Karayilan: Bi pêşengiya ruhê 14'ê Tîrmehê em ê bi ser bikevin

Karayilan got, "Şoreşa me ya roja îro ne tenê şoreşa Kurdistanê ye, Şoreşa Rojhilata Navîn e" û destnîşan kir, ku bi pêşengiyeke rast a li ser bingeha ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê ew ê serketinê misoger bikin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Paratina Gel Mûrat Karayilan, bi rêya bêtêlê ji şervanên Hêzên Parastina Gel re axivî.

Karayilan di axaftina xwe ya bi wesîleya 14'ê Tîrmehê de bal kişand ser girîngiya ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê û destnîşan kir, ku bi pêşengiyeke rast a îdeolojîk û leşkerî ew ê serketinê misoger bikin.

Karayilan bal kişand ser gefên dewleta Tirk ê li hemberî Efrînê jî û got, "Niha ji bo dagirkirina Efrînê gefan dixwe. Ev ji bo Tirkan ne karekî hêsan e û nikare vê bike. Eger here Efrînê, wê Kobaniya duyemîn bê jiyîn."

Karayilan di destpêka axaftina xwe de, bi wesîleya 35. salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, pêşengên vê berxwedanê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, ku ew soza xwe ya dawye wan dubare dike.

'ÎRO JÎ TÊKOŞÎNA ME LI SER ESASÊ RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ BI PÊŞ DIKEVE'

Karayilan li ser 14'ê Tîrmehê ev nirxandin kir: "14'ê Tîrmehê ruhek e, terzek e. Îradebûna Apogeriyê ye. Têkoşîna me ji wê çaxê heya niha bi vî ruhî pêş ketiye û gihiştiye roja îro. Çalakiya 14'ê Tîrmehê ji bo me tenê ne çalakiyeke li hemberî zilm û zordariya dijmin serî rakirine; heman demê rêbazek e. Terzê fedaîtiya Apogeriyê ye. Terz û ruhê bi derfetên pir kêm, bi îradeya însan afirandina zaferê ye. Îro têkoşîna me li ser vî terzî berdewam dike. Bi taybetî di berxwedana bajaran de me dît ku, di şexsê Çiyageran, Xebatkaran, Zeryanan, Axînan, Çeko û Îslaman de vî ruhî xwe çawa da axaftin, çawa berxwedaneke destanî ava kir. Careke din di şexsê Zinaran, Dogayan, Çekdaran, Şiyaran, Firatan û Andokan de ev ruh çawa dikare encam bigire û bi ser bikeve diyar bû. Şopdarên ruhê 14'ê Tîrmehê dikarin çi bikin di pratîkê de nîşanî her kesî kir. Ji Azad Sîseran heya Azad Farqînan û heya rêheval Devrîman tevahî milîtanên ruhê 14'ê Tîrmehê temsîl kirîn, di dîrokê de xetek ava kirin. Îro jî têkoşîna me li ser esasê vî ruhî pêş dikeve. Di şexsê Salihan, Demhatan, Bedranan de ev ruh hîn zêde bilind dibe. Li her çar parçeyên Kurdistanê, li her aliyê welatê me yê îro bi ser dikeve, di saha cengê de encam digire ruhê Apogerî ye ango ruhê 14'ê Tîrmehê ye."

'HÊZA DEWLETA TIRK A ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKE NÎNE; ÊRÎŞ BIKE WÊ EFRÎN BIBE KOBANÊ YA DUYEMÎN'

Karayilan anî ziman, têkoşîna wan li ser esasê vî ruhê bi pêş dikeve û wiha dewam kir: "Di roja îro de ketiye qonaxeke pir girîng. Desthilata AKP-MHP'ê li hemberî têkoşîna me di serî de li Îmralî, her wisa li tevahî Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ev du sal in şerekî pêş dixe, êrîşekê pêş dixe. Li hemberî van êrîşên dijmin berxwedana Rêber APO û ya tevahî hevalên me dijmin bi bin xistiye. Encama derketî holê, vê eşkere raber dike. Dewleta Tirkiyê di pêşengiya AKP-MHP'ê de ji bo ku pêşî li Şoreşa Rojava bigire û beşdarî Operasyona Reqayê bibe, her tiştê xwe xist bazarê. Lê bes li bin ket. Ango binketina xwe tenê ne di warê leşkerî de ye, bi esasî dagirkeriya Tirkiyê di warê îdeolojîk, siyasî, dîplomatîk, leşkerî û çandî de bi bin ketiye."

Karayilan bal kişand ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê û got, "Niha ji bo dagirkirina Efrînê gefan dixwe. Ev ji bo Tirkan ne karekî hêsan e û nikare vê bike. Eger here Efrînê, wê Kobaniya duyemîn bê jiyîn. Ev yek. Ya duyemîn, hewldanên xwe piranî wekî gef in. Ew hêza xwe ya wisa tune ye. Dinêre ku hemû derî lê hatine girtin û teng bûye, ji bo ji xwe re cih ava bike û qîmeta xwe çêbike gefên wisa dixe rojevê. Tabî cardin divê şoreşgerên Efrînê xwe bi her awayî amade bikin, lê axaftinên dewleta Tirk bi esasî bêhtirê xwe gef in. Lê ji bo gefan be jî, dikare êrîş bike, bi taybetî ji bo herêma Şehbayê. Jixwe li ser herêma Şehbayê niha şerekî bi çekên giran heye, li Efrînê jî şerekî bi topan heye. Lê belê ew dixwazin tiştên der dayîn, vexwin. Wana der daye. Ew dixwazin tiştên winda kirine, paşde vegerînin. Ev jî êdî ne gengaz e." 

'DU MEHÊN DAWÎ YÊN LI BAKUR, BINKETINA DIJMIN ÎSPAT KIRIYE'

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir, ku dewleta Tirk her wiha dixwest li Başûrê Kurdistanê şerekî navxweyî ava derxîne û got, "Armanca wan, hedefa wan ev bû. Di vê armanca xwe de bi ser neketin, bin ketine. Li Bakurê Kurdistanê, di serî de li Îmraliyê bi şêwazekî ku di dinyayê de qet nimûneya xwe tune ye, polîtîkayeke êşkenceya psîkolojîk û îzolasyon pêş xistin. Armanca wan, Rêber APO ji gel qut bikin, ji tevgerê qut bikin û wisa bi zext, zilm û qirkirinê bikarin biçin encamê. Gel teslîm bigirin, tevgera şoreşê jî tesfiye bikin. Ev du sal in di her warî de şer berdewam dike, lê ew di vî şerî de bêencam man, tu encam negirtin. Vaye herî dawî di referandûmê de helwesta gelê me derket holê. Sekina tevgera me bi giştî û sekina gerîla jî li ber çavan e. Hemû heval dizanin, bi taybetî piştî mehên Adar û Nîsanê ku hinek windahiyên me çêbûn, şer çêbû, berxwedan çêbû, van du mehên dawiyê pêşveçûnên bîzat li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medya vê heqîqetê îspat dikin. Çi îspat dikin? Dijmin bin ketiye, encam negirtiye."

'OPERASYONÊN DIJMIN BÊ ENCAM MAN, DERB XWARIN'

Li ser çalakiyên bi bandor ên hêzên gerîla jî Karayilan got, "Berî bêhnekê peyama Fermandariyê ya ji bo eyaleta Zapê hat xwendin. Lê ne tenê li Zapê, di serî de di operasyonên eyaleta Serhedê de hevalan ew bi temamî bin xistin. Wana li eyaleta Serhedê, bi taybetî li Tendûrekê bi hezîmetê re rû bi rû man. Bi dehan caran li Amedê operasyon kirin. Rast e, vê dawiyê windahiyên me yên wek hevalê Salih û her sê hevalên din çêbûn, ev windahiyek girîng e. Lê bi giştî dijmin bin keftiye. Dijmin bi hezaran leşker, bi teknolojiya herî bilind bi rojan operasyon dike, nikare windahiyan bi gerîla bide jiyîn, berevajî ew bi xwe bi dehan windahiyan dide. Ev çi ye? Ev binketin e. Cardin li gelek cihan -hewce nake em gişt navan bibêjin- wisa ye. Ango operasyonên dijmin bê encam mane û ev mijareke girîng e. Derbe xwarine. Bi kurtahî hemleya wan a li ser me ya zivistanê jî encam negirt. Di hemleya wan a biharê de bi qismî şer çêbû, li hinek eyaletan şehadet hatin jiyîn. Lê ji meha Gulanê û vir ve cardin di gerîla de kombûnek pêş ketiye.

JI AMANOSAN HETA DERYA REŞ Û HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ ÇALAKIYÊN SERKETÎ YÊN GERÎLA

Herî dawî di tekmîla duh de çalakiya Amanosê ya hat ragihandin, baş e. Belkî Amanos hinekî dereng ma, lê baş çalakî kir. Em wana pîroz dikin. Çalakiya Tetwanê jî baş bû. Garzanê windahî dan, lê xwe komî ser hev kir. Em wana jî pîroz dikin. Cardin çalakiya Behra Reş, bi rastî çalakiyek baş û serketî bû. Em wana jî pîroz dikin. Çalakiyên Botanê, piraniyên xwe bê windahî çek rakirine. Hemû cihê pîrozkirinê ne. Ji çalakiyên li Herêmên Parastina Medya Zagrosê, tenê tekmîla duh, hem çalakiya Xakûrkê, hem çalakiya Cîlo, hem çalakiya Avaşînê tev çalakiyên baş û serkeftî ne. Bi kurtahî di tevahî van çalakiyan de dijmin derbeyê dixwe. Her wisa li Dersimê kombûnek heye, çalakî tên lidarxistin û pêşveçûn heye. Em bawer in asta niha hevalan girtî, ger kêmasiyên heyî bibînin û wan kêmasiyan bilez biborînin, pêngav wê hîn zêde xurt bibe, pêş bikeve û bi ser bikeve."

'REJÎMA AKP-MHP'Ê LI DERVE Û HUNDIR TEŞHÎR BÛYE'

Karayilan da zanîn, ku êdî nîvê Tirkiyeyê li dijî dewleta AKP-MHP'ê ye û got, "Niha Serokkomar li derve diçe Almanya, li Almanya salonekê nabîne ji bo tê de civînekê çêbike. Ewqas rezîl bûne. Wezîr dixwazin herin Avûstûrya, herin welatên derve, lê destûr nadin wezîr biçe welatê wan. Ev li kîjan dewletî bûye? Eşkere ye ku ev ne tiştekî asayî ye. Rejîma AKP-MHP'ê li devre û li hundir teşhîr bûye. Heqîqeta wan hatiye naskirin."

'ŞOREŞA ME NE TENÊ ŞOREŞA KURDISTANÊ YE, ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN E'

Mûrat Karayilan diyar kir, şikestina faşîzma AKP-MHP'ê wê ne tenê azadiya Kurdistanê bi xwe re bîne, wê Tirkiyeyê jî rizgar bike, demokrasiyê bîne Tirkiyeyê.

Karayilan got, "Hereketa Kurd îro karakterê xwe hîn berbiçav bûye, eşkere ye ku êdî bûye şoreşa Rojhilata Navîn. Niha ku operasyona Reqayê bi ser bikeve, wê çi bibe? Êdî dikê bimeşe, here şoreşa Sûriyê. Şoreşa Sûriyê ya Demokratîk wê deriyê şoreşek nû li Rojhilata Navîn veke. Ango şoreşa me roja îro, ne tenê şoreşa Kurd û Kurdistanê ye, ev şoreşa Rojhilata Navîn e. Ji bo vê dagirkerî dişewite, dagirkeriyê hemû tiştê xwe daniye holê û dixwaze êrîş bike, encam bigire, lê êdî nikare encam bigire. Tenê divê em pêşengiyek rast bikin. Divê em li ser ruhê 14'ê Tîrmehê kûrahiyê çêbikin. Di perspektîfa berxwedana 14'ê Tîrmehê de divê em xwe kûr bikin û bi wî awayî pêşengiyek rast bikin. Heger em pêşengiyek îdeolojîk, pêşengiyek leşkerî bikin, zafer bi awayek misoger a me ye. Tiştê em bibêjin, çarçoveya xwe ya giştî wisa ye."

'MEŞA ME YA BI RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ WÊ BIBE MEŞA AZADIYA RÊBER APO Û KURDISTANÊ'

Di dawiya axaftina xwe de Karayliyan got, "Em careke din bi vê hêvî û baweriyê dibêjin, ruhê 14'ê Tîrmehê îro li hemû qadên Kurdistanê jiyan dibe. Bi ruhê 14'ê Tîrmehê, bi ruhê fedaîtiya Apocî meşa me ya vê serdema girîng, wê bibe meşa azadiya Rêber APO û azadiya Kurdistanê. Ji bo vê tenê divê her hevalek li berpirsiyariyên xwe xweyî derkeve, pêşengiyê rast bike. Ger wisa bike, serketin misoger a me ye."