Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Karayilan: Efrîn wê ji Tirkan re nebe mal, bila kes xwe şaş neke

Karayilan işaret bi berxwedana gelê Efrînê û gerîlayên YPG'ê kir û destnîşan kir, ku hebûna dewleta Tirk a li Efrînê demkurt e. Karayilan diyar kir ku Efrîn wê ji Tirkan re nabe mal û got, "Bawer im gerîlayên Çiyayê Kurmênc jî li ser vê difikirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê radyoya Dengê Welat û bersiv da pirsên rojnamevan Zozan Cizîr.

Îro 4’ê Nîsanê ye. Di vê rojê de gelê Kurd li Kurdistanê û derveyî welat rojbûna Rêberê Gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan bi çalakiyên cur bi cur pîroz dikin. Taybet ji bo vê roja 4’ê Nîsanê hûn çi dibêjin?

Em 4’ê Nîsanê rojbûna Serok APO bi navê tevahî hevalan li Serok APO pîroz dikin û silav dikin. Hezkirin û girêdana xwe diyar dikin. 

Bêguman rojbûna 4’ê Nîsanê ne rojbûna yek kesî ye, rojbûna fikir, raman û paradîgmayekê ye. Rojbûna têkoşîneke nû ye. Vê têkoşînê di jiyana gelê me û gelên herêma Rojhilata Navîn de guhertineke bingehîn ava kiriye. Gelê me, wekî tê zanîn li kêleka mirinê bû, li ber zinaran bû. Di demek wisa de rojbûna 4’ê Nîsanê bi xwe re ji bo hebûna gel têkoşîneke nû pêş xist. Lewre rojbûna 4’ê Nîsanê ji bo gelê me, tevahî Tevgera me ya Azadiyê û gelên herêmê rojeke girîng e. Ji ber wê yekê, em vê rojbûnê wekî rojbûna gelê me û Tevgera me dibînin. Ev wisa ye. Di vê wateyê de ez 4’ê Nîsanê rojbûna hemû hevalan, a tevahî gelê me û gelên herêma Rojhilata Navîn pîroz dikim. 

Serok APO hebûna xwe, hewldanên xwe, têkoşîna xwe kir a gelekî. Hemû demên xwe ji bo hebûna gel, ji bo rabûna gel û serwextbûna gel bi kar aniye. Kesekî ku hestên milyonan, êş û kêfxweşiyên wana dikare di kesayeta xwe de bide jiyîn; hemû hebûna xwe, hewldanên xwe, tevgerînên xwe bike ya gel; rabûna xwe bike ya gel, wisa xwe bi gel re kirî yek, bi azadiya gel re bûyî yek e. A niha kes nikare bibêje, vaye Rêber APO wê azad bibe, lê gel wê bindest bimîne. Eger Rêber APO azad bibe, wê gelê me jî azad bibe. Rêber APO, hebûna xwe û hebûna gelê xwe, jiyana xwe û jiyana gelê xwe bi hev re kiriye yek. Rêber APO bi vî awayî di terz û şêwazê xwe de gelê Kurd daye jiyîn. Ji bo gelê Kurd bûye nefes, bûye ruh, bûye raman, bûye nasname. Rastiyeke xwe ya wisa bi pêş ketî heye. Îro ev heqîqetek e. Gelê me ji ber ku rojbûna Rêber APO wekî rojbûna xwe dibîne 4’ê Nîsanê pîroz dike. Lewma di bin her şert û mercê zehmet de be jî dixwaze pîroz bike. Gelê me vê rojê jî wekî roja bilindkirina têkoşîna li hemberî dagirkerî û zilmê digire dest. Ji ber vê sedemê, dijmin jî pir aciz e. 

Wekî tê zanîn, dijmin gelek caran lêxistin kiriye, girtin kiriye, kuştin çêkiriye. Sala 2009’ê di meşa çûyîna Amara de Mustafa Dag û Mahsum Karaoglan hatin şehîdkirin. Em van şehîdên 4’ê Nîsanê yên hêja û di şexsê wana de jî tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Wana ji bo 4’ê Nîsanê pîrozbahiya rojbûna Rêber APO bûne sembol û tu caran ji bîr nabin. Gelê me ji bo li vê rojê xwedî derkeve şehîd dane, ked daye. Li hemberî zilmê berxwedan pêş xistiye. Ev rojek wisa ye. Belkî hinek kes zêde wate nedinê, lê gelê me wate dide. Çima? Gelê me li ber mirinê bû. Derketin û jidayikbûna Rêber APO ji bo gelê me serdemek nû pêş xist. Bû hêvî, bû pêşeroj. Gelê me jî vê jidayikbûnê ne wekî jidayikbûna yek kesî digire dest. Ev jidayikbûna têkoşînekê ye, fikir û ramanekê ye, ya civakekê ye. Wisa digire dest. Ji bo wê, li hemberî hemû zext û zilmê dikare singa xwe vegire û li vê rojê xwedî derkeve. 

Îsal jî dagirkeriya Tirkiyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê qedexe kir. Tenê ne qedexe kir ku xelk biçe Amara yan jî Xelfetiyê, hîn li Siwêregê rê girtin, hîn li wir xelk bernedan. Yanî dijmin ewqas ditirse. Dijmin zilmek zêde, tedbîrek zêde bi hemû hêzên xwe û bi sîstema xwe girt ji bo xelkê me neçe mala ku rojbûna Rêber APO lê çêbûyî, wir ziyaret bike. Gelê me cardin li gel xwe pîroz kir. Ya girîng, ne ku îleh mirov biçe Amara; ya girîng, mirov Amara jiyan bike, wî ruhî jiyan bike. Gelê me ket rê û xwest biçe Amara, vê wateya xwe girtiye. Li mala xwe, li cihê xwe pîroz kiriye; vê wateya xwe girtiye. Ya din jî, li beşên din ên Kurdistanê li Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewrûpa gelê me li her derê xwedî li rojbûna Serokatiyê derdikeve. Rojbûna Serok APO wekî rojbûna xwe dibîne. Vaye dijmin nikare asteng bike. Tank û topên wî, zext û zilma wî nikare asteng bike. Ji ber ku Rêber APO di dilê gelê Kurd de ye. Êdî ev nayê astengkirin. Gel vê rojê wisa pîroz dike. 

Feqet ji bo me ango ji bo milîtanên vê Tevgerê, ji bo şagirt û leşkerên Rêber APO 4’ê Nîsanê pîrozkirin û pêşwazîkirin hîn zêde divê cuda be. Bi nêzîkbûneke hîn kûr be. Beriya hemû tiştî mirov roja 4’ê Nîsanê bike roja hîn zêde em Serokatiyê çawa nas bikin. Naskirina heqîqeta Serokatiyê ji bo me milîtanan mijara herî girîng e. Beriya her tiştî em ê çawa heqîqeta Serokatiyê nas bikin û çawa wê heqîqetê pêk bînin? Ji ber ku heqîqet terzekî jiyanê ye; terzekî têkoşînê ye; tempoyek e; şêwazek e. Pirsgirêka me ya herî esasî, em çawa bigihin vî terzî, bigihin vê tempoyê, vî şêwaz û hişmendiyê. Pirsgirêka Tevgera me ya wisa heye. Ji bo wê, ev rojên wekî roja 4’ê Nîsanê divê mirov bike roja di naskirina heqîqeta Serok APO de kûranî, roja xwe bi xwe lêpirsînkirinê, xwe di ber çavan re derbas kirinê. Ez ê çawa xwe bi heqîqeta Serokatiyê re bikim yek? Di vê der heqê de roja lêhûrbûnê ye. Divê wisa be. Kesek ku heqîqeta Serokatiyê nas neke, nikare di xeta Serokatiyê de jî kûr bibe. Ji ber ku heqîqeta Serokatiyê xetek e. Xeteke jiyan û têkoşînê ye. Divê mirov di vê yekê de kûr bibe, nas bike, wisa bikaribe bi Serokatiyê re yek be. Di warê hişmendiyê de, di warê ruh, şêwaz de yekbûn wisa ye. Yanî tevlîbûna milîtanekî/e ya rast wisa dikare pêk were, wisa dikare bi Serokatiyê re bibe yek. Divê em wekî milîtan vê roja hêja ya rojbûna Rêber APO wisa pêşwazî bikin. Em bikin rojeke hîn zêde xwe muhasebekirinê û hîn zêde xwe di ber çavan re derbas kirin, lêhûrbûn û bi Rêberiyê re yekbûnê. 

Bêguman, heya niha em ji heqîqeta Serokatiyê re nebûne bersiv. Her çiqas hevalên wekî me kevin, bi salan li gel Serokatiyê mayîn, em hinekî nas dikin, lê em nebûne bersiv. Ev rastiyek e. Eger em bi heqîqeta Serokatiyê re bibûna bersiv wekî Tevger, wê îro rewş ne wisa bûya. Mesela, îro dijmin wê nikaribûya ewqas zilmê bimeşîne. Çi li Îmraliyê, çi li hemû deverên Kurdistanê. Em di vê xisûsê de bi rastî di rewşeke rexne û rexnedanê de ne. Heval dibêjin, “deyndar”, rast e ev deydarî ye. Em dixwazin bibin bersiv. Ev îdîaya me, îro ji her demekê bêhtir bilind e. Ev girîng e. Îdîa, hewldan û ked heye. Eger ev hebe, wê çaxê mirov jê bihêvî ye ku, wê mutleqa mirov bikaribe bi rastî vî deynî bide û bibe bersiv. Niha xebatên me, hewldanên me hemû ji bo vê yekê ne û di vê yekê de em ê hîn kûr bibin. Lê ev jî heye; di bersivdayînê de em erkdar in û mutleqa divê em li erka xwe xwedî derkevin. Di van rojên wisa de em vê muhasebeyê hîn zêde dikin û divê bikin. Rojên wisa girîng divê em bi vî awayî bikin bingeha derketineke nû. Di rêya bilindkirina têkoşînê, bilindkirina yekbûna bi Rêberiyê de em bikaribin bikin bingeha yekbûneke nû. Di vê çarçoveyê de îdîa û sekna me wekî Tevger, wekî heval xurt e. Bi vî awayî em dibêjin, em ê wê rêhevaliya kêm bikaribin biborînin. Ji ber ku Rêber APO bi xwe ev sekna me wekî rêhevaliya kêm nirxand. Em niha di hewldana bihurandina vê rêhevaliya kêm de ne. Em hêvî dikin ku ev sala pêş me di vê çarçoveyê de bibe sala hîn zêde bilindbûna xeta Rêber APO.

We berî vê diyar kiribû ku, di pêvajoya berxwedana Efrînê de heyeteke dewleta Tirk û yek jî nûnerekî Rûs çûne Îmraliyê û zext li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan kirine. Pê ve girêdayî der barê rewşa birêz Ocalan de agahiyek nû heye, yan jî guhertinek heye?

Ji agahiyên nû bêhtir, ew agahiya di destê me de heyî girîng e. Me ew agahî bi gelê xwe û raya giştî re parve kir. Gelek hevalên din jî heman tişt anîn ziman. Di rojeva me de ye û divê di rojeva gelê me de be jî. 

Ji ber sedema berxwedana Efrînê û helwesta Serok APO ya ku piştgiriya berxwedanê kirî û wisa gav paşde neavêtî dagirkeriya dewleta Tirk bi şiklekî ne mirovî amûrên rojane yên pêwîstiyên însan ji destê Serokatiyê girtin. Yanî pêwîstiyên wekî radyo, televîzyon, battaniye û hwd. ên jiyanî jê standine. Bi vî awayî zextdariyek heye. Tê gotin li ser Serokatiyê “tecrît” heye. Bi esasî ev peyva tecrîtê, rewşa li Îmraliyê nayne ziman. Li wir ji tecrîtê pir girantir, sîstemeke her daîm a êşkenceyê heye. Îro ev sîstem hîn girantir bûye. Lazime hevalên me, gelê me, raya giştî bizanibin ku di vê demê de li ser Serok APO tecrît û sîstema êşkenceyê giran bûye. Têkiliya Serokatiyê ji dinyayê hatiye qutkirin. Ev zextek wisa ye. Ji êşkenceya fizîkî pir girantir e. Her daîm êrîşeke psîkolojîk li ser Rêberiya me tê meşandin. Divê gelê me, raya giştî û em wekî Tevger li hemberî vê bêdeng nemînin. Em bawer dikin ku, saziyên me, saziyên gelê me yên demokratîk, welatparêz çi li derveyî welat, çi jî li hundirê welat ji vir û wiha vê mijarê hîn zêde bixin rojeva xwe. Divê mirov di vê çarçoveyê de hîn zêde çalakî û hewldanan pêş bixe. Ji ber ku bi rastî tiştê niha li Îmraliyê dibe, tiştekî ne însanî ye. Mafên mirovatiyê tên binpêkirin. 

Kesekî girtî û êsîr jî hinek mafên xwe hene. Lê yek ji van mafan ji bo Îmraliyê derbas nabin. Berê li Tirkiyê, di sala 1980’yî de 12’ê Îlonê Cuntaya Faşîst a Leşkerî hebû. Feqet cardin jî Cuntaya Leşkerî hinek yasayên xwe hebûn. A niha di rejîma AKP’ê de yasa nîn e, tiştek nîn e. Her tişt Erdogan e! Ma niha girtiyên Îmraliyê Rêber APO û hevalên li wê derê hîç heqê wana nîn e ku malbatên xwe bibînin? Hîç mafê wan nîn e parêzerên xwe bibînin? Hîç mafê wan nîn e nameyekê ji kesekî re binivîsin? Ma ew niha mirî ne? Na, sax in. Li gorî ku sax in divê hiqûqek hebe, lê li gel Erdogan hiqûq nîn e. Wana wek dijmin dihesibîne, lewre dibêje pêwîste tecrîd bin, bi dinyayê re têkiliya xwe nebin. Ev binpêkirina hiqûqê û mafê mirov ê bingehîn e. Ne mirovatî ye. 

Erdogan çawa dikare vê bike? Berpirsiyarê vê tenê Erdogan e? Na. Beriya her tiştî divê mirov vê bibêje: Rêber APO, ne girtiyekî Tirkiyê ye. Rêber APO bi komployeke navdewletî hatiye girtin, radestî Tirkiyê kirine. Yanî ew girtiyekî navdewletî ye. Jixwe dema ev sîstema Îmraliyê nû hatî çêkirin Konseya Ewrûpa jî beşdar bûye. Di van hemû kiryarên nemirovatî yên li Îmraliyê dibin de Konseya Ewrûpa jî berpirsiyar e, CPT’ya ku her roj navê wê tê ziman jî berpirsiyar e. CPT, herî dawî daxuyaniyek da ku, hevdîtina du salan berê kirî niha eşkere kir. Ev hîn zêde şik û gumanan çêdike. Em dikarin vê tiştê jî bi şêwazekî vekirî bibêjin ku, van hemû kiryarên ku Erdogan li Îmraliyê dike, li siyaseta Kurd a di Bakur de dike hemûyan di pişt Ewrûpa û hêzên NATO’yê de dike. Çawa? Belkî vana heman tiştî naparêzin, feqet dema Erdogan vana dike û dinêre bertek nîn e, ji vê yekê cesaret digire. Ev sekna CPT ya niha, cesaret dide Erdogan û hemû êşkencekarên di hundirê Tirkiyê de. Ji bo wê CPT jî berpirsiyar e, jora CPT Konseya Ewrûpa jî berpirsiyar e. Ji ber ku ew sekna wan a bêdeng, erêkirin e. Ew ji bo xwe wekî erêkirinê dibîne. Lewma wisa bêsînor mafê mirovatiyê û hemû hiqûqan binpê dike. Erdogan dibêje, “vaye Ewrûpa tiştekê nabêje, li pişt min e. Amerîka tiştekê nabêje, dinyaya ku ji xwe re dibêje ez dinyaya hemdem im kes tiştekê nabêje. Nexwe rewa ye, ev mafê min e û ez ê bikim.” Ji ber wê, di hemû kiryarên Erdogan de van saziyên navdewletî û bi taybetî saziyên Yekîtiya Ewrûpa berpirsiyar in. Vaye beriya vê mehekê, berpirsiyarê Yekîtiya Ewrûpa bi Erdogan re li hev rûniştin, xweş û bêş nîqaş kirin ku, ka wê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa, yan nebe endam. Negotin, “vaye tu faşîzmê dimeşînî, tu hemû mafê mirovatiyê binpê dikî. Tu wisa bikî, nabe tu bi Ewrûpa re bibî yek.” Ma tiştek wisa gotin? Na. Berevajî 3 milyar ewro pere di bin navê dikin wê li koçberan xwedî derkeve de nû dane. Van koçberan jî gişt Erdogan kişandine Tirkiyê. Yanî wî bi xwe gotiye werin Tirkiyê, dil xwe de ji bo rejîma Sûriyê bişkîne. Erdogan bi xwe ew kişandine Tirkiyê, niha jî li hemberî Ewrûpa bi kar tîne, Ewrûpa jî ji bo vê pere dide wana. Erdogan ji van tiştan cesaret digire. Ji bo wê di kiryarên li ser Rêberiya me û gelê me tên kirin de berpirsiyariyên Ewrûpa jî, berpirsiyariya van saziyên navdewletî jî heye. 

Heman tişt li Efrînê jî wisa bû. Ev tiştê li Îmraliyê derbas dibe, ji bo Efrînê jî derbas dibe. Jixwe ji bo saziyên me yên dîplomasiyê û hemû gelê me yê li Ewrûpa du meseleyên sereke hene. Yek, êşkenceya Îmraliyê li ser Rêber APO; didu, qirkirina dagirkeriya Tirkiyê ya bi piştevaniya Rûsya li ser Efrînê ye. Van du mijarên girîng in. Çima girîng in? Di van her du mijaran de dagirkeriya dewleta Tirk siyaseta qirkirinê dimeşîne, hovîtiyê dimeşîne, tê de exlaq, hiqûq, mafê mirovatiyê nîn e. Bala xwe bidinê; di sedsala 21. de ji Efrînê Kurdan derdixe, li şûna wan Erebên ku ta ji Xutayê yên bi hişmendiya wana re ne, wekî wan difikirin, cîhadî ne, radike tîne û di Cindirêsê de bi cih dike. Ma ev yeka bûyînê ye? Belê Erdogan ji kî cesaret digire ku wisa dike? Miletê Kurd ji wir diqewitîne û miletekî din tîne, dixe cihê wana. Duh ne pêr, saziya Yekîtiya Neteweyan dibêje, “me tiştekî wisa nedîtiye.” Ew berpirsiyar in. Ew dibêjin, “Yekîtiya Neteweyan”, esas ew nav jî şaş e. Ew ne saziya Neteweyên Yekbûyî ye. Eger wisa bûya wê li gelê Kurd xwedî derketa. Ev Yekîtiya Dewletan e. Serdest in. Neteweyên Yekbûyî li erka xwe xwedî dernakevin. 

Niha li Efrînê qirkirin heye, paqijkirina miletî heye û ew li hemberî vê deng nakin. Saziyên Ewrûpa deng nakin. Dema deng nakin, Erdogan vê tiştê ji bo xwe rewa dibîne. Jixwe hem dike, hem diparêze. Dewleta Tirkiyê niha di Efrînê de siyaseta qirkirinê bi cih dike. Dixwaze demografiya Efrînê biguhere, ji nîvî bêhtir bike Tirk û Ereb. Em li dijî Tirk û Ereban nîn in. Lê tu rabî Kurdan jê derbixî û miletekî din bixî wir, di vê sedsalê de ma ev yeka bûyînê ye? Vê di pişt kî de dike? Temam, bi fermî dewleta Tirk û Rûsya bi hev re şirîk in. Rûsya piştevaniya vê siyasetê dike. Me ev fêm kir. Ev cihê pirseke din e ku, Rûsya çima vê qirkirina li ser Kurdan destek dike, li aliyê din jî derdikeve pêşberê kamerayan û dibêje, “di pêşeroja Sûriyê de divê Kurd jî hebin.” Kurd wê çawa hebin? Van Kurdên heyî tu çawa xerc dikî? Divê mirov vê pirsê jî ji wana bike. Ev mijareke din e. Ez niha naxwazim bikevim wê mijarê. Me nedixwest Rûsya bikeve vî qalibî, wisa dijminatiya Kurdan bike. Mixabin niha ew jî di vê xetê de dimeşe. Em ê binêrin, ka heya ku derê diçe.

Feqet alîgirên van kiryarên dewleta Tirk tenê ne Rûsya ye; Ewrûpa ye jî, heta Amerîka ye jî. Çima? Mesela, niha li ber çavên her kesî ye. Îstixbaratên wana ma hay jê nîn in ku, ev hemû komên bermahiyên DAÎŞ’ê ne. Xisûseke din jî heye ku, DAÎŞ û OSO tiştekî xwe yê ji hev cuda nîn in. Artêşa Azad nîn e. Hemû El Nûsra û DAÎŞ in. Navê xwe guhertine. Hemû kesên ji Xutayê anîne niha dixin Efrînê. Çi heqê xwe hene? Di van hemû kiryaran de berpirsiyariyên van saziyên navdewletî û berpirsiyariya Yekîtiya Ewrûpa heye. Erdogan ji wana cesaret digire. 

Ez dikarim nimûneyeke din jî bidim: Bi esasî Erdogan û Rûsya di Efrînê de xitimîn. Heya roja 44’an nikaribûn 5 km’yan zêdetir pêşde biçûna. Serî li hemû rê û rêbazan dan. Çûn Îmraliyê, çare nedîtin. Rêbazên cur bi cur ceribandin, çare nedîtin. Çûn ta çeteyên DAÎŞ’ê yên Çeçen, Kirgiz anîn û xistin Efrînê, çare nedîtin. Dûvre dîtin ku saziyên navdewletî û bi taybetî Ewrûpa dengê xwe dernaxe; li ser vê yekê bikaranîna bombebaranên giran û hinek gazên ku bandorê li mirov dikin, bêhal dikin, heta yên nezayokkirinê ango li Efrînê heta gazên ku Kurd êdî zarokên xwe çênebin jî bi kar anîne. Em bêwate nabêjin siyaseta qirkirinê heye. Dixwazin qirkirina miletî pêş bixin. Lê dema dinêrin ku kesek li dijî wan bertekê raber nake, ji roja 44’an û şûn ve bombebarana li Efrînê karaktera xwe hat guhertin. 

Niha li Cindirêsê binêrin, ji sedî 60’ê xwe tune kirine, hemû dane ber xwe. Li Şera, li Reco wisa kirin. Van cihan gişt bi bombebaranan hatine xirabekirin. Her kes dane ber xwe. Di bajarê Efrînê de, di nava yek rojê de 31 kesên ji milet şehîd kirin. Ewqas bombebaran lê meşandin. Ev çima kirin? Dîtin ku kes dengê xwe nake. Yanî sivîl jî dimirin hîç kesek bertek raber nake, wisa polîtîkaya xwe tevî Rûsya guhertin. Ji roja 44’an şûn ve bombebarana hewayî ya li Efrînê cuda bû, pir zêde bû, her kes da ber xwe. Dûvre rêveberiya Kantona Efrînê û fermandariya Efrînê jî tabî ev rewş nirxandin, heya demekê şer meşandin, dûvre jî wekî tê zanîn guhertina taktîkê pêş xistin. Ev bombebaranên wisa giran ji bêdengiya van saziyên navdewletî cesaret girtin, wisa pêk hatin. 

Rexmê ewqas zext, êrîş û bombebaranên bi çekên herî pêşketî li ser gelê Efrînê çêbûn, lê heya niha jî sekna gelê Efrînê seknek berxwedêr e. Hûn sekin û berxwedana Efrînê wek giştî çawa dibînin, çawa digirin dest?

Ez bi taybetî di vê roja pîroz a 4’ê Nîsanê de hemû gelê me yê Efrînê yê xoşewîst bi rêzdarî silav dikim. Rewşa wana niha di zehmetiyê de ye. Em vê dizanin. Şerekî mezin meşiya û hîn jî dom dike. Divê gelê me bizanibe, çi yên vegeriyayîn hundirê Efrînê, çi yên li herêma Şehba, Şêrawa û deverên din disekinin, ev sekna wana berxwedanek e. Sekna wan biwate ye, ne vala ye. Ev berdewama berxwedana serdemê ya 58 rojan her daîm li Efrînê meşiya û niha jî bi şêwazên cur bi cur dimeşe ye. Roja destpêkê me ji bo berxwedana Efrînê çi gotibe, em îro jî wê dibêjin. Yanî ev berxwedan wê bi ser bikeve. Gelê me divê hêviya xwe winda neke. YPG’ê guhertina taktîkê kir, tevî rêveberiya Efrînê ev biryar girt. Wisa ji bo xwe guncav dît. Bi nefeseke hîn dirêj nêzîk dibe, têkoşînê berdewam dike. Divê mirov bi vê bawer bike. Ez bawer dikim ku, gelê me jî heman hişmendiyê jiyan dike, baweriya xwe heye. Divê bawer bike ku, di qonaxa berxwedanê ya duyem de jî wê bi ser bikeve. 

Di vê xisûsê de gelê me yê zehmetiyê dikişîne divê bizanibe ku, ev ne vala ye. Em pê dihesin ku zehmetî hene, lê ya girîng hêvî û bawerî ye. Divê hêviya xwe geş bike, baweriya xwe xurt bike, têkoşîna xwe berdewam bike. Çiqas zehmet be jî divê em Efrîna pîroz mutleqa û mutleqa azad bikin û rizgar bikin. Li ser vê israra xwe, têkoşîna xwe divê berdewam bike. Dijmin niha dixwaze qirkirinê li Efrînê bimeşîne û hinek kesên Kurd jî ji vê qirkirinê re bike alet. Beriya her tiştî divê tu Kurdek nebe alet. Ev tiştekî demkî ye. Divê kes xwe nexapîne. Rast e, em niha saziyên navdewletî û dewletan rexne dikin, rexneyên me di cih de ne. Feqet ji derveyî Rûsya, tu kesekî dagirkirina Efrînê erê nekiriye. Rûsya jî wê heya kengî erê bike, ew jî nediyar e. Yanî hebûna dewleta Tirk a li Efrînê ne demdirêj e, demkurt e. Ji ber ku berxwedana gelê Efrînê heye, berxwedana YPG’ê ku vaye ew jî bûne gerîla, berxwedana gerîlayên YPG’ê heye. Di vê navberê de ez van gerîlayên hêja yên niha di Çiyayê Kurmanc de şer dikin û li ber xwe didin jî silav dikim. Berxwedana wana pir biwate ye. Gelê me divê hêvî li ser çêbike. 

Efrîn ji Tirkan re nabe mal. Ji wan kesên ta ji Xuta û deverên din hatîn û li wê derê bi cih bûne re nabe war. Divê tu kes xwe şaş neke. Tu kesek nikare axeke Kurd, gundekî Kurd bike ya xwe. Ez bawer im gerîlayên Çiyayê Kurmanc jixwe li ser vê difikirin. Divê kes bi vê siyaseta qirkirinê ya Erdogan re nebe alet. Kurd jî, di bin navê “em meclîs in” û hwd. de divê xwe nekin alet. Ev hatiye vir dagir dike û dixwaze vir ji sedî 55 bike Ereb û Tirkmen. Di Efrînê de hinek Kurdan bi cih bike, wana jî teslîm bigire, lê Efrîn ne ya Kurdan be. Polîtîkaya wana wisa ye. Tu Kurdek divê ji vê polîtîkayê re nebe alet. Yê bibe alet, îxanet kiriye. Yên Ereb, Tirkmen jî lazime ji vê zilma ku dagirkeriya dewleta Tirk li Kurdan dike, li Efrînê dike re nebin şirîk, kes zarok û malên xwe neynin, nexin wan gundan. Ji ber ku di wan gundan de wê nikaribin sax derkevin. Ew niha dixwazin li Efrînê paqijiya miletî bikin, feqet ên paqijiya miletî dikin wê Efrîn ji wana re bibe gor. Her kes divê vê bizanibe. Ev ne tiştekî hêsan e. Gelê Efrînê ne bêxwedî ye. Xwediyên gelê Efrînê hene. Ew ax ne bêxwedî ye; xwediyên wê hene. Dewleta Tirk şert û mercên navdewletî bi kar aniye, niha bi piştevaniya Rûsya ketiye Efrînê; ev nayê wateya ku wê di wir de bimînin û êdî ew der a wana û hevalbendên wana be. Na. Efrîn a Kurdan e, wê wekî ya Kurdan bimîne, Efrîn wê demokratîk û azad be. Ev soz û peymana gerîlayên Efrînê ye ku bilind dikin û wê pêk bînin. Hêvî û baweriya me heya dawî bi wana heye. Û em hêvî dikin ku, gelê me jî bi heman hêvî û baweriyê wê piştevaniya hêzên xwe yên parastinê û gerîlayên Çiyayê Kurmanc bike, wisa biçe zaferê.

Wekî pirsek cuda, bi taybetî di vê pêvajoyê de têkoşîna gerîla ya li Bakurê Kurdistanê jî roj bi roj bilind dibe. Hûn têkoşîna gerîla ya li Bakurê Kurdistanê çawa dibînin?

Gerîlayê azadiya Kurdistanê îsal bi derfetên hîn baş ket biharê û destpêka salê. Ji ber ku destpêka salê ji bo gerîla bihar e. Nimûne; par dijmin êrîş pêş xistin, windahiyên me çêbûn. Salê bi êrîşa dijmin destpê kir. Lê niha salê, bi çalakiyên gerîla yên şoreşgerî destpê kir. Ev tiştekî pir girîng e. Herî dawî çalakiya Çiyayê Reş a herêma Dihê çêbû. Em vê çalakiyê û hevalên di vê çalakiyê de cih girtine pîroz dikin. Ji ber ku ew çalakiyeke ku dikare ji salê re bibe nimûne. Hem bi ruhê êrîşê çûyîna ser dijmin, çek ji ser rakirin û hem jî hedef di nava 5 deqeyan de fetih kirin terzê demê ye. Di vê wateyê de bi rastî asteke xwe ya bilind heye. Ji bo wê, hemû hevalên di vê çalakiyê de ked raber kirine hêjayî pîroziyê ne. Em hêvî dikin ku, wê ev ji bo saha Botanê jî, ji bo tevahî Kurdistanê jî bibe destpêkek. 

Heman rojê li Şemzînan jî çalakî çêbû, çend roj beriya wê li Cûdî, li Hezroya Amedê çalakî bû. Jixwe piştî çalakiyê, li Hezroyê berxwedaneke girîng jî çêbû. Hevalê Akîf û Têkoşer şehîd ketin. Piştî wê hevalê Rêber Andok ji bo nekeve destê dijmin li ser xwe çalakiyeke wek fedaî pêk tîne. Jixwe herêma Serhed di vê xisûsê de her tim reqemekê li pêş e. Pratîka xwe ya sala bihurî jî wisa bû, xuyaye îsal jî wê wisa be.  Yanî hem li Serhedê, hem li Garzanê, hem li eyaletên Zagrosê (çi Şemzînan, çi jî Zap-Avaşîn) çalakiyên destpêka salê bi rê ketin, hemû jî serkeftî ne. Di vê wateyê de, ev destpêkek girîng e. Gerîlayên Bakurê Kurdistanê, vê biharê wisa bi çalakvaniyê, bi ruhê êrîşê dest bi sezonê kirin. Ji bo wê, em destpêkê hemû hevalên tevlî van çalakiyan bûne silav dikin. 

Gerîla, êdî serdema çalakiyan destpê kiriye. Hevalan nav lêkirine, hemle destpê kirine. Vaye hêzên Serhedê dibêjin “me Hemleya Zaferê destpê kiriye”, Botanê Hemleya Tolhildana Ş. Delal Amed û Şehîdên Bestayê destpê kiriye. Ev pir watedar e. Bi rastî fermandara hêja şehîd Delal Amed ji bo Botanê tabî fermandareke her daîm e û sembolek mezin e. Ji bo bîranîna van rêhevalên hêja sal dikare bibe sala berxwedaneke mezin. Hevalan pêvajo wisa destpê kirine û em ji hevalan re serkeftinê dixwazin. 

Di vê navberê de ez dixwazim li ser xisûsekê rawestim. Di çalakiya Çiyayê Reş a herêma Dihê de dijmin çend leşkerên xwe mirine negot, tenê yek eşkere kir. Lê bes got, 7 cerdevan mirine. Tabî ez niha nizanim ku wana bi rastî cerdevan in, an jî kontra ne. Ji ber ku hinek hene erê navê xwe cerdevan in, lê di rastiyê de kontra ne. Yanî li dijî Tevgera me ya Azadiyê sondxwarî ne. Em ji yên wisa re dibêjin “kontra”. Vana ne cerdevan in. Lê ger ên di wê çalakiyê de mirine cerdevan bin, ez ji malbatên wana re sersaxiyê dixwazim. Ew ne hedefa me ne. Lazime cerdevan vê bizanibin; me hay ji wana heye. Niha generalên Tirkan civînan çêdikin, hewl didin vê kiryara dewleta Tirk a tê naskirin ya Kurd bi Kurd bidin kuştin cardin bikin. Ji wana re dibêjin werin em herin operasyonan. Vaye hemû cerdevanên Qilabanê kom dikin û dibêjin, “werin em herin Heftenînê, filan derê”. Çi kesê ji xwe re dibêje ez Kurd im, divê nekeve vî qalibî, nekeve vê şaşiyê. 

Hemû cerdevan divê bizanibin ku, cerdevan ne hedefa me ne. Cerdevanên ku li derdora gundê xwe nobetê digirin, bila di girê gundê xwe de li ser piştê razin, kes li wana naxe. Lê van cerdevanên ku di wê çalakiya Çiyayê Reş de bûne hedef, çûne rêya ku dike Bendava Ilisû çêbike, li wir di gir de mane. Ev sûc e. Bendava Ilisû çi rola xwe heye? Rola qirkirinê heye. Dixwaze axa Kurdistanê, hemû eserên Kurdistanê yên Heskîfê bixe bin avê. Bendava Ilisû li dijî Kurd e. Kes pêwîste ne di vê de şirîk be, îhale bigire, ne jî nobetê lê bigire. Her tiştê ji bo vê bendavê were kirin, nerast e û gerîla wê li dijî be. Ev cerdevanên ji bo nobeta bendavê çûne, pêwîste neçin wir. Cerdevanê li dora gundê xwe nobet bigire, girê gundê xwe bigire silamet e. Em cerdevanan nakin hedef. Dewlet bila kesî nexapîne. Lê cerdevanê xwe bixe nav leşker, em nizanin ev cerdevan e, yan jî leşker e!

Bi kurtahî van însanên niha jiyana xwe ji dest dayîn, ger cerdevan bin, ew ne hedefa me ne. Malbatên wana divê vê bizanibin. Cihê hatî hedefkirin girekî ku leşker tê de ye û girekî ji bo Bendava Ilisû ye. Ew der hedef e. Cerdevan divê xwe nekin hedef. Hemû cerdevan Kurd in, em naxwazin li wana bixin. Divê ew jî xwe nexin pêş dijmin û li pêşiya dijmin neyin. Divê xwe nekin girên wisa hedef û qereqolan. Li derdora gundê xwe bin, temam e. Em li wan giran naxin. Lê cerdevan divê xwe nexin cihên wisa, xwe ji çekên gerîla re nekin hedef. 

Lîstika AKP’ê niha kifş bû. AKP’ê berê xwe wekî partiyeke olî, partiyeke ku digot “ez ê meseleya Kurd çareser bikim” raber dikir. Aşkere bû ku, AKP û Erdogan MHP ne. Jixwe bi fikrî bûne MHP. Heta ji MHP’ê jî xirabtir rolekê dilîze. Yanî dijminê Kurd e. Ji bo wê Kurdê cerdevan jî divê bizanibe ku, ev dijminê Kurd e. Dijminatiyê li Kurdê ku cerdevan be jî dike. Ji bo wê pêwîste tu kesê Kurd ne xwe bike AKP’yî, ne jî xwe bikin wê gereka îxanetê. Em dizanin, kesê bûyî cerdevan jî ji mecbûrî bûye cerdevan, divê xwe ji vê re nekin wesîle, nekin hedef, bi dijmin re nebin alîkar. Ma ne yasaya cerdevaniyê ew e ku parastina gundê xwe bike. Bila gundê xwe biparêze. Kes naçe ser gundê wan. Lê divê neyê operasyonan, neyê girên ku bibin hedef. 

Di vê xisûsê de cardin banga me ji bo cerdevanan ev e: Her kes li Kurdîtiya xwe xwedî derkeve. Ev dijmin dixwaze Kurd bi Kurd bide kuştin. Kes ji vê re nebin wesîle. AKP, vaye hemû çeteyên DAÎŞ’ê kom dike û dişîne ser Kurdan. Îro wekî erdê Kurdan dixwaze Efrînê talan bike. Ewqas Tirkên Kirgiz û hwd. anîne Serhedê, li Kurdistanê bi cih dike. Esas ew dixwazin me tune bikin. Wana li dijî Kurd in. Dixwazin me Kurdan qir bikin, koka me biqelînin. Divê em mutleqa li hemberî vê xwedan helwest bin, têkoşîn bikin. Eger nikarin tevlî jî bibin, qet nebe bila li dijî têkoşînê nesekinin. Vaye ewladên vî gelî li serê çiyayan e, li bajaran e, li deveran e. Êdî nema ev doz ji holê rabe. Ev doz dozeke mezin e, îro ji cîhanê re bûye mal. Ev doz dike bi ser bikeve. Divê kes xwe şaş neke. Em ê vê dozê bi ser bixin. Dewleta Tirko wê nikaribe di Kurdistanê de siyaseta xwe ya qirkirin û tunekirinê bi ser bixîne. Ji ber ku neheq e. Ji ber ku di dinyayê de kes ne pê re ye. Vaye êdî doza gelê Kurd ji cîhanê re vebû. Doza me mafdar e û rêya me rast e. Em ê bi ser bikevin. 

Em hêvî dikin ku, ev pêşketinên niha li Kurdistanê û Efrînê dibin her kesekî/e Kurdistanî û dostên gelê Kurdistanê rast bibînin. Ji ber ku ev berxwedana îro li Kurdistanê dibe tenê ne ji bo Kurdan e, esas ji bo Tirkiyê ye jî, ji bo herêma Rojhilata Navîn e jî. Ji ber ku têkoşîna azadiya Kurd roja îro demokrasiya herêmê diparêze. Azadî û biratiya gelên herêmê diparêze. Berjewendiya her kesî tê de heye. Em li dijî faşîzma AKP’ê, MHP’ê, Ergenekonê û DAÎŞ’ê mirovatiyê diparêzin. Em azadî û demokrasiyê, xuşk û biratiya gelan diparêzin. Ew dixwazin gelan berdin hev. Mesela, ew niha însanên Ereb tînin û dikin Efrînê, dixwazin Kurd û Ereban berdin hev. Lê belê lazime her kes bizanibe ku, em û Ereb birayên hev in, em ê bi hev re bin. Jixwe di Bakurê Sûriyê de Kurd û Ereb bi hev re bûne yek, bi hev re rêxistin ava kirine, partiyê ava dikin. Hêzên parastinê hevbeş ava kirine. Lê ev lîstikeke AKP’ê ye. AKP dijminê Kurd e, dixwaze her kesî li dijî Kurd têxe êrîşê. Dixwaze dijminatiya Kurd bi Ereb re, bi Fars re, bi Tirkmenan re çêbike û wisa bigihe armanca xwe ya qirêj. Ji bo wê lazime her kes bizanibe ev xebata tê meşandin xebata mirovatiyê ye, xebata azadî û demokrasiyê ye. 

Li ser vî ruhî em 4’ê Nîsanê pîroz dikin. Em dibêjin ku, têkoşîna me ya ku di xeta Rêber APO de bi şêwazekî jêhatî û profesyonel di sala 2018’an de geş bibe em ê bi ser bikevin. Bi taybetî di xeta Rêber APO de, bi ruh û hişmendiya Apogerî gerîlayê profesyonel, jêhatî garantiya zaferê ye. Hêvî û baweriya me ev e. Li ser vê hêvî û baweriyê ez cardin 4’ê Nîsanê li hemû gelê Kurd, gelên herêma Rojhilata Navîn û hemû kesên sosyalîst, demokrat, azadîxwaz pîroz dikim.