tesîrê li kesî nake. Yanî wisa dixwazin raya giştî bixapînin. Çi ye? Wêne vaye, bedena wan yek parçe ye, parçe nebûne. Wateya xwe 'PKK derewan dibêje, ne bi balafirê ye' nizanim çi ye. Yanî di derewan de bûne hosta, dikarin mirovan bixapînin. Operasyonên xapandinê bi vî rengî dikin. Li hemberî van hemûyan banga min ew e ku gelê me û raya giştî ya Tirkiyeyê ya demokratîk hişyar bin. Rejîmeke faşîst heye, dixwaze xwe li ser gelê Tirk jî gelê Kurd jî serwer bike. Armanca xwe ya qirêj heye. Têkoşîna ku îro gerîla dimeşîne xizmeta demokrasiya Tirkiyeyê jî dike, ev tiştekî sedî sed e. Serketina gerîla pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vedike. Ev îro li hemberî gerîla bi ser bikevin wê li Tirkiyeyê rejîma xwe mayinde bikin. Lê belê li hemberî gerîla têk biçe, wê rejîma wan bi temamî têk biçe. Ji bo wê têkoşîna gerîla têkoşîna hebûnê ye, têkoşîna azadiyê ye, têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê giştî ye. Divê her kes vê zanibe. Em hêvî dikin ku gelê me û demokrasîxwaz rastiya me baştir nas bikin. Bi taybetî li dijî şerê taybet têkoşîna gelê me pir girîng e. Gelê me di vê têkoşînê de cih bigire, hêza xwe ya civakî nîşan bide. Eger wisa bike wê êdî dawiya derewên wan were, şerê taybet wê nikaribe encamê bigire û wê têk biçe.