NÛ BÛ

Karayilan: Em ê li Zapê bi ser bikevin! - NÛ BÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk her roj li Zapê windahiyan dide û got, "Gelek kelehên mezin ên berxwedanê hene û berxwedana li wan deran wê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdan de cih bigire."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û berxwedana li Zapê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê nirxand.

Hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan re bi vî rengî ye:

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 29 meh in di nava tecrîdeke giran de ye. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Weke ku tê zanîn salvegera 15'ê Tebaxê nêzîk dibe. Di pêkanîna 15'ê Tebaxê de keda herî mezin a Rêber Apo û hevalên girtî ye. Cejna Vejînê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyên dîlgirtî hemûyan pîroz dikim. Hêvîdarim ku li ser bingeha xeta 15'ê Tebaxê têkoşîna azadiyê wê bi ser bikeve. Û hêvî dikim ku ji bo dîlgirtiyan hemûyan bibe wesîleya azadî û demokrasiyê.

Li Tirkiyeyê 29 meh in bi ti awayî agahî ji zindanekê nayê wergirtin. Di vê demê de ku telekomunîkasyon bi pêş ketiye, cîhan bûye mîna gundekî biçûk û haya her kesî ji hev heye, li Tirkiyeyê bi ti awayî agahî ji zindanekê nîne. Ev ne rewşeke asayî ye, rewşeke awarte ye. Qanûn û hiqûq li aliyekî hemû pîvanên mirovî, exlaqî, civakî têne binpêkirin. Agahiya malbat, xizmên wî, agahiya kesî jê nîne.

TECRÎD BIRYARA QIRKIRINA GELÊ KURD E

Rêber Apo mirovekî ji rêzê nîne. Rêberê Gelê Kurd e. Dewleta Tirk bi xwe ev yek beriya niha qebûl kir û li ser vê bingehê hevdîtin pê re kir. Gelê me çend caran kampanya îmzeyan pêk anî. Beriya niha bi dehan milyon îmze hatin komkirin û li Brukselê di bin çavdêriya noterê de radestî hêzên navneteweyî hatin kirin. Herî dawî li Rojavayê Kurdistanê ne şaş bim nêzî 3 milyon îmze hatin komkirin û radestî saziyên navneteweyî hatin kirin. Yanî Rêberê Gelê Kurd e; Rêberê Modernîteya Demokratîk e. Ji gelê Kurd bêhtir gelên herêmê Rêber Apo weke çareseriya pirsgirêkan dibînin. Kesayetekî welê ye ku di asta fîlozof de nêrînên xwe heye, paradîgmaya xwe heye. Yanî mirovekî ji rêzê nîne. Lê belê dewleta Tirk bi israr tecrîdê, îzolasyonê û êşkenceya psîkolojîk dike. Ev plankirî ye, bi plan tê meşandin. Biryarek e. Biryara çi ye? Biryara tunekirina îradeya gelê Kurd e, biryara qirkirina gelê Kurd e.

Eger dewletê biryareke bi vî rengî nedabûya, eger dewletê bixwasta bi Kurdan re di nava aştiyê de bijî, ji bo wan alternatîfa herî baş Rêber Apo ye. Ew jî bi vê yekê baş zanin. Rêber Apo di vê mijarê de dikare bibe hêza çareseriyê. Çima serî li vê rêbazê nadin, lê belê bi rengekî awarte hemû pîvanên hiqûqî, qanûnî û exlaqî binpê dikin, bi vî rengî li ser Îmraliyê, li dijî Rêber Apo û sê hevalên li gel wî vê siyasetê dimeşînin? Ji ber ku dewlet bi konsepta tunekirina îradebûna gelê Kurd tevdigere. Dewleta Tirk naxwaze tiştekî bi navê Kurdîtiyê bimîne. Ji ber vê yekê naxwaze Kurdên bi nasnameya xwe hebin. Tenê dixwaze yên koletî qebûl kirine jiyana xwe dewam bikin. Naxwaze navê Kurdan jî bibihîze. Konsepta ku AKP-MHP-Ergenekon dimeşîne ev e.

Ev helwest li dijî gelê Kurd, li dijî hebûna gelê Kurd e. Divê gelê me bi vê zanibe û li gorî vê yekê bi helwestekê têkoşînê bimeşîne. Yanî divê her ferdekî gelê me zanibe ku siyasta dewleta Tirk a li Îmraliyê dimeşîne li dijî wan e. Ev siyaset xetere ye û ji bo tunekirinê ye. Heta kue v siyaset hebe wê metirsiya tunekirinê li ser gelê Kurd hebe û di rojevê de be. Divê gelê me vê bibîne û li gorî vê tevbigere.

DIVÊ EM PÊVAJOYA SERHILDANÊ BIDIN DESTPÊKIRIN

Bêguman ev yek dikare bê têkbirin. Bi têkoşîneke gel a bi beşdariyeke befireh divê têkoşîn hîn bêhtir bê meşandin û em vê siyasetê têk bibin. Divê em nîşanî wan bidin ku bi vê siyasetê nikarin encamê bi dest bixin. Ew nikarin bi ser bikevin; nikarin gelê Kurd bê îrade bikin, nikarin gelê Kurd tune bikin, nikarin siyaseta qirkirinê li Kurdistanê serwer bikin. Girîng e bi her rê û rêbazê em vê yekê nîşanî wan bidin. Ji bo vê jî divê em xwe bi rêxistin bikin, dest bi çalakiyan û pêvajoya serhildanê bikin. Pêwîstî bi vê yekê heye. Eger gelê me bi rengekî girseyî derkeve holê, ne tenê bi îmzeyan lê belê bi helwesta xwe îradeya xwe nîşan bide, hingî dijmin dikare paşve gavê biavêje, ev siyaseat tecrîdê dikare bê şikandin.

Li aliyê din heta ku ev siyaset hebe li Tirkiyeyê hiqûq û demokrasî bi pêş nakeve. Demokratên rasteqîn ên li Tirkiyeyê divê vê yekê bibînin. Heta ku tecrîd, bêhiqûqî, binpêkirina pîvanan hebe gelo ew dewlet wê çawa demokratîk bibe, wê çawa firsenda demokrasiyê bê dayin? Ev bêhiqûqî pêşî li hemû bêhiqûqiyan vedike. Yanî tecrîd li ser tevahiya gelê Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê ye. Li dijî paşeroja gelan e. Ji ber vê yekê demokratên rasteqîn ên li Tirkiyeyê divê li ber tecrîdê rabin. Li Tirkiyeyê yên ku demokrasiyê dixwazin, rewşenbîrên rasteqîn ên li Tirkiyeyê daxwaza demokrasiyê dikin, divê li ber vê yekê rabin. Me dît, Birêz Merdan Yanardag weke kesekî wêrek ê rastî çend gotin got, rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst jî tavilê ew girt û xist zindanê. Halbûkî yekî naskirî ye, derhênerê weşana giştî ya televîzyonekê ye; rewşenbîrekî Tirkiyeyê ku daxwaza demokrasiyê dike. Her kes zane ku ev kes li ser bingeha xeta Kemalîzmê têdikoşe. Lê belê dema ku tiştekî rast dibêje yekser tê girtin. Bi kurtasî naxwazin ku demokratên Tirkiyeyê li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Mînak, heman tiştî Kurd jî dibêjin, ew yekser nayên girtin. Ji ber ku li Kurdistanê Kurd, siyasetmedarên Kurd, rewşenbîrên Kurd, parêzerên Kurd her roj heman tiştî dibêjin. Hemûyan gotibûn, 'Rêber Apo îradeya gelê Kurd e, serokê gelê Kurd e, girtiyekî siyasî ye, asteke xwe ya fîlozofîk heye, li Tirkiyeyê tecrîd heye, ev tecrîd bêhiqûqî ye'. Her kes van her roj dibêjin. Lİ Parlamenta Tirkiyeyê jî têne gotin. Binihêrin; Merdan Yanardag girtin. Ji ber ku naxwazin ew derdor tiştên bi vî rengî bibêje. Ji bo peyamekê bidin rewşenbîrên Tirk ev yek kirin.

YÊN KU DIXWAZIN LI BER BÊHIQÛQIYÊ RABIN NABE KU LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG BISEKININ

Yanî ev yek mijareke demokrasî û azadiyê ye, mijareke mirovî ye. Yên dixwazin xwedî li mirovahiyê derkevin, yên dixwazin li ber her cûre bêhiqûqiyê rabin divê li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin. Eger gelê me dixwaze hebe, dixwaze doza xwe ya hebûnê pêk bîne, divê dengê xwe li hemberî tecrîdê bilind bike. Ji ber ku beriya her tiştî ev tecrîd li hemberî gelê Kurd e, ne li hemberî kesekî bi tenê ye, li hemberî civakekê ye. Lewma mijareke têkoşînê ye. Banga min ew e ku li dijî tecrîdê û siyaseta qirkirinê têbikoşin. Tenê bi vî rengî tecrîd dikare bê şikandin. Bi têkoşîneke girseyî û berfireh êm dikarin siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdistanê bişikînin ku li Îmraliyê weke tecrîdê tê meşandin.

Em di salvegera 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de ne. Beriya Cejna Vejînê li Kurdistanê demeke tarî hebû û veguherîbû navenda paşverûtiyê. 15'ê Tebaxê guhertinên bi çi rengî li Kurdistanê pêk anî?

Beriya her tiştî Cejna Vejînê li gelê me, li dostên gelê me û hevalan pîroz dikim. Di şexsê fermandarê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Zîlan a fedaî (Zeynep Kinaci) de şehîdên me yên şoreşê yên Kurdistanê bi bîr tînim, soza ku me dane wan dubare dikim.

Rojên derbasbûyî salvegera sedemîn a peymana Lozanê bû. Gelek nîqaş hatin kirin. Lozan li ser Kurdistanê peymana qirkirinê ye. Bi vî rengî hate pênasekirin. Rast e. Di çarçoveya Lozanê de li Kurdistanê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê siyaseteke qirkirinê ya bi rêk û pêk hate meşandin. Di sala 50'emîn a Lozanê de, yanî di salên 1973'an de civaka Kurd li ber mirinê bû. Mîna nexweşek li ber mirinê bû. Di vê demê de gava Rêber Apo gaveke gelekî dîrokî bû. Destpêkê koma îdeolojîk hate avakirin, piştre partîbûn pêk hat û kar hate meşandin. Dijmin bi vî karî hesiya. Di nava tevgera şoreşgerî ya giştî de pêşketin çêbû û li hemberî vê yekê jî destwerdana leşkerî kirin. Cûntaya 12'ê Îlona 1980'î li Tirkiyeyê bû desthilatdar. Siyaseta qirkirinê hîn bêhtir hate hişkkirin.

BERXWEDANA ZINDANAN BI PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ KETE MERIYETÊ

Li hemberî vê yekê destpêkê li zindanan berxwedaneke dîrokî hate kirin, piştre jî bi pêşengiya hevrê Egîd Pêngava 15'ê Tebaxê kete meriyetê. Bêguman ev yek bi hêsanî nebû. Wê demê vegera ji Fîlîstînê ya ber bi welêt ve hêsan nebû. Ji ber ku dewleta Tirk Kurdistan kiribû mîna girtîgeheke servekirî, gelekî zehmet bû. Wê demê kadroyên tevgera me cografya Kurdistanê nas nedikirin. Mînak diviyabû kom bi pûsûla û nexşeyê biçûna Botan, Garzan û gelek herêmên din, bi vî rengî nas bikira. Zehmetî gelekî zêde bûn, lê belê bawerî û biryardarî xurt bû. Kom biçûk bûn, lê baweriya wan mezin bû. Bi ked û têkoşîneke bi vî rengî ev bingeh hate danîn. Pêngav hate pêkanîn û gelek kesî bi rê û rêbazên cuda nirxandin. Lê belê ji bo gelê Kurd dihat gelek wateyan. Ragihandina şerekî çekdarî yê ji rêzê, raperîneke asayî nebû. Gelek wateya xwe hebûn. Ji bo civakeke ji xew hişyarbûyî, bû ronahî, bû pêngavek.

Beriya her tiştî aliyê xwe yê îdeolojîk, siyasî û civakî yê vê pêngavê li pêş bû. Rast e aliyê xwe yê leşkerî jî hebû; ji aliyê leşkerî ve bi ruhekî fedaî hate meşandin. Di nava deqeyek û nîvê de Baregeha Fermandariya Jendermeyan a Dihê hate fetihkirin. Bi pêşengiya Erdal û Bedranan êrîşeke bi vî rengî ya fedaî û xurt hate kirin. Li Şemzînanê jî Gozluklu Alî û Zekiyan (Emîn Taştan) bi heman rengî tevgeriyan. Yanî aliyê xwe yê leşkerî hebû, lê belê aliyê xwe yê siyasî li pêş bû, peyamek da. Rabûna li ber kolekirina Kurdan bû, şikandina zincîra koletiyê bû. Kurd ên li ber mirinê bi vî rengî rabûn ser piyan, xurt bûn û daketin qadan. Serhildan ev bû. Serhildanên di salên 1990'î de bi vî rengî destpê kirin. Em ji vê re Şoreşa Vejînê dibêjin. Yanî bû jinûve jiyan. Vê yekê jî şoreşa fikrî afirand, şoreşa civakî afirand, bingeha şoreşa jinê afirand û meşand. Netewebûn afirand. Li Bakur bi roleke bi vî rengî rabû. Sala 1988'an dema ku Komkujiya Helebce hate kirin li Başûrê Kurdistanê pêşmergeyan xwe vekişandin, şer sekinî. Li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya Kurd ketibû asta paşketinê. Yanî bêdengiyek hebû. Di demeke bi vî rengî de yanî di salên 1988, 89, 90 û 91'ê de bilindbûna gerîla li Bakurê Kurdistanê ji bo tevahiya Kurdistanê bû ronahî û hêviyek. Bi wê bandorê gelê me li Başûrê Kurdistanê dest bi raperîna 1991'ê kir. Yanî di asta nateweyî de bandoreke bi vî rengî ya xurt kir. Bêguman ev hemû jî bi keda Rêber Apo û bi ked û fedakariya şehîdan hatin kirin.

Îro jî xet û ruhê 15'ê Tebaxê bi şexsê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li hemû eyaletên Kurdistanê, li Bakur û Zapê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedanê de dewam dike û tê meşandin. Dijmin heta niha gelek caran êrîş kir. Dema ku Pêngava 15'ê Tebaxê pêk hat Kenan Evern got, 'Kê kiribe di nava 72 saetan de leşkerên me wê bi ser wan ve biçin, li binê kîjan kevirî xwe veşartibin jî wê bigirin û derxînin pêşiya dadgehê'. Ew 72 saet hîn jî dewam dike û rayedarên Tirk her sal dibêjin 'Em ê îsal biqedînin'. Yanî hîn bêhtir mezin bû, bi pêşketina ku îro pêk anî di asta Kurdistanê û cîhanê de fikir afirand. Fikirê ku afiran li Kurdistanê bû bingeha nûbûnê, veguherînê, ruhê şoreşgerî Asta heyî bi saya vê pêngavê hate afirandin. Ji ber vê yekê me careke din li gelê xwe, dostên gelê xwe û li her kesî pîroz dikin.

TIRKIYE SANSUREKE GIRAN DATÎNE SER ŞERÊ LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Li Bakurê Kurdistanê dema dawî şerekî giran qewimî. Li Dersim, Xîzan û herî dawî li Nisêbînê şer qewimî. Bi giştî li ser têkoşîna li Bakur hûn dixwazin çi bibêjin?

Salên dawî şerê li Zap, Metîna û Avaşînê bêhtir li pêş bû. Beriya niha Rojava bi heman rengî bû. Lê belê bi esasî 8 salên dawî li Bakurê Kurdistanê şer qed nesekinî, dewam dike. Raya giştî nikare zêde bişopîne, ji ber ku dewleta Tirk sansureke gelekî giran ferz dike. Tenê dema ku windahiyên me nebe, didin; windahî tune be qet nadin. Mînak niha li Agirî/Glîdaxê 2 meh in mîna salên 1930'î çawa ku artêş her tim di operasyonê de bû, niha jî bênavber li Glîdaxê operasyon heye û gelek caran jî şer diqewime. Têkiliya me ya bi hevalên li wê derê re timî nabe, car carna têkilî tê danîn. Hin peyamên bi deng dişînin. Qiyamet e. Li dijî êrîşên dijmin berxwedanek heye. Lê belê ji ber ku ti windahiyên me nîne, dewleta Tirk qalê nake. Mînak îsal, ji destpêka salê û vir ve fermandarê Dersimê Yaşar Botan, Şevger û Arjîn şehîd bûn, nûçeya wê dan. Vê dawiyê heval Şoreş Dîlok û Heval Têkoşer Dersim şehîd bûn, beriya 15 rojan dan. Yanî du caran dema ku şehadet çêbûn dan, lê belê li Dersimê timî operasyon hene. Gelek caran jî şer diqewime. Wekîn din li Amedê jî bi heman rengî ye. Herî dawî hevrê Xemgîn Serhed û hevalekî pê re şehîd bûn, ew dan. Beriya wê hin heval dan. Wekî din li Mêrdînê fermandarê hêja Canşêr Rojhilat tevî du hevalan şehîd bûn, ew dan. Li Botanê Leyla Sorxwîn û komek ji hevalên jin bi rojan şer kirin. Bi pêşengiya hevala Leyla û Heval Rojbîn Gever li Bestayê di şer de gelek derb li dijmin hate xistin. Dijmin piştre tenê nûçeya şehadeta hevalan da. Li Cîlo jî bi heman rengî; Heval Elîşêr şehîd bû, ew dan. Li herêmeke cuda ya Serhedê heval Hêjar Zozan û heval Bager şehîd bûn, ew dan.

Yanî tiştekî ku xizmetê ji propaganda wan a şerê taybet re bike hebe, wê didin. Propaganda çi ye? Her tim dibêjin, 'em lê dixin, dikujin, diqedînin'. Çend sal in Suleyman Soylû got, 'Em îsal diqedînin'. Îsal ewqasî şer qewimî, li hemû eyaletên Bakurê Kurdistanê şer qewimî, dijmin bi xwe jî bi wesîleya şehadetên me agahî li ser vî şerî da. Herî dawî li Garzanê 26 rojan qiyamet rakirin. Bi hezaran leşker, bi dehan helîkopter, balafir, balafirên keşfê, ajan, çete hemû xistin dewrê. Wan xwestin dorpêç bikin û bigirin, lê belê me dîtin bê egîdên li wê derê çawa şer kirin. Li wê derê fedakarî û berxwedana ku hevrê Rêdûr Sîser û Ardem Ararat kirin li cîhanê mînaka wê nîne. Yanî li hemberî ewqas zehmetiyan dilsoziya xwe ya bi dozê re nîşan dan. Herî dawî dor li hevalê Rêdûr girtin û gotin 'teslîm bibe'. Lê belê hevalê Rêdûr heta fîşeka xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû. Bêguman ev yek tiştekî gelekî bi rûmet û hêja ye. Egîdî ye. Bilindbûna di fedakariyê de ye. Ji xwe gerîlayên li Bakur hemû li ser vê bingehê û fedaîtiyê dimeşin.

LI BAKUR ŞEREKÎ BI LEHENGÎ HEYE

Mînak cihê ku niha şer lê herî zêde giran e Bakur e. Herî dawî li Nisêbînê hevalek ji bo wezîfeyê diçe, li wir dijmin pê dihese û şer diqewime. Dijmin li gorî xwe nûçe weşand, lê belê me piştre agahî wergirt. Ew heval heta dawiyê şer dike û herî dawî jî rûmeta wê ya şoreşgerî rê nade ku destê xwe bilind bike û bi vî rengî bi fedaîtî şehîd dikeve. Di nava du hefteyan de ev bûyer qewimîn. Hem sekna hevalê Rêdûr Sîser, hem jî sekna hevrê Destan Botan a li Nisêbînê xeta demê ye. Sekna Destan Botan, Rêdûr Sîser û Ardem Ararat dewama sekna hevalê Xebat û Zana ye ku par li Mêrdînê bi berxwedanê şehîd bûn. Pîvan e.

Bi kurtasî li Bakur şerekî bi vî rengî diqewime. Rojên dawî agahî tên ku li xeta Qaşûra şer diqewime. Şer dewam dike. Ji ber ku îro jî qalê kirin. Diyar e ku li wir şehîdên me dibe ku hebin, lê belê agahiyek şênber negihîştiye ber destê me.

Bi kurtasî li Bakur şer û berxwedaneke bi lehengî heye. Hevalên ku min navê wan got û yên ku negotiye; di serî de hevrê Leyla Sorxwîn, Canşêr Rojhilat, Xemgîn Serhat, Hêjar Zozan, Yaşar Botan, Elîşêr û di şexsê wan de hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew pêşengên me ne, fedaiyên demê ne. Wêrekî û lehengiya wan wê rêya me her tim ronî bike.

Li vir dixwazim tiştekî din jî bibêjim: Bi taybetî vê demê hem li Bakur hem jî li qadên din ên şer, rol û mîsyona jinên Kurd, mînakeek dîrokî ye ku nîşan dide hêz û îradeya jinên Kurd ên azadîxwaz bi çi rengî ye. Hevrê Leyla ne tenê fermandara YJA Starê bû, ew fermandara Qada Botanê hemû bû. Roleke xwe ya bi vî rengî hebû. Fedakarî û milîtaniya hevrê Destan Botan, Ardem Ararat û Hêjar Zozan wê ti carî neyê jibîrkirin. Ew fedaî ne. Her yek ji wan mîna şêran e. WêrekÎ û pêşengiya wan bi rastî jî hêja ye. Ji bo gelê me cihê serbilindiyê ye. Ji bo jinên Kurd hemûyan çavkaniyeke mezin a serbilindiyê ye. Wan bi taybetî bi bîr tînim.

NAVENDA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ZAP E

Di şerê ku niha navenda wê Zap e, rewşa dawî çawa ye?

Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a mêtinger-qirker di sala 2021’an de bi êrîşa xwe ya li ser Garê xwest di demeke kin de xeta Başurê Kurdistanê ya ku em jê re dibêjin Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Nebû; Xwestin sala piştî wê dagir bikin, bi berfirehî hatin û îsal jî wisa. Yanî ev sê sal in dewleta Tirk hewl dide Zapê dagir bike û li wir bi cih bibe. Ev yek hê jî didome, li wir şerekî dijwar heye. Bêguman ne tenê li rojhilat û rojavayê Zapê. Belê li wir jî heye, lê li Metîna, Heftanîn û Xakurkê jî şer heye. Li ser xeta Başûr li gelek cihên wiha berxwedan tê kirin. Lê îro navend Zap e.

Ev şerê ku li Zapê 3 sal in dewam dike ne tenê di dîroka tevgera me de, di dîroka gelê Kurd de jî rûpeleke nû ye. Em li ser dîroka berxwedana Kurdistanê lêkolînan dikin. Ti berxwedan, mîna ya Zapê 3 sal di heman çeperan de pêk nehatiye. Tevî ku li gorî serdemê hemû çek di destê dijmin de ye, ev rewş bi vî rengî dimeşe. Her wiha dijmin li pêşberî me hemû çekên modern bi kar tîne. Ji ber vê yekê ew ne şerê mirov li dijî mirovî ye, şerê teknîkî yê hewayî, şerê teknolojiyê ye. Ev 3 sal in berdewam tê bikaranîn. Kî dizane çend ton teqemenî li her metreçargoşeya xeta Zapê ketiye.

SERKEFTINA BERXWEDANA ZAPÊ WÊ DESTÊ HIKÛMETA BAŞÛR XURT BIKE

Lê dewleta Tirk a xayîn û tirsonek bi vê yekê ranewestiya, li dijî me çekên qedexe, bombeyên nukleer ên taktîkî û kîmyewî bikar tîne. Tevî bikaranîna çekên qedexekirî, bikaranîna hemû çekên nûjen û bicihkirina bi deh hezaran leşker û cerdevanan û desteka hêza Başûr PDKê, heta niha bi ser neketiye. Yanî ev berxwedan ji bo gelê me derketiye asteke girîng. Ji bo hemû gelê Kurd çavkaniya şanaziyê ye. Yanî keç û xortên kurd 3 sal in li dijî teknolojiya serdemê şerê îradeyê dimeşînin. Bi çekên ferdî vî şerî dimeşînin. Û dijmin nikare bikeve û dagir bike. Dibe ku ketibe hin cihan, lê ne li her derê ye. Nikare bikeve gelek cihan. Bi rastî ev destkeftiyek ji bo gelê me ye.

Li gorî me serkeftina berxwedana li vir û têkçûna dewleta Tirk wê destê hikûmeta Herêma Kurdistanê û siyaseta Başûrê Kurdistanê xurtir bike. Têkçûna dewleta Tirk a li vir wê ji bo hemû Kurdan bibe destkeftiyek pir girîng. Di dîrokê de ev cara yekem e. Beriya wê li Osmaniyan jî wisa bû, li Tirkan jî wisa bû. Dema êrîşê tevgerên Kurdan dikirin, di demeke kin de encam digirtin. Lê niha binêrin, 8 sal in li dijî me şer dike. Ewqas hevrêyên me di zindanê de ne, ewqas siyasetmedar hatin girtin, ewqas hevşaredar ji peywirê hatin dûrxistin û avêtin zindanan, êşkenceya psîkolojîk li Rêberê me tê kirin, li ser gerîla şerekî ewqas berfireh heye. Ev 3 sal in ev êrîş li ber çavê her kesî pêk tên.

KELEHÊN ME TUNELÊN BINÊ ERDÊ NE

Bêguman, hin faktor jî hene. Hem bawerî û biryardariya di gerîla de, hem berfirehbûna taktîkî ya ku kirî, hem jî dewlemendiya taktîkî ya ku pêşxistiye û hem jî nûbûna ku di xwe de afirandiye bingehê vê yekê avakiriye. Îro tîmên pispor bi tîmên gerok û nîv-tevger li bejahiyê şer tê kirin. Dîsa şerê di bin erdê de tê meşandin. Çawa ku berê kelehên ku mirovan bi mehan û salan li ber xwe didin hebûn, niha jî kelehên me tunelên binê erdê ne. Her tunelek me kelehek e. Digel ku dijmin hemû derfetên xwe seferber kiriye jî, tevî hewldana sal û nîvekê jî hin ji wan nekariye hilweşîne.

Helbet ev şer ne tenê şerê xweparastina di tunelan de ye. Na! Li bejahiyê şerekî dijwar heye; Şerekî bi rêbaza parastina aktîf tê meşandin e. Lewma tê de parastin jî û êrîş jî heye. Mînak dijmin qebûl kir ku li Zapê 5 leşkerên wî hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne. Dijmin îtîraf nake, lê her roj miriyên wan hene. Lê dewleta Tirk wan ji gelê xwe û ji her kesî vedişêre. Ev rastiyek e. Bêguman ev şer pir girîng e û niha jî didome. Em li wir stratejiyê pêş dixin, rêbazên taktîkî pêş dixin. Em dibêjin 'em ê li wir bi ser bikevin'. Em jî diyar dikin ku tevî derfetên nehevseng em ê bi ser bikevin. Erê; li aliyek gelek çek û leşker hene, li aliyê din çek û hejmar kêm in. Lê aliyê ku hejmar kêm e îradeya wê mezin e; xwedî hişmendiye, fedaî ye û dîsa ew di doza xwe de mafdar e. Ji vî warî ve em bi hêz in. Ji ber vê yekê em dibêjin ku ‘em ê di dawiyê de serbikevin.’ Niha rewş wisa ye û ber bi serkeftinê ve diçe. Divê gelê me bizane; Kelehên berxwedanê yên mezin hene, huner û berxwedana ku li wir tê nîşandan wê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdan de cihê xwe bigire. Ji ber ku ew ne tiştekî ji rêzê ye; Tiştekî awarte, girîng û dîrokî ye. Niha jî bi vî awayî dewam dike û wê bi ser bikeve.

Li Zapê şerê fedaî tê meşandin, lê mixabin xeta hevkar-xiyanetkar dîsa di dewrê de ye. PDK'ê li herêma rojavayê Zapê ketiye nava tevgerê. Di gelek waran de alîkariya artêşa Tirk dike û cih ji wan re vedike. Sedema van nêzîkatiyên PDK'ê çi ye? Armanca PDK'ê bi van çi ye?

Bi baweriya min divê li ser vê yekê tiştek bê gotin. Dema em li dîrokê dinêrin, di sala 1806’an de bi rabûna Abdullah Babanzade li Koysancakê yekemîn serhildana gelê Kurd li dijî Împeratoriya Osmanî pêk hatiye. Di ser re 217 sal derbas bûn. Ji wê demê ve dewleta Tirk hem di serdema Osmaniyan de hem jî di serdema komarê de li hemberî hemû serhildanên gelê Kurd her tim du rêbaz bi kar aniye. Ev çi ne?

Yekem; her tim di navbera hêzên rojavayî û Rûsyayê de lîstine, rewşa jeostratejîk a Tirkiyeyê kirine mijara bazariyê, ji bo tepisandina Tevgera Azadiya Kurd hewl dane û gelek caran ji her du aliyan jî piştgirî girtine.

Ya duyemîn jî; Nakokiyên di nav kurdan de kûrtir kirin û di heman demê de her tim alîyekî kurdan girtin, li dijî berxwedêran êrîş kirine û bi vî awayî berxwedêr şikandin.

ŞER NE DI NAVBERA PKK’Ê Û TIRKIYEYÊ DE YE, DI NAVBERA GELÊ KURD Û DEWLETA TIRK DE YE

Dewleta Tirk îro jî dixwaze heman tiştî bike. Hewldanên wan di vî warî de ne. Tê gotin ku roja me ya îro di dîrokê de veşartî ye. Ger hûn dixwazin dema niha baş fam bikin, divê hûn dîrokê baş bizanibin. Li Tirkiyeyê bi rojan civînek hat lidar xistin. Civîna sefîrên Tirkiyê yên li welatên cuda bû. Li wir stratejiya xwe nîqaş kirin. Dibêjin, "Sedsala duyemîn a Komarê, serdema mezinbûna Tirkiyeyê, wê bibe sedsala Tirkiyeyê." Di stratejiya xwe de çar armanc danîne pêşiya xwe û di wê civînê de jî ev yek anîne ziman. Ji van ya yekem doza Kurd e dibêjin, “Ji bo Tirkiye li herêmê bibe dewleteke pir mezin û pêş bikeve, pêwîste pirsgirêka Kurd ji holê rabe. Ji bo vê jî bi îstîxbarat, teknîk û têkiliyan em ê vê pirsgirêkê ji holê rakin.”

Pirsgirêka ku qala wê tê kirin bawerim ne tenê em, yanî PKK’ê ye. Li dijî dewletbûna kurdan li herêma Rojhilata Navîn û dîsa statuya wan in. Bi vî awayî tevdigerin. Yanî li ser vê bingehê stratejiya xwe ava kirine. Erdogan, Bahçelî, Perînçek û Ergenekonê li ser vê bingehê tifaq kirine û vê yekê jî didomînin. Cihê hevdîtinên wan ên sereke dijminatiya Kurdan e. Ji xwe Erdogan di civîna xwe ya duh de bi awayekî vekirî got, "Em ê li Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê operasyonên xwe bidomînin." Bi rastî jî tehdît kir. Dixwazin vê bikin bingehê siyaseta xwe ya navneteweyî. Ji ber vê yekê ew bingehê datînin. Ji NATO'yê re got, "Eger hûn naxwazin em di NATO'yê de bimînin û derbasî aliyê Rûsyayê bibin, divê hûn vê pirsgirêkê çareser bikin. Yanî divê hûn soza xwe ya Peymana Lozanê dubare bikin.” Niha li ser vê bingehê dîplomasiya xwe dimeşînin.

Bi kurtasî şerê me û dewleta Tirk îro ne tenê şerê PKK’ê û dewleta Tirk e, bi rastî şerê dewleta Tirk û gelê Kurd e. Ger dewleta Tirk di vî şerî de têk biçe, wê hemû Kurd bi ser bikevin. Destê hemû siyaseta Kurd li her parçeyî wê xurt bibe. Erê, niha dixwazin pêşî Zapê û paşê jî Garê bigrin. Çavên wan bi giranî li cihên stratejîk ên Başûr in. Dixwazin bi vî awayî kevirekî li du çûkan bixin: Pêşî dixwazin derbekê li PKK'ê bidin; duyem jî dixwazin dilê Başûre Kurdistanê bigrin destê xwe. Yanî dixwazin bînin rewşek wiha ku, kengî xwestin wê demê bixin. Divê em vê bibînin.

Ji aliyê din ve em dizanin ku beşa Tirkmenan û hevkarên din ên ku li herêmê piştgirên wan in, li Kerkûk, Til Afer û Hewlêrê ji xwe re nexşe çêkirine û MÎT’ê li wir rêxistin ava kirine û navê van cihan kirine Tirkmenistan. Eşkere ye ku siyaseta dewleta Tirk a niha li ser esasê tunekirina gelê Kurd e. Yanî tinekirina vîna gelê Kurd. Dijminatiya li dijî gelê Kurd ji bo wan esas e û ya ku wan tîne cem hev jî ev e. Ji xeynî hin axaftinên siyasî yên ku kirine, dema ku li hemû axaftin û hewldanên wan were mêze kirin, niyeta wan a sereke tê fêmkirin.

DI DERBARÊ PDK’Ê DE EWQAS TIŞT HENE KU…

Digel rewşek wisa zelal, çima PDK’ê li dijî vê siyaseta dewleta Tirk dernakeve, berovajî vê yekê alîkariya wê dike; ev ji aliyê me nayê fêmkirin. Bi baweriya min kesê ku siyasetê dizane jî nikare wate bide. Bi rastî ev ji bo çi ye? Ji ber ku PDK’ê jî dibêje ez li ser navê Kurd û Kurdistanê tevdigerim. Lê dewleta Tirk dixwaze Kurd û Kurdistanê ji holê rake. Çima ewqas li dijî Rojavayê Kurdistanê ye? Ji ber ku naxwazin statuyek li wir bê avakirin. Dibêjin: “Statuya me ya li Başûr xelet bû.” Ger kesek bêje ku min di tiştekê de xeletiyek kir, wê hingê ma wê telafi nake? Û ya ku dixwazin niha bikin jî ev e. Lê çima rêveberiya PDK’ê van tiştan nabîne, çima nahesibîne û çima alîkariya wan dike, bi rastî divê vê yekê rave bikin. Ne tenê me, hemû gelê me wate nade vê helwestê. Ji ber vê yekê em hemû Doza Azadiya Kurdistanê li aliyekî bihêlin; tenê Bakur nîvê Kurdistanê ye û em bi dewleta tirk re sîng bi sîng in. Ew dixwazin me bifetisînin; Em jî dixwazin siyaseta wan a qirkirinê bifetisînin. Em li zindan, çiya û li her derê Bakurê Kurdistanê li ber xwe didin. Di destê me de tenê çekeke ferdî heye; Di destên wan de hemû teknolojî hene.

Mînak niha hevrêyên me yên Zapê sê sal in bi îradeya xwe û bi çekên ferdî li ber xwe didin. Ev ji bo hemû Kurdan rûmet û serbilindî ye. Hemû Kurd dikarin pê serbilind bin. Lê em lê dinêrin; Dewleta Tirk dixwaze berxwedana li wir bişkîne û li wir bi cih bibe; PDK’ê jî ji bo wan dixebite. Niha hin kes dikarin bibêjin ku ne wisa ye, lê ev hatine îspatkirin û dîtin. Em her tiştî jî nabêjin. Divê rayedarên PDK’ê baş bizanibin ku em weke PKK’ê niha her tiştê ku em dizanin nabêjin. Ger em ji we re vebêjin pir tişt hene ku bên gotin. Ji ber ku tiştên wisa hene ku em niha naxwazin bibêjin. Niha jî dibînin ku dewleta Tirk li Zapê biçûk bûye. Li gel her cure çekan jî nikarin pirsgirêkê çareser bikin û dixwazin Zapê dorpêç bikin. Lê em dibînin ku PDK’ê jî bûye beşek ji vê dorpêçê! Ev alîkariya leşkerî ye. Jixwe îstîxbarat alîkariyê dike, her cure agahiyan parve dikin. Dîsa li hemberî tiştên hatine kirin bêdeng dimîne. Beriya wê jî mirovê me yê bi navê Alan Îsmaîl li Çemankê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû (Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin), lê PDK’ê ti bertek nîşanî vê yekê nade. Sivîl jî jiyana xwe ji dest didin, gerîla jî şehîd dibin, lê tu bertek nîşan nadin. Bêbertekî tê wateya pejirandinê. Ev tê wateya piştgiriya siyasî. Yanî stratejiya siyasî ya dewleta tirk tunekirina hêz, îrade û statuya kurdan e. Ji ber vê yekê divê alîkariya wan neyê kirin. Divê li dijî wê derkeve. Ji ber ku ji bo hemû Kurdan xeter e. Em vê nêzîkatiyê fêm nakin. Mînak; Gerîla cihekî bi kar tîne, ji wir tê û diçe, birîndaran dibin û tînin; hûn dibînin bi yek carê wan pêşmerge li wir bi cih kirin. Cihek vala heye; yekser çend pêşmerge li wir bi cih dikin. Leşkerên Tirk li wir in, em li vir in; bi carekê re tê dîtin wan di naverastê de xwe bi cih kirine.

EM NAXWAZIN DI NAVBERA GERÎLA Û PÊŞMERGE DE ŞER DERKEVE

Em naxwazin di navbera gerîla û pêşmerge şerekî rû bi rû derkeve. Bi rastî em derbarê vê mijarê pir hesas û berpirsyar nêz dibin. Lê rayedar û fermandarên PDK’î jî vê yekê bi kar tînin. Ez eşkere bibêjim; Ew dizanin ku em xwe tevlî wan nakin; lewma hemû rêyan jî digirin. Ev jî ji dewleta Tirk re dibe alîkariya herî mezin. Başe lê eger berxwedana Zapê bi ser bikeve, hûn jî wê ser bikevin; dewleta Tirk wê pir muhtacî we bibe! Herî dawî li aliyên piştê yên Deralokê, îhtîmala bikaranîna wan deran fikirîne û dixwazin ber bi Zapê ve rê bibin.

Ez dixwazim tiştekî ji hemû gelê me û raya giştî re bibêjim: Heta niha di navbera gerîla û pêşmerge de tenê şerê fermî yê rû bi rû çênebûye. Ji dervey wê her tişt jî çêbûye. Eger niha pêşî lê neyê girtin, yanî pêkanînên PDK’ê neyên rawestandin, ew jî wê çêbibe. Tevî ku em naxwazin -ku ez bawer dikim ti Kurd jî naxwaze- Li her derê dikevin navberê, derdikevin pêşiya me. Bêguman wê li cihekî li hev rast bên. Eger tiştekî bi vî rengî bibe, hingî wê xelk henekê xwe bi me bike. Ev wê ji bo siyaseta Kurd bibe şermek. Çima rayedarên PDK’ê vê yek nabînin?

Bi Kurtasî eger şerekî wiha çêbibe, gelo bi rastî jî vê yekê dixwazin, çima bi vî rengî dikin, em wate nadin mijarên bi vî rengî. Lê xeteriyek bi vî rengî heye û ev yek tê dîtin.

EGER BERXWEDANA ZAPÊ BIŞIKÊ, PDK WÊ ÇI BI DEST BIXE?

Ji bo vê yekê ez careke din dixwazin bang li gelê xwe dikim. Ez eşkere dibêjim, ez gilî li vê têgihiştina siyasetê dikim. Di serî de ez bang li hemû rewşenbîr, hemû hunermend, welatparêzên bê alî, partî û siyasetmedar û hemû saziyên sivîl-demokratîk dikim: Werin binêrin, kî/ê heq e kî/ê neheq e! Eger em neheq bin ji me re bêjin em ê xwe bidin kêlekê. Yanî ez bang dikim ku bila ew bi xwe werin bibînin. Her kesê ku xwe ji pêşeroja gelê Kurd berpirsyar dibîne, divê li dijî vê yekê bêdeng nemîne. Divê deng derxîne û li hemberî wê bisekine. Di vê qadê de eger siyaseta dewleta Tirk bigihe encamê, ev ji bo hemû Kurdan xeterî dibîne. Divê ev yek were dîtin. Yanî niha eger berxwedana Zapê têk biçe, PDK wê ji vê yekê çi bi dest bixe! Me ev yek fêm nekiriye. Min bi xwe qet wisa hêvî nedikir. Di vê astê de tevlîhevî ti kes ji me nabe ti derê. Îcar di dîrokê de Kurdan timî bi vî rengî winda kiriye.

Divê mirov wijdanî jî nêz bibe. Mesele eger ez bim; du alî hene ku şer dikin, yek ji van tank, top, her cure çek, bi sed hezaran leşker, sîxûr, çete û her tişt hene, çekên qedexe jî bi kar tîne; li aliyê din jî keç û xortên Kurdan ji bo welatê xwe, xwe feda kirine, ne li pey pere ne, ne jî li pey berjewendiyên şexsî ne û bi îradeya xwe şer dikin. Eger ez bim, ez ê piştgirî bidim yê ku derfetê wê kêm û bi heq. Wijdan heye. Em dibêjin, ‘Bê alî bin, temaşe bikin; ka em têk diçin yan dewleta Tirk?’ Mesele her tiştê dewleta Tirk heye; gelo ma pir muhtacî we ne ku hûn dewleta Tirk diparêzin! Ev ne tiştekî rast e û em ti wateyê nadin vê yekê. Lewma em dixwazin înîsiyatîfek derkeve holê û pêşiya vê rewşê bigire. Ez cara dawî vê bangê dikim. Ez hêvî dikim ku encam werbigre. Eger encam wernegire, bi rastî jî êdî em nikarin pêşiya wê yekê bigirin. Ji ber ku ev qas jî nabe. Divê ev yek were dîtin û were naskirin.

ÇEND MÎNAKÊN DÎROKÎ KU DIVÊ PDK LI SER BIFIKIRE

Ez bang li PDK’ê û Serokê PDK’ê Kek Mesûd dikim: Ji bîr nekin ku eger em nebin, dewleta Tirk hem jî bi vê dijminahiya xwe ya Kurdan silav jî nade we. Eger me tasfiye bikin, wê dor were we. Ev rastiyek e. Divê hûn vê bibînin û li hemberî gerîla piştgirî nedin dewleta Tirk, dest ji vê siyaseta xwe berdin. Gerîla welatparêz e; gerîla ji bo vî welatî xwe feda dike; gerîla zarokên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Mîna min gotî, eger di navbera gerîla û pêşmergeyan de şerek çêbibe û belav bibe, wê ev şer bi salan neqede. Gelo ma ev yek ji bo siyaseta Kurd ne şerm e? Gelo ma dinya alem pirsgirêkên xwe yên herî giran bi diyalogê çareser nakin? Îcar çima Kurd heman rêbazê bi kar nayînin? Divê her kes li ser vê yekê bifikire.

Her wiha têkildarî vê yekê ez dixwazim du mînakên dîrokî bidim:

Di dema Lozanê de, dibe mijara nîqaşê ku şandeya ji Tirkiyeyê diçe hem nûneriya Kurdan û hem jî ya Tirkan dike yan ne. Wê demê Kemal Ataturk bang li wekîlê Dêrsimê Hasan Hayrî dike. Jê re dibêje “Tu were kincê xwe yê Kurdî li xwe bike, biçe meclîsê; bi Kurdî biaxive, bibêje 'Şandeya Lozanê ya bi serkêşiya Îsmet Înonu me Kurdan jî temsîl dike', telgrafê bişîne.” Hasan Hayrî van tiştan hemûyan pêk tîne. Bi kincên Kurdî diçe meclîsê û diaxive, telgrafê dikişîne. Bi heman rengî ber didin gelek kesên din. Piştre, piştî ku bûyera Şêx Seîd rû dide, dema kesayetên diyar ên Kurd tên girtin, Hasan Hayrî jî digirin. Wî didarizînin; jê redibêjin, ‘tu bi kincên Kurdî çûyî meclîsa me û te bi Kurdî axivî ye; ev yek sûc e’ û cezayê darvekirinê didinê. Hasan Hayrî jî diyar dike ku Ataturk bi xwe ev tişt jê re gotine ku pêk bîne. Li gorî tiştên hatin diyarkirin Ataturk dibêje, ‘Yên xêra wan ji gelê wan re çênebe, ti xêra wan ji me re jî çênabe’ û xwedî li Hasan Hayrî dernakeve. Bi vî rengî Hasan Hayrî tê darvekirin.

Mînaka duyemîn jî; ji Serhedê mînaka Huseyîn Paşa yê Kor e. Huseyîn Paşa yê Kor, dostekî Şêx Ehmedê Barzanî ye. Di dema vegera serdana xwe ya li cem wî de, ji aliyê sîxûrekî ve ku ji aliyê MÎT a wê demê ve (wê demê navê wê ne MÎT bû) hatibû rêxistinkirin, bi xayintî hat şehîdkirin. Piştre jî dikevin pey zarokan. Qasî 50 salan zilmek nema ku li zarokên wan nekirin. Niha jî heman tiştî li neviyên wan dikin. Îcar Huseyîn Paşa yê Kor kiye? Bi dehan salan xizmet ji Osmanî û dewleta Tirk re kir, 40 hezar leşkerên wî hebûn, li dijî Rûsyayê parastina Kurdistanê kir. Kesek bû ku li dijî serhildana Şêx Seîd rabû, heta dawî ji dewleta Tirk re xizmet kir. Lê di dawiyê de ev tişt anîn serê wî.

Divê mirov li ser van her du mînakan bifikire û gelek mînakên ji vî cûrî hene. Ji bo vê yekê ez dibêjim ku di vê dema dîrokî de em rastiya dewleta Tirk a qirker bibînin. Xwe ji wê dûr bigirin û piştgiriyê nedinê. Yanî eger em nebin yek, herê kêm qeçine alîkarî nedin dijmin. Hêviya me ev e; banga me ev e. Ez bawer dikim ku wê ev yek encam werbigire. Eger wisa nebe, rewşa heyî ne erênî ye û bi rastî jî xeteriyan digire nava xwe.

Di dawiyê de eger tiştek ku hûn dixwazin bêjin hebe, em guhdar bikin…

Ya ku ez ê bibêjim ev e: Em di serdemek pir girîng de ne. Îro li herêma Rojhilata Navîn û hemû cîhanê her kes xwe ji şer re amade dike. Dewleta Tirk jî sedsala nû ya komara xwe weke bilindbûna Tirkiyê dihesibîne. Yanî xeterî li ser paşeroja gelê me hene. Lê belê têkoşîna me ya li ser esasê Pêngava 15’ê Tebaxê û bi taybetî jî pêngavên taktîkî yên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên di van sê salên dawî de, asta ku li ser esasê kûrahiya destkeftî derketiye holê, ji bo me bingehê serkeftinê afirand. Tiştê ku dimîne ew e ku gelê me bi erka xwe rabe.

Stratejiya me Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Şerê Gel ê Şoreşgerî tê wateya her welatparêz xwedî li rola xwe derdikeve. Divê kes nebêje tiştek ji destê min nayê; Divê her kes çi ji destê wî/wê tê bike. Yanî Gerîlaya Azadiya Kurdistanê îro li berxwe dide û têdikoşe. Siyaseta Kurd li ber xwe dide. Lê pêwîste gelê me jî beşdar bibe. Divê tevlî bibin û xwedî derkevin. Dijmin dixwaze sîxurî, fuhuş, tiryak li her derê pêş bixe. Wê demê divê li dijî wan têkoşîn bê kirin, parastin û rêxistinkirin esas bê girtin. Divê civaka me xwe birêxistin bike; Divê ciwanên me tevlî têkoşînê bibin. Çi siyasî, çi civakî, çi serhildan, çi xweparastin, çi gerîlla, li ser kîjan bingehî ji destê wan tê divê beşdarî têkoşînê bibin.

DIVÊ EM YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN Û RÊXISTINBÛNA XWE MISOGER BIKIN

Di vê pêvajoya girîng de, tevî ku di destê me de derfetên gelek mezin hene jî, bi taybetî kûrahiya ku me di warê taktîkî de afirandiye, dikare me ber bi serkeftinê ve bibe. Mînaka vê jî berxwedana Zapê ye ku ev sê sal in didome. Em dikarin bi ser bikevin. Ezmûna me heye. Li vir em dikevin sala 40’emîn. Em dixwazin sala 40’emîn bikin saleke mezin, ne saleke asayî. Ev asta me heye. Îrade, azmûn, performansa taktîkî û ezmûna ku Gerîlaya Azadiya Kurdistanê di asta teknîkî de afirand, rastî bingeha serkeftinên mezin hat. Li ser vê yekê, pêwîstiya me bi yek biryareke hevbeş heye. Divê em yekîtiya xwe ava bikin û rêxistina xwe misoger bikin. Ger em vê yekê bikin, sala 40’emîn dê bibe salek pir mezin. Divê her kes berpirsiyariya erkên xwe bigire ser milê xwe. Yanî em bê wate nabêjin Şerê Gel ê Şoreşger. Hin kesên ku fêm nakin, îdia dikin ku dema van şeran derbas bûye. Ne wisa ye. Ger em wek gel di vê serdemê de bibin yek û xwe bi rêxistin bikin; pêşengên me performansa taktîkî pêş xistine û stratejiya me rast e; wê demê kes nikare me têk bibe. Em ê li vê xakê azad bijîn. Divê dijmin jî vê bizane. Ew ê li hemberî me bi ser nekevin. Hin kurd jî li aliyê wan bin, dîsa jî li hemberî me bi ser nakevin. Ji ber ku bingeha îro hatiye avêtin di astekê de ye ku bibe zemîna serkeftina we. Em bi vê bawerin, em ê li ser bisekinin, kûr bikin û têkoşîna xwe geş bikin. Bi vî awayî em ê bi rastî jî 40’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bikin sala berxwedanê ya mezin. Meşa me wê di vê çarçoveyê de pêş bikeve, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê helbet wê di vê qonaxê de bi ser bikeve û dijmin têk biçe, gelê me bi ser bikeve, serkeftin ya me be. Li ser vê bingehê careke din ez cejna vejînê li hemû kesî/ê pîroz dikim.